Şaxên ÎHD'ê: Mafê Jiyanê di bin talûyeke mezin de ye

  • rojane
  • 16:24 10 Kanûn 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxên ÎHD'ê bi minasebeta Hefteya Mafên Mirovan ba kişandin ser binpêkirina mafan. Şaxên ÎHD'ê di raporên xwe de diyar kirin ku mafê jiyanê di bin gef û talûkeyek mezin de ye. Li Amedê jî Serokê Şaxa ÎHD'ê Abdullah Zeytûn da zanîn ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike û got: "Li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîdek giran tê meşandin." 
 
Şaxên ÎHD'ê, bi minasebeta 70'emîn salvegera qebûlkirina Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan li gelek cihan daxuyanî dan û raporên mafên mirovan aşkere kirin. Bak kişandin ser rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê. Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê jî bi heman armancê li Qada Sultanahmet a Beyazidê daxuyanî da çapemeniyê. Parazvanên mafen mirovan di çalakiyê de pankarta "Di 70'yemîn Salvegera Qebûlkirina Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de, Têkoşîna Rûmeta Mirovan, Wekhevî,  Edalet, Demokrasî û Aştiye didome." vekirin.  Dîsa dowîzên "Herkes cuda û wekhev in", "Îşkence sûcê mirovahiyê ye" û "Ya Esil jiyan e." rakirin. Li vir Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî, diyar kir ku di danezanê de gelek maf û azadî hene, lê hêj parastina vê pergalê nehatiye avakirin. Yolerî, anî ziman ku îdeala jiyana hevpar a liser esasê mafên mirovan bi hinceta “şer" di qada kurevî de di bin talûkeyek gelek mezin de ye û wiha got: "Geşedanên neyînî yên li cîhanê bandorek neyînî li ser geşedanên neyînî yên Tirkiye dike. Li Tirkiye pirsgirêka heq, hiqûq û demokrasiyê her ku diçe mezin dibe. 
 
‘JIYANA CIVAKÎ BELAV DIKIN
 
Yolerî, da zanîn ku piştî hilbijartina 24'ê Hezîranê rejîma nû xistin meriyetê û wiha got: "Bi vê pergalê OHAL mayinde kirine. Êdî piraniya beşê civakê rastî binpêkirina mafên mirovan ên wekî betalî, xizanî, wêdekirinê tên. Ewlehiya kar û karkeran tune ye. Cînayetên kar zêde bûne. Maf û destkeftiyên jinan ji destê wan tê girtin û bi van guhertinan nikarin mafê xwe dîsa bi dest bixin. Wêdekirina Tevgera LGBTÎ zext zêde bûne. Bi milyonan penaber ên li tirkiye dijîn ji mafê xwe bêpar dijîn. Kesên baweriyên cuda rastî tacîzê û cudakariyê tên. Kesên parastina mafên mirovan dikin, rastî zextan û binpêkirina mafan tên. Piraniya beşên civakê di bin zextan de ye û jiyana civaki tê perçekirin û tuinekirin. 
 
Yolerî, hin pinpêkirinên mafan ên piştî 21'ê Tîrmeha 2016’an û heta OHAL bi dawi bû wiha parve kirin: 
 
“* Di 23'ê Tirmeha 2016’an de piştî KHK ya hêjmar 667 ket meriyetê, dema binçavkirinê derxistin 30 rojan. Di 27'ê Tîrmehê de piştî KHK'ya 668'an ket meriyetê, heta 5 rojan hevdîtina parêzeran a bi kesên hatin binçavkirin re qedexe kir. Ev pêkanin 6 mehan bê navber berdewam kir. Di 23'ê Çileya 2017’an de bi KHK'ya 682'an dema binçavkirinê ji 30 rojan daxistin 14 rojan. Qedexeya hevdîtina parêzeran daxistin rojekê. 
 
* Piştî OHAL hat îlankirin, li dijî hiqûq û Qanûna Bingehîn bi KHK’yan 135 hezar û 147 peywirdarê cemaweriyê ji  karên xwe hatin dûrxistin. Di pêvajoya OHAL'ê de bi biryara YAŞ'ê bi giştî 4.395 hekîm û dozger hatin îxrackirin. Beriya vê yekê jî 170 hekîm û dozger hatin îxrac kirin. 
 
* 48 saziyên tenduristiyê yên taybet hatin girtin. 
 
* Di vê pêvajoyê de 985 şîrket an qeyûm tayîn kir an jî dewletê dest danî ser. Bi girtina van saziyan 49.587 kes ji karê xwe mahrûm bûn. 
 
