AMED – Midûra Nûçeyan a Ajansa Nûçeyan a Jin (JINNEWS) Safiye Alagaş ku ji ber nûçe di JINNEWS'êde weşandine bi sucdariya “Prorapaganda rêxistinê kiriye" doz li wê hatibû vekirin hat darizandin. Alagaş, anî ziman ku nûçeyên weşandine ne sûc in.
Di demên dawî de Ajansa Nûçeyan a Jin (JINNEWS), bê navber ji aliyê Saziya Ragihandina Teknolojiyên Agahiyan (BTK) rastî astengiyan tên. Serdozgeriya Komarê ya Amedê li ser îxbara "JINNEWS bi nûçeyên weşandine Propaganda rêxistinê kiriye, der barê Midûra Nûçeyan a JINNEWS'Ê Safiye Alagaş de doz vekir. Yekemîn danişina doza Alagaş li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di danişînê de Alagaş û parêzera xwe amade bûn. Alagay ji ber nûçeyên çekirine hat darizandin. Piştî dozger îdîaname xwend, Alagaş, mafê parastinê girt û îdîayên der barê xwe de red kir. Alagaş, destnîşan kir ku nûçeyên çêkirine di çarçoveya sînorê rojnanamegeriyê de çêkirine û wiha got: "Ji bo ez mexdûriyeta jinan û zarokan bi raya giştî re parve bikim min ev nûçe çêkir. Bi vê yekê propaganda rêxistinê nayê kirin. Ev nûçe ji aliyê nûçegîhan ve tên amadekirin. Piştî edîtor kontrol dike û şûnde ez wkî midûrê nûçeyan dixwînim. Lê şensê min ê ku hemû nûçeyan bixwînim çênabe. Hemû nûçeyên em çê dikin der barê zarok û jinan de ne. Hemû nûçeyên me di çarçoveya sînorê rojnamegeriyê de ne. Em rojnamgeriyê dikin û nûçeyên me li gorî pîvanên rojnamegeriyê ne. Alagan anî ziman ku nûçeyên wan weşandine ne sûc in. Dozger mutala xwend û bi îdîaya “Propaganda rêxistinê kiriye" xwest Alagaş bê cezakirin.
Parêzera Alagaş, Pirozhan Karalî jî anî ziman ku berê jî Alagaş bi heman sedemê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wane û 8’emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hatibû darizandin û hatibû beraet kirin. Prz. Pîrozhan Karali xwest Alagaş bê beraetkirin.
Heyeta dadgehê jî xwest biryara bi hincet a 4’emîn Dadgeha Ceza ya Wanê û 8’emîn Dadgeha Ceza ya Amedê li dozyayê bê zêdekirin û danişîn taloqî meha Sibatê kirin.