* Karkerên ÎZBANÊ ku ji ber daxwaza wan a ji bo zemkirina meaş nehat qebûlkirin 4 roj in di grevê de ne. Karkeran got: "Heta daxwazên me neyên qebûlkirin wê greva me dewam bike. Bila greva biqede, da em jî gelê Îzmîrê veguhêzin."
* Qeyûmê tayînî Şaredariya Mezin a Wanê hatibû kirin, cihê serokên daîreyan û karmendên wan guherandibû. Li ser vê serokên daîreyan û karmend doz vekiribûnç Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Erziromê di biryara xwe de diyar kir ku guerandina cihê peywirê ne li gorî fêdeya cemaweriyê ye û xebatkaran mafdar derxist.
* Hat diyarkirin, li Girtîgea Jina ya Şakranê rewşa Mevlude Baştaş (61) a ji sedî 86 astengdar e xirab dibe.
* Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê, bi armanca rê li ber qirêjbûna derdorê bigire ji bo kîsikên biheq qanûnek derxist. Endamê Ekolojiyê yê HDK'ê Erol Çirak qanûna hat derxistin nirxand û got: "Bi qanûneke kîsikan ekoljiya Tirkiyeyê baş nabşe." Çirak destnîşan kir ku armanca sereke ya vê qanûnê rant e.
* Sekretera KESK'ê Gulîstan Atasoy ji bo mîtînga wê di 15'ê Kanûnê de li Edeneyê li dar bixin bi dirûşmeya "Kesên bûn sedema krîzê bila bedêlê bidin" herkesî vexwand mîtîngê.
* Hunermend Îlyas Arzû ji bo mala hunerê vebike ji bo ruxsetê serî li Şaredariya Seyhanê ya CHP'î da. Di belgeyên wî de kêmasî tune bûn, lê belê bi mudaxileya Midûriyeta Emniyeta Edeneyê ruxset nehdanê.
* Esnafên Bazara Sîpahiyê diyar kirin ku ew her sal dibêjin xwezî bi par. Esnafan got, bêyî ew serfetihê bikin dikanên xwe digirin û diçin malên xwe.
* 5'emîn danişîna doza 53 kesên di qedexeya li Nisêbînê de hatibûn binçavkirin û girtin di roja 4'an de li Dadgeha Cezayên Giran a Merdînê berdewam dike. (10.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Amedê dê têkildarî serdegirtina polîsan a avahiya HDP'ê û binçavkirina 50 kesên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibûn greva birçîbûnê, daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)
* Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Îzmirê dê têkildarî binçavkirinên endam û rêveberên xwe li avahiya HDP'ê ya Îzmirê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)
* Nobeta Edaletê ya hiqûqnasan dê di hefteya 83'an de li Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê berdewam bike. (11.30)
* Şaxên komeleyên girêdayî DÎSK'ê dê li dijî heqê kêm li gelek bajaran daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
* Şaxên ÎHD, TÎHV û Odeya Tabîban a Amedê bi minasebeta hefteya mafên mirovan (10-17 Kanûn) li avahiya şaxa ÎHD'ê belgefîlmê bidin temaşekirin. (17.00)
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan dê li Îdirê tev li vekirina pirtûkxaneya gel bibe. (16.00 -20.00)