* Di OHAL'ê de gelek rojnameger hatin girtin. Hêj 123 rojnameger girtî ne. 
 
* Di pêvajoya OHAL'ê de hezar û 607 komele hatin girtin. 
 
* Di pêvajoya OHAL'ê de binpêkirina mafê azadiya ramanê derket asta herî jor. Li gorî daneyên Wezareta Dadê di sala 2016'an de bi sedema heqaret li Erdogan kirine, li 4187 kesan doz hat vekirin. Di sala 2017'an de jî li 6.033  kesan doz hat vekirin. Bi idîaya heqaret li Tirkîtiyê kirine di sala 2016'an de li 482 kesan doz hat vekirin di sala 2017'an de jî li 753 kesan doz hat vekirin. Dîsa bi sedema propaganda rêxistinê kirine, di sala 2016'an de li 17.322 kesan doz hat vekirin û di sala 2017'an de li 24.585 kesan doz hat vekirin. 
 
‘80 HEZAR ZAROK JI BIRÇÎNAN MIRIN
 
Seroka Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci jî bal kişand ser binpêkirina mafan û wiha got: "Mînak li Yemenê 80 hezar zarok ji birçîna mirin. Di sedsala 21'an de zarok ji birçîna dimirin. 
3 milyon jin û zarok ji ber birçîbûnê bi mirinê re rû bi rû ne. Têkoşîna me ya li dijî binpêkirina mafan dê bidome." 
 
LI DÎLOKÊ DAXUYANİ 
 
Şaxên ÎHD'ê ya Dîlokê jî li Parka Yeşilsu daxuyanî da. Rêveberên Şaxa ÎHD'ê û nûnerênk HDP, DBP û saziyên civakî amade bûn. Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê Salman Yergîn axivî û anî ziman ku li vî welatî pirsgirêka sereke pirsgirêka kurd e û wiha got: "Ji bo hemû pirsgirêk çareser bibin divê pirsgirêka kurd çareser bibe." 
 
ÎZMÎR: TIRTKIYE SALA 2018’AN JÎ BI OHAL'Ê DERBAS KIR
 
Li Îzmirê ji şaxa ÎHD, TÎHV,  Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP) û Komeleya Hiquqnasên Hemdem ku bi KHK'ê hat girtin û gelek parazvanên mafên mirovan amade bûn. Parazvanên mafên mirovan li avahiya ÎHD'ê ya ÎZmirê daxuyanî dan. Li ser navê saziyan Rêveberê ÎHD'ê Alî Aydin daxuyanî da. Aydin, anî ziman ku ew li dijî tundî û şer mafê aştî û demokrasiyê diparêzin û dê biparêzin.  Aydin jî anî ziman ku ji ber pirsgireka kurd nayê çareserkirin pirsgirêken din jî nayên çareserkirin. Aydin da zanîn ku nêviyê sala 2018'an jî di bin OHAL'ê de derbas bû. 
 
LI HERÊMA EGE 13 HEZAR Û 834 MAF HATIN ÎHLALKIRIN
 
Aydin, rapora 8 mehên 2018'an parve kir û wiha got: "Di 8 mehên 2018'an de li herêma Egeyê 13 hezar 3u 834 maf hatin îhlalkirin. 831 kesên hatin binçavkirin û girtin mafê wan hat binpêkirin. 603 kes hatin binçavkirin, 125 kes hatin girtin, 5 kes di bin çavan de rastî muameleya xerab hatin. 20 kes rastî spartina sîxuriyê hatin.
 
*  Li dijî zarok û jinan 154 maf hatin îhlalkirin. 27 jin rastî tacîzê hatin. 36 jin hatin kuştin. 25 jin rastî lêdanê hatin. 4 kes rasti tacîza devkî hatin. 46 zarok rastî tacîza zayendî hatin. 6 zaroken astengdarên zihnî rasti tacîzê hatin. 5 zarok rastî ledanê hatin. 5 zarok hatin kuştin. 
 
* Di qada kar de 3649 maf hatin binpêkirin. 56 karker mirin. 231 qezayên kar pêk hatin. 1899 kes ji kar hatin avêtin. 640 kes bi KHK'ê hatin îxrackirin. 71 heqê  wan nehat dayîn. 750 kes jahrînî bûn.  
 
* Mafê 8 hezar û 666 penaberan hat binpêkirin. 39 penaber dema derbas bûn mirin. 324 penaber derxistin dervî sînor. 
 
* Li dijî girtiyan 190 maf hatin binpêkirin. 
 
* Di qada derdorê de ji 40 maf hatin binpêkirin. 
 
