EDENE – Hunermend Îlyas Arzû ji bo mala hunerê vebike ji bo ruxsetê serî li Şaredariya Seyhanê ya CHP'î da. Di belgeyên wî de kêmasî tune bûn, lê belê bi mudaxileya Midûriyeta Emniyeta Edeneyê ruxset nehdanê.
Li Edeneyê hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) a bi KHK'ê hat girtin, çend mehên dawî de bi zext û zoriyên polîsan re rû bi rû dimînin. Hema bêje piraniya aktîvîte û xebatên hunerê yên hunermendên NÇM'î tên astengkirin. Herî dawî jî hunermendan xwest mala hunerê vebikin, lê belê ji bo destûrê ruxset nedan wan.
Hunermendên NÇM'î Îlyas Arzû ku navê "Mêrxas Viyan" bi kar tîne xwest li navçeya Seyhanê maleke hunerê vebike û ji bo vê belgeyên xwe temam kirin û serî li Şaredariya Seyhanê ya CHP'î da. Lê belê her çend belge hemû temambûn jî, dîsa ruxset nehat dayîn. Midûriyeta Ruxset û Venihêrînê ji bo serlêdanê di bersiva xwe de got: "Der barê mijarê de nivîs ji Midûriyeta Emniyeta Edeneyê re hatine nivîsandin, lê belê ji bo vekirina kar û xebatê daxwaza we ya ji bo ruxsetê ne guncan e."
Arzû, bilêv kir ku piştî vê biryarê ew çûye avahiya şaredariyê û li wir bi polîsên Şaxa Siyasyî yên Midûrieyata Emniyeta Bajêr re rû bi rû maye.
ŞAREDAR: TIŞTEK JI DESTÊ MIN NAYÊ
Arzû, bilêv kir ku belgeyên wî hemû temam in lê rayedarên şaredariyê ji ber polîsan ruxset nedane. Arzû, diyar kir ku wî hevdîtin bi Şaredar Zeydan Karalar re jî çêkiriye, lê belê gotiye 'Ji ber fermana walîtiyê tiştek ji destê me nayê.' Arzû, destnîşan kir ku wî ji şaredar re gotiye ev bêhiqûqîtî ye, lê belê şaredar gotiye "Di destê me de tiştek tune ye." Arzû got: "Me fêm kir ku CHP'a dibêje ew muxalîf e, lê belê dibe hevkarê helwesta antîdemokratîk a walî. Me fêm kir ku CHP wekî yêdeka AKP'ê dixebite."
Arzû, diyar kir ku her wiha tevî vê xebatên wan jî têna stengkirin. Arzû, da zanîn ku wan xwestiye di 16'ê Kanûnê de li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal konserekê li dar bixin, lê belê walîtiyê bi hinceta "ewlehiyê" destûr endaye wan. Arzû, destnîşan kir ku walî bi awayekî kêfî konsera wan asteng kiriye û got: "Ger walî nikaribe ewlehiyê pêk bîne, enxwe divê terka wî meqamî bike."
Arzû, diyar kir ku di 6 mehên dawî de dewlet ji ber ji saz û hunera wan ditrise bi zext û zorî bi ser wan de tê. Arzû, anî ziman ku çend hefte berê ew bûne mêvanê hevalekî xwe yê hunermend, lê belê bi îxbara 'kesekî bi çente hatiye vir' hatine binçavkirin û polîsan ew derb kirine.
‘EM Ê JI HELWESTA XWE YA MUXALIF TAWÎZ NEDIN'
Arzû, anî ziman ku Tirkiye veguheriye dewleteke polîsan û pergal ji ber huner û refleksên muxalif ên civakiyî yên hunermendan nerihet dibe. Arzû got: "Tevî hemû zext û zoriyan jî dibînin em hunermend ji helwesta xwe ya muxalif tawîz nadin. Ji ber ew jî şideta xwe zêde dikin. Lê em ê tevî hemû çewisandinan jî tu carî ji helwesta xwe tawîz nedin. Em bi hêza gelê xwe têdikoşin. Wekî Yilmaz Guney gotî; 'Em ê bi ser bikevin, teqez em ê bi ser bikevin.'"
MA / Hamdullah Kesen