ENQERE - Pisporê Rojhilata Navîn Mûstafa Pekoz geşedanên dawî yên li Sûriyeyê nirxandin û got, wê di demên pêş de Rûsya êrîşî Îdlîbê bike û wê operasyona Îdlîbê ji bo Tirkiyeyê bibe cihê windahiyeke pir mezin.
Pisporê Rojhilata Navîn Dr. Mûstafa Pekoz, rewşa li Sûriyeyê, rewşa Tirkiye, Îran û hêzên navnetewî, krîza Îdlîbê, gefên Tirkiyeyê yên li hemberî herêmên kurdan ên Sûriyeyê û polîtîkaya DYA'yê ya der barê kurdan de nirxand.
'LI ÎDLÎBÊ REWŞ NEBAŞ E'
Pekoz, destnîşan kir ku di meseleya Îdlîbê de heta nihqa qewimşnek pêk nehatiye. Pekoz, bilêv kir ku li Îdlîbê rewş nebaş e û got: "Me gotibû Rûsya bi gaveke wisa wê li qada navnetewî der barê Îdlîbê de hin taktîkên pûçkirinê bike. Jixwe tiştên diqewimin vê yekê piştrast dikin. Nia li Îdlîbê rewş qet nebaş e, herêmên ji pevçûnan xalî nehatine çêkirin û rêxistinên îslamî çekên xwe yên giran ranekirine."
‘RÛSYA PEYAMA TIRKIYE NE SERKETIYE DIDE'
Pekoz, diyar kir ku di krîza Îdlîbê de Rûsya rolek daye Tirkiyeyê lê belê Tirkiyeyê rola xwe pêk neaniye. Pekoz, destnîşan kir ku Rûsya xwestiye Tirkiyeyê rûmetyar bike û ji bo vê jî peyama Tirkiye di krîza Îdlîbê de pir hewl dide lê belê bi ser neketiye bide. Pekoz got: "Rûsya bi vî awayî ji bo Tirkiye daxilî şerê li Îdlîbê bibe bi taktîk tev digere. Ya dudoyan jî, ji bo xwe li zemîneke şer digere. Daxwazeke din a Rûsyayê jî, ew e Tirkiye û rêxistinên îslamî pev biçin. Yanî dixwaze bêje peymana bi Tirkiyeyê re der barê xalîbûna ji pevçûnan Îdlîbê de bi rê ve neçûye û bêyî Tirkiyeyê li hemberî xwe bi cih bike zemîneke mudaxilekirin çêbike."
‘ÊRÎŞA LI SER ÎDLÎBÊ WÊ JI BO TIRKIYEYÊ BIBE CIHÊ PIRSGIRÊKÊN MEZIN'
Pekoz got: "Tirkiye be rbi ilbijartinê ve diçe. Wisa dixuyê wê şerê li Îdlîbê di Adarê de rû bide. Wê ev ji bo dînamîkên hundurîn ên Tirkiyeyê bibe cihê pirsgirêkên mezin. Yek; wê Tirkiye li hemberî rêxistinên îslamî têkeve pozîsyoneke çawa. Pûtîn û Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îşaret bi operasyona Îdlîbê dikin û bi israr dibêjin divê ev pêvajo ji aliyê Tirkiyeyê ve bê çareserkirin. Yanî dixwazin Tirkiye daxilî vê operasyonê bibe. Helbet wê ev bibe sedema xirabûna têkiliya di navbera Tirkiye û rêxistinên îslamî de. Dibe ku ev rêxistin li hemberî Tirkiyeyê helwestê nîşan bidin. Ya dudoyan jî; pirsgirêka koçberiyê ye.
‘WÊ TIRKIYE WINDA BIKE'
Pisgirêkeke din jî; wê Tirkiye înîsyatîfa li Efrîn û El Babê winda bike. Ger Tirkiye li Îdlîbê tevî Rûsyayê daxilî şer bibe, wê navbera Tirkiye û rêxistinên îslamî yên li El Bab, Efrîn û deverên din ên Sûriyeyê xirab bibe. Her wiha wê ji ber vê rêxistinên îslamî li Efrîn û El Babê hem bi OSO'yê re pev biçin em jî bi leşkerên tirk re. Yanî wê bi vê re bêîstikrarî û rîskeke mezin têkeve rojeva Tirkiyeyê. Yanî wê li wir tu bandora Tirkiyeyê nemîne û wê ji bo Tirkiyeyê bibe cihê windahiyên mezin. Loma ji bo operasyona ku tê payîn wê di Adarê de dest pê bike, pozîsyona Tirkiyeyê girîng e. Ger Tirkiye bêje 'ez tune me' wê derî têkiliyên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de bimîne û wê ev jî ji bo Tirkiyeyê bibe cihê pirsgirêkên nû."
