DÎLOK – Dayika 4 zarokan Cemîle Demîrhan a 68 salî ku berê qeyda wê li nifûsê nehat çêkirin û ji ber vê nasnameya wê tune ye, nikare li nexweşxaneya dewletê emeliyat bibe. Ji ber kevir di kîsikê ziravê Demîrhanê de ye ji ber vê êşê dikişîne. Demîrhan got: "Zarokên min hene, xwişk û birayên min hene, lê ez tune me."
Li Taxa Mevlana ya navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê, dayika 4 zarokan Cemîle Demîrhan a 68 salî ji ber qeyda wê ya li nifûsê nehatiye çêkirin bê nasname ye. Heta niha pêdiviya Demîrhanê bi nasnameyê çênebûbû, lê belê ji ber temenê wê nexweşîn lê peyda bûne. Ji ber vê Demîrhan wexta serî li nexweşxaneyê dide serlêdana wê nayê qebûlkirin. Ji ber kevir di kîsikê ziravê Demîrhanê de heye, divê demildest emeliyat bibe. Lê belê ji ber nasnameya wê tune ye du sal in hewl dide hebûna xwe bide pesendkirin. Neviyê wê Huseyîn Aka, diyar kir ku wan serî li Midûriyeta Nifûsê ya Şehîtkamîlê daye û ji bo nasnameyê wan li Dadgeha Hiqûqê ya Sulhê ya 2'yan a Dîlokê doz vekiriye û doz hîn didome. Aka, bilêv kir ku rewşa bapîra wî nebaş e û got: "Bapîra me li ber çavê me dimire. Lê dewlet jî temaşe dike."
PÊDIVÎ BI DNA'YA BAVÊ WÊ HEYE
Aka, bi bîr xist ku mînaka qeydê ya nifûsê ya bapîra wî heye û 4 zarokên bapîra wî hene. Aka got: "Di mînaka qeyda nifûsê de ji bo nasnameyê hejmarek hatiye dayîn. Lê belê hejmara heyî li gorî qeydên nifûsê nederbasdar e. Dadgehê herî dawî ji bo nasname bê dayîn DNA'a bavê bapîra min xwest. Lê belê nizane gora bavê wê li kuderê ye. Li Rihayê li deverekê hatiye veşartin. Li gorî tê gotin di ser re rê derbas dibe. Li gorî daxwaza dadgehê wê qet nasnameya bapîra min çênebe. Em dixwazin rojek berî rojekê bapîra min bê tedawîkirin."
'HEME, LÊ DI FERMIYETÊ DE TUNE ME'
Demîrhan jî bilêv kir ku ji ber nexweşîna xwe pir diêşe û got: "Ez tenê doza nasnameya xwe dikim. Nexweşxane min qebûl nake. Di nifûsê de zarokên min li ser navên min in. Xwişk û birayên min ên xwedînasname hene. Bila nasnameyê bidin min jî. Di asasê xwe de ez heme, lê di fermiyetê de tune me."