* Di qada azadiya siyaset de jî 31 maf hatin binpêkirin. 
 
Dîsa 273 mafên cuda hatin îhlalkirin. 48 kes bi şik întihar kirin. 24 kesan intîhar kir. 160 xwendekar jahrînî bûn û mirin. 
 
 
AMED: EM SOZ DIDIN ELÇÎ
 
Li Amedê jî Baroya Amedê, Odeya Tabîban a Amedê, Komeleya Înîsiyatifa Heq, Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV), bi heman armancê li Parka Koşuyolu li ber Bîrdariya Mafên Mirovan daxuyanyia hevpar dan çapemeniyê. Nuneren saziyên demokratîk û rêveberên HDP, DBP'ê jî amade bûn. Li vir Serokê Baroya Amedê Cihan Aydin daxuyanî da û diyar kir ku ew soz didin Tahîr Elçîe ku dê kujerên wî ronî bikin. 
 
Serokê Şaxa ÎHD'ê Abdullah Zeytun jî daxuyanî xwend û jî anî ziman ku hêj der bare lêpirsîna Tahir Elçî de tu gav nehatiye avêtin û soz dini ku dê hesap ji kujeran bipirsin. Zeytun, anî ziman ku piştî OHAL hat îlankirin  95 şaredariyên DBP'ê bi giştî 102 şaredar qeyûm tayînî wan hatine kirin û wiha got: "Li vî welatî Hevserokên HDP’ê yên berê ji di navde 15 parlamenter hatin girtin û gelek ji wan wekîltiya wan hat xistin. Li tirkiye bi daraz bi destê îktîdarê li ser hêzên muxalif zextan zêde dike."  
 
‘TECRÎDKIRINA OCALAN ÎHLALA MAFÊN MIROVAN E
 
Zeytûn da zanîn ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike û wiha got: "Li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîdek giran tê meşandin. Ocalan jî girtiyek e û divê hiqûqa ji bo hemû girtiyan ji bo wî jî derbas bibe. Lê ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Dîsa 3 girtiyên siyasî yên li cem wî 104 hefte ne nikarin bi malbatên xwe re hevdîtin bikin. Hetae 10'ê Kanûna 2018'an jî hêj ev tecrîd didome. Di salên 2013-2015'an de demağ hevdîtin hat kirin, piştgirî da çareseriya pirsgirêka Kurd û gavên çareseriya demokratîk. Ji ber vê yekê polîtîka tecrîdê di heman demê de rê li pêş pevçûnê jî vedike." 
 
CIHÊ GUVEN MECLÎS E  
 
Zeytûn, da zanîn ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku niha li Girtîha Tîpa E ya Amedê girtî ye, cihê wê meclîs e û wiha got: "Mafê Guven bi awayekî cîddî tê binpêkirin." 
 
Zeytun, bal kişand ser qedexeyên çalakiyên Dayikên Şemiyê jî û wiha got: "Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê ji bo aqûbeta zarokên xwe têdikoşin. Lê ev hewldan û lêgerîna wan tê astengkirin. 
 
Dîsa li herêmê operasyonên eskerî zêde dibin û berdewam dikin. Gelek herêm tên qedexekirin û wekî herêmê ewlehiya taybet tên îlankirin. Bi sedan herêm bi sedema "Operasyonên eskerî" û "Herêmên ewlehiya taybet" hatine qedexekirin. Derketina devre li welatiyan hat îlankirin. Mafê perwerde, tenduristî û debarê li welatiyan hat astengkirin. Disa tundiya li diji jinê zêde bû. Tundiya li dijî zarokan kêm nebû. " 
 
ÊLIH 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî bi heman armancê daxuyanî da. Parazvanên mafên mirovan li Şaxa ÎHD'ê kom bûn û civîna çapemeniyê pêk anîn. 
 
3 HEZAR ZAROK GIRTÎ NE
 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê jî bi heman armancê li Parka Înonu daxuyanî da çapemeniyê. Piştî daxuyanî dan çapemeniye danezana mafên mirovan belav kirin. Di çalakiyê de dowîzên; "Mirov bi mafê xwe mirov e", "Bi giştî 3 hezar zarok girtî ne", "Li Girtîgehan 401 girtiyên nexweş girti ne", "Di OHAL'ê de 1425 komele hatin girtin" û "Ne OHAL mafên mirovan" bilind kirin. Komê bê navber dirûşmeya "Rûmeta mirovan dê îşkenceyê bişkîne" û "Bêdeng nemîne, dê dor bê te jî" berz kirin. 
 
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Prz. Îlhan Ongor, daxuyanî da û diyar kir ku binpêkirina mafan her ku diçe mezin dibe.
 
