AMED - Dozgerê hevdîtinên telefona endama dîwana KCD’ê Edanûr Bazancir ên bi hevalên xwe re kiribûn, weke “Delîlên sûc” dît û derbarê wê de daxwaza 15 sal cezayê girtîgehê kir.
Polîsan li ser fermana Serdozgeriyê Komarê yê Amedê, di 9’ê Cotmehê de li dijî rojnameger û siyasetmedaran operasyona pêk anîbûn û ji 143 kes binçav kirin 26 jê hatibûn girtin. Yek ji kesên girtî, endama dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Edanûr Bazancir jî, mîna hemû girtiyên din dimildest îdîanameya wê hat amadekirin û bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” niha tê sûcdar kirin.
Îdîanameya Bazancir ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Dozger hevdîtin telefono Bazancir ên bi hevalên xwe re kiribûn weke “Delîlên sûc” di îdîanameyê de bi cih kir. Li gorî vê yekê hevalek Bazancir li ser telefonê cihê çalakiyekê jinan jê dipirse, lê ligel ku ew dibêje ‘Ez nizanim’, weke delîlê “Endamtiya rêxistinê” hatiye nirxandin.
DOZGER HEMÛ XEBATA BAZANCÎR WEKE SÛC DÎTIYE
Dozger, çûyîna Bazancîr a serdana hevalên xwe yên bijîşk, çûyîna panela Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK), beşdarî mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bûyîn, ketina avahiya KCD’ê û bi oldaran re beşdarî daxuyaniya li dijî texrîpkirina gorên PKK’iyan bûyîn, weke sûc nîşan daye.
DOZGER 15 SAL CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ XWEST
Bazancî di îdîanameyê de weke “Endamtiya rêxistin” tê sûcdar kirin û ji bo wê ji 7.5 sal, heya 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.