‘DYA DIXWAZE TIRKIYEYÊ LI DERVEYÎ OEPRASYONÊ BIÊLE'
Pekoz, destnîşan kir ku DYA naxwaze bibe muhatabê krîza Îdlîbê û got: "Çimkî DYA dizane wê li Îdlîbê pevçûn û nakokî rû bidin. Dixwaze Tirkiye daxilî pêvajoya Îdlîbê nebe. Pirsgirêk ev e; DYA dizane çêkirina herêmên ji pevçûnan xalî demborî ne."
Pekoz, gefên Tirkiyeyê yên li hemberî herêmên kurdan jî nirxandin û destnîşan kir ku Tirkiye niha nikare li hemberî herêmên kurdan dest bi operasyonan bike. Pekoz got: "Tirkiye hin top avêtin hêlên kurdan. Lê belê DYA biryara da ku ji Kobaniyê heta Qamişloyê 13 eb noqteyên çavdêriyê çêbike. Ne mimkun e niha DYA dev ji vê berde. Li vê herêmê hemû qadên ku qûleyên çavdêriyê yên DYA'yê lê hene, ew der qadên ewlehiyê yên DYA'yê ne. Wê Wê tevî Hêzên Sûriyeya Demokratîk evan deran biparêze. Ger Tirkiye operasyonê bike, ew operasyon di heman demê de li hemberî DYA'yê jî tê kirin. Lê herkes dizane wê Tirkiye ne di warê leşkerî ne jî di warê polîtîk de bikaribe tiştekî wisa bike. Lê DYA dike. Tevî hemû hişyariyên Tirkiyeyê jî dike. Nexwe, tevî hemû îtirazên Tirkiyeyê jî DYA li herêmê hebûna xwe zêdetir dike. Hem qûleyên çavdêriyê em jî binkeyên leşkerî yên li Reqa û Kobaniyê nîşan didin ku wê ev mayînde bin. Yanî Tirkiye nikare operasyonan bike û têkeve wir."
‘DYA DIXWAZE MODELEKE WEKÎ YA YPG'Ê ÇÊBIKE'
Pekoz, destnîşan kir ku DYA li Rojilata Navîn dixwaze modeleke leşkerî wekî ya YPG'ê çêbike. Pekoz, bilêv kir ku di demên dawî de li Herêma Kurdistana Federe pêşmerge li gorî pergala NATO'yê ji nû ve tên reorganîzekirin. Pekoz got: "Êdî wê yekîneyên pêşmergeyan ên 80'yemîn ên PDK'ê û yekîneyên YNK'ê tune bin. Ji bo bi awayekî artêşeke netewî çêbibe ji nû ve tên organîzekirin. Di demên dawî de konferasên leşkerî û civînên leşkerî hatin çêkirin. Ji DYA û NATO'yê efser atin. Ev pêvajo bi awayekî lezgîn bi rê ve diçe. Her wiha li Başûr avaniya hikûmetê jî ji nû ve tê organîzekirin. Yanî DYA dixwaze rêxistinbûyîneke wekî modela HSD û YPG'ê çêbike. Çimkî DYA'yê serketina HSD'ê dît û dîtin di bin banekî de bûn hêzek. Niha dixwazin vê yekm li Rêveberiya Kurdistana Başûr jî ferz bikin. Û wê ewl bidin modeleke wisa derxînin olê. Yanî modela li Rojavayê bi ser ket dixwazin li Başûr ji bo pêşmergeyan jî pêk bê. Wê bi vî awayî artêşeke di ser partiyan re bê çêkirin."
‘PÊDIVIYA DYA'YÊ BI KURDAN HEYE'
Herî dawî Pekoz got: "DYA ne ji ber ku ji kurdan hez dike bi wan re tev digere, ji ber pêdiviya wê bi kurdan heye bi wan re tev digere. Ji bo hesab û berjewendiyên xwe yên li herêmê tevkariyê dike. Û ev yek bi kêrî kurdan jî tê. DYA mecbûr e. Her wiha bawer nakim DYA polîtîkayeke der barê tasfiyekirina PKK'Ê bi rê ve bibe. Tenê dixwaze li gor xeta xwe stratejiyekê dişopîne."
MA / Selman Guzelyuz