ENQERE - Trêna bi Lez a sefera Enqere û Konyayê dikir li pira serbihûr qelibî. Di qezayê de du vagon wergeriyan. Waliyê Enqereyê Vasip Şahîn diyar kir ku hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 9'an. Walîtiyê da zanîn ku hêjmara kesên birîndar jî derketiye 47 kesan.
Trêna Xiza bi Lez a sefera Enqere û Konyayê dikir li Rawestgeha Marşandiz a girêdayî navçeya Yenîmahalleyê li pira serbihûr qelibî. Di encama qezayê de du vagon wergerîn û beşek pire jî bi ser vagonan de hilweşiya. Waliyê Enqereyê Vasip Şahîn, ewil der barê qezayê de agahî dan û diyar kir ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dane. Piştre Waliyê Enqereyê daxuyanî da û diyar kir ku di qezayê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û 47 kes birîndar bûne. Walîtiyê piştre daxuyanî da û anî ziman ku Trêna Bilez ku ji Enqere derket, dema ket Îstasyona Marşandizê li trêna Kılavuz a li ser şîşên trênê bû qelibîye. Walîtiyê da zanîn ku 1 jê makinist bi giştî 9 welatiyan jiyana xwe ji dest dane. Walîtiyê da zanîn ku 3 jê giran bi giştî 47 welatî jî birîndar bûne.
Serê sibê saet di 06.30’an de Trêna bi Lez a ji GAR'a YHT'ê ya Enqereyê berê xwe da Konyayê 12 deqîqe şûnde qeza derbas kiribû. Walî diyar kir ku sedema qezayê li trêna Kilavuz ketiye.