ENQERE – Heyetên ji derveyî welat hatin û welatiyên xwestin biçin danişîna Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bernedan hundirê salona danişînê.
Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş li Kampûsa Girtîgeha Sîncana Enqereyê tê dîtin. Têketina kampûsê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Polîsan diyar kir ku tenê dê 45 kesan berdin salona danişînê û korîdora diçe salonê girtin.
Heyetên ji derveyî welat jî bo danişînê hatin bernedan hundir. Navên kesên di nav heyetan de cih digirin wiha ne: “Miren Gorrotxategui Edurne, Parlamentera Koma Çep a AKPM Podemos Thomas Philips, Akademîsyen ji zanîngeha Liverpool Eva-Lena Jansson, nûnerên Partiya Demokrat a Civakî ya Swêdê Yilmaz Kerîmo û Hakan Taş, parlamentera Eyaleta Perlînê ya Partiya Çep a Elmanya Anne-Marie Mineur, Parlamentera Ewrûpa a Partiya Sosyalîst a Hollanda Sara Murawski, şêwiremnda Anne-Marie Mineur, Eva Flyvholm, Berdevka Têkiliyên Derve ya Partiya Kesk-Kizil a Danîmarka û parêzerên ji Baroya Îngilîstanê.”
ANONSA DÊ MUDAXELE BIKIN KIRIN
Welatiyên bernedan hundir li ber kampûsê govend gerandin. Polîsan anons kir û ji govendê re got “hûn tahrîk dikin” û dê mudaxele bikin.
DER BARÊ DOZÊ DE
Demîrtaş bi îdiayên “Rêxistina avakirin û birêvebirin”, “Propaganda rêxistinê kirin” û “Pesindana sûc û sûcdar” tê darizandin û 142 sal cezayê hepsê jê re tê xwestin. Doz li Amedê hatibû vekirin û bi hêceta “ewlehiyê” neqlî 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hatibû kirin.