AMED – Dayika Aştiyê Remziye Bayram a ku li avahiya HDP’ê Amedê di greva birçîbûnê de bû hat binçavkirin û pişt re hat berdan diyar kir ku polîsan ew pêxwas binçav kirin e û rastî heqareta polîsan hatine.
Di 10’ê kanûnê de Dayikên Aştiyê di nav de 25 aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya xwedî derketina daxwaza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê dabû destpêkirin, li avahiya HDP’a Amedê çalakiya 3 rojan a greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Polîsan heman rojê avêtibû ser avahiya HDP’ê û 25 aktîvîstên TJA’yê binçav kiribû. 25 jin du rojan li Miduriyeta Polîsan a Amedê hatibûn ragirtin. Jinan di binçavan de jî çalakiya xwe domand. 2 jin li emniyetê û 23 jin jî li dozgeriyê bi daxwaza kontrola edlî hatin berdan.
‘ME PÊXWAS BIRIN EMNIYETÊ’
Ji Dayikên Aştiyê Remziye Bayram piştî hat berdan ji ajansa me re axivî û diyar kir ku bi sedan polîs bi ser avahiyê de girtin û bêyî ku xwe bidin hev polîsan ew binçav kirin. Bayram da zanîn polîsan hemû jinan pêxwas binçav kirin û birin miduriyeta polîsan. Bayram got pişt re pêlavên wan dane hev û polîsan li emniyetê dane wan.
‘EM LI PEY DAXWAZÊN XWE NE’
Bayram destnîşan kir ku polîsan ji bo kontrola edlî wan birin ber nexweşxanê lê wan di wesayîtan de kontrol kirin e û polîsan di binçavan de heqaret li wan kiriye û kesan derb kirin e. Bayram anî ziman ku di binçavan de jî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dewam kirin e û got: “Em ji daxwaza we ne poşmanin. Polîs bi çavsorî li hember tevgeriyan. Heta ev daxwazên me bên cih em ê çalakiyên xwe dewam bikin.”