AMED – Hikûmet li hemberî çalakiya Leyla Guvenê xwe li bêdengiyê datîne. Amediyan bertek nîşan da û gotin daxwazên Guvenê daxwazên wan in jî û xwestin demildest dawî li tecrîdê bê.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê hat destpêkirin di roja 34'an de ye. Her wiha li girtîgehhan jî girtiyên siyasî bi heman daxwazê di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kir. Her çend li gelek dever û girtîgehan çalakî didome jî, lê belê îktîdar li hemberî vê xwe li bêdengiyê daniye. Gelê Amedê bertek nîşanî vê yekê da û xwestin demildest dawî li tecrîdê bê.
Ferrûh Teymûroglû, diyar kir ku daxwaza Leyla Guvenê daxwazeke demokratîk e. Teymûroglû ji bo bêdengiya dewletê ya li hemberî vê rewşê jî got "şermeke mezin" û wiha domand: "Divê dewlet xwe li bêdengiyê daneyne. Divê bersiva daxwaza Leyla Guvenê bide. Wê gel destekê bide Guvenê."
‘GUVEN VÎNA GEL E'
Serhat Kaya jî, destnîşan kir ku ew destekê didin daxwaza Guvenê û divê rayedarên hikûmetê rojek berî rojekê gavekê bavêjin. Kaya, bi bîr xist ku Guvenê bi vîna gel hatiye hilbijartin.
'DAXWAZA GUVENÊ DAXWAZA GEL E'
Ûgûr Ozdemîr jî, diyar kir ku aştî tenê ne daxwaza Leyla Guvenê ye, daxwaza gel e jî û got: "Ger ê dilê wan bişewitiya ew bûna wê rabûnan ser piya. Niha parleemneterekî AKP'î jî newêre doza aştiyê bike. Heta ji vê daxwazê ditirsin jî. Me heta nia nebihîstiye parlementerekî AKP'î li meclîsê doza aştiyê kiriye. Aştî tenê li ser zimanê mirovên bindest e."
‘DIVÊ DAXWAZA GUVENÊ PÊK BÊ'
Mûhammed Yildirz jî, anî ziman ku li bajarên kurda neheqiyeke mezin heye û got: "Ger aştî hebûna wê pir xweş bûna. Ji bo çi mirov hevdu dikujin? Zarok dimirin. Em naxwazin tu kes bimire. Loma em destekê didin greva birçîbûnê a Guvenê. Guven ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin. Divê ne di girtîgehê de be. Divê demildest daxwaza wê pêk bê."
‘HAYÊ GEL JI HER TIŞTÎ HEYE'
Abdûrrahman Kizilgul jî destnîşan kir ku ew destekê didin Leyla Guvenê û got: "Lê em gel hay ji her tiştî hene. Loma em heta dawiyê destekê didin Leyla Guvenê."