STENBOL – Danişîna doza rêveberên OHD û TUHAD-FED’ê yên bi KHK’ê hatin girtin hat dîtin. Doz taloqî 23’ê gulanê hat kirin.
Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Bi Malbatên Girtiyan re (TUHAD-FED) û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) bi Biryarnemeya di Hukmê Qanûnê (KHK) de hatin girtin. Doza 37 endam û rêveberên TUHAD-FED û 12 parêzerên endamên OHD’ê tên darizandin hat dîtin. Danişîna 17’emîn a dozê li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Parêzerên tên darizandin beyanên xwe yên berê dubare kirin. Parêzeran dema dirêjkirina dozê xwestin. Heyeta dadgehê daxwaz qebûl kir û doz taloqî 23’ê gulana 2019’an kir.