MÊRDÎN – Yek ji kesên di dema qedexeya derketina derve ya li Nisêbîne de jiyana xwe ji dest da jî Nesîm Atabey e. 2 sal û nîv derbas bûn lê hîn jî cenazeyê Atabey nedane malbatê û bi ser de jî polîs bi awayekî sîstematîk davêjin ser mala malbata Atabey û ji malbatê re dibêjin: "Kurê we li kuderê ye, jimareya telefona xwe daye we." Dayik Ayşete Atabey doza cenazeyê kurê xwe kir û got: "Ev zilm e."
Di dema qedexeya derketina derveya ya di 14'ê Adara 2016'an de li Nisêbîna Mêrdînê hat îlankirin de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan. Di ser qedexeyê re zêdetirî 2 sal derbas bûn lê belê hîn jî cenazeyên gelek kesan nedane malabatan. Bi ser de jî polîs davêjin ser malên malbatên kesên jiyane xwe ji dest dane û tahdeyê li wan dikin. Yek ji kesên di dema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de jiyana xwe ji dest da jî Nesîm Atabey e. Atabey (22) di roja 18'an a qedexeyê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Atabey ji bo cenazeyê kurê xwe bigire nêzî du sal û nîv berê ji bo DNA'yê xwîn da, lê belê hîn jî cenaze nehatiye tespîtkirin. Malbat nizane cenazeyê kurê wan li kuderê ye û ji bo cenaze eta nia gelek caran çûne morgên saziyên tiba edlî yên Mêrdîn, Meletî, Ria û Dîlokê. Malbat mehê carekê serî li Dozgeriya Komarê ya Mêrdînê dide û doza cenazeyê kurê xwe dike.
‘KURÊ WE LI KUDERÊ YE'
Heta niha polîsan gelek caran avêtiye ser mala malbata Atabey a li Cizîra Şirnexê ye. Her cara polîs davêjin ser malê ji malbatê dipirsin "Kurê we li kuderê ye. Cihê wî bêjin." Dayik Ayşete Atabey destnîşan kir ku ya tê kirin "zilm" e û xwest rojek berî rojekê cenazeyê kurê wê bê dîtin.
‘HEJMARA TELEFONA KURÊ WE ÇÎ YE?'
Dayik Atabey, bilêv kir ku heta niha wan ji bo cenazeyê kurê xwe 8 caran serî li dozgeriyên komarê yên Ria û Mêrdînê daye, lê belê tu encam negirtine. Atabey got: "Em li cenazeyê xwe digerin, lê belê polîsên tim davêjin ser mala me dibêjin 'Nesîm Atabey li kuderê ye?' Bi ser me de tên. Mala me belawela dikin. Tim nerihet dikin. Xwezî me zanibûna. Em jî dixwazin kurê xwe bibînin. Lê em li cenazeyê wî digerin. Ka em çi bikin. Wekî din tiştek ji destê me nayê." Dayik Atabey, bilêv kir ku polîs ji wan re dibêjin "Qey kurê we hejmara telefona xwe nedaye we?" û got: "Telefona çi. Ma telefona kesekî mirî heye? We ew kuşt."
‘LI CENAZEYÊ KURÊ XWE DIGERIM'
Atabey doza cenazeyê kurê xwe kir û got: "8 caran çûm Nisêbînê. 4 caran çûm Mêrdînê. 3 caran çûm Amedê û 3 caran jî çûm Rihayê. Li van deran jî çûm dozgeriyê. Daxwaza min dîtina kurê min e. Çi sax çi mirî. Em dizanin jiyane xwe ji dest daye. Bila cenazeyê me bidin me. Cenazeyê kurê min li cihekî veşartine. Ez dizanim. Tenê dixwazim ciê gora wî hîn bibim. Wekî din tiştekî naxwazim. Dozger tim dibêje ew li benda encama nimûneyên xwînê ne. Ne ku encam nehatine. Bizanebûnî dikin. Ewraqeke fermî ji me re hat û tê de cihê cenaze hatiye diyarkirin. Me ew ewraq da dozger. Lê dîsa jî cenaze radestî me nekirin. Gotin encam nehatine. Nadin me. Nizanim derdê wan çî ye. Ev zilm e. Cihê cenaze dizanin lê dîsa jî nabêjin. Di roja 18'an a qedexeyê de kuştin. Ji wê rojê ve lê digerim."