MÊRSÎN: BI HIQÛQÊ MAFAN BINPÊ DIKIN
 
Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê jî li Wargeha Masîvanan daxuyanî da. Hevserokên Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Hakki Demîr û Azize Kurnaz, nûnerên Komeleya 78’an û gelek parazvanen mafên mirovan amade bûn. Sekreterê Şaxa ÎHD'ê PRz. Selçuk Binici, diyar kir ku bi hilbijartina 24'ê Hezîranê rejîma OHAL’ê êdi mayinde bûye. Bînîcî, da zanîn ku bi huqîqê mafên mirovan binpê dikin. 
 
ÎSKENDERUN: DEST JI POLÎTÎKAYÊN ŞER BERDIN
 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Îskenderunê jî li Bitpazari ya berê daxuyani da. Gelek nûnerên rêxistinên demokratîk û parazvanen mafên mirovan amade bûn. Serokê ÎHD'ê Coşkun Selçuk daxuyanî da û polîtikayên AKP'ê rexne kirin. Selçûk xwest dest ji polîtikayên şer berdin û anî ziman ku ew dê têkoşîna demokrasiyê berdewam bikin.
 
 
 
 

Sernavên din

10/12/2018
18:19 Binçavkirina aktîvîstên TJA'ê bi tundî şermezar kirin: Dayika 80 salî pêxwaz binçav kirin
17:12 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girt: 25 aktîvîstên TJA’yê binçav kirin
Aktîvîstên TJA'yê bi tilîlîyan bersîv da polîsan
17:07 Buldan: Tişta ku parlamentoyê nekir, Guven dike
16:43 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê de girt
16:24 Şaxên ÎHD'ê: Mafê Jiyanê di bin talûyeke mezin de ye
15:27 Jinan li ber Girtîgeha Bakirkoyê xwestin daxwazên Guven bên qebûl kirin
15:23 KCDP: Di 19 mehên dayî de 652 jin hatin kuştin
14:42 Ozturk: Ji bo şikandina tecrîd divê em xwedî çalakiya Guven derbikevin
14:33 Esnafên Ceylan Karavîlê yên dikan girtin: Gefan li me dixwin
14:20 Di doza Nisêbînê de peyama piştgiriyê ji bo çalakiya Guven hat dayîn
14:18 30 kes dubare binçav kirin
13:58 Li Sîlîvrî grev bi koma 2'yemîn didome
13:25 Ocalan: Polîsan bi kîjan heqî bi ser avahiya HDP'ê de girtin
13:19 Karkerên ÎZBAN: Grev di wateyekê de bê kariye
13:09 Ji KESK’iyan banga tevlêbûna mîtînga Edeneyê
12:25 Aktîvîstên TJA dest bi greva birçîbûnê kirin
11:56 Ji bo Amedê hişyariya firtûnê hat kirin
11:54 Li Giresûnê grev di roja 14'an de bi koma 2'emîn didome
11:15 2 girtî ji Rihayê sewqî Xerpêtê kirin
11:12 Dadgehê ceza li wekilên HDP’ê yên berê Baydemir û Bîrlîk birîn
10:35 Der barê Rojnameger Kirkaya de biryara binçavkirinê dan
09:33 ‘Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye'
09:28 Ahmet Turk: Ev destpêk e
09:07 Dayika kurê wê li girtîgehê di grevê de: Em li pişt daxwazên wan in
09:05 'Ji bo cîhanek azad û wekhev divê tifaqa jinan ava bibe'
09:05 Meclîsa Ciwanan a HDP: Tenê rojeva me şikandina tecrîdê ye
09:04 Rojeva HDP'ê Tecrît e
09:03 Cenazeyan nadan malbatan
09:01 'Divê Erdogan pêşî posterên xwe rabike'
09:01 Gergerlioglu: Ji bo maf û azadiyan divê rêxistinên civaka sivîl bên cem hev
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2018'AN
07:00 NÇM'ê sala xwe ya 27'emîn pîroz kir
09/12/2018
17:13 Jin dest bi greva birçîbûnê dikin
16:39 Li meclîsê binçavkirina HDP'iyên destek dan grev birçîbûnê hat pirsîn
16:07 Temellî: Em ê Tirkiyeyê ji feraseta qeyûman rizgar bikin
14:59 '31'ê Adarê ji bo me firsend e'
14:14 Karneya 'binpêkirinên mafan ên îktîdara AKP'ê' hat amadekirin
13:50 Wê dengbêj ji bo Nesrîn Şêrwanê bistrên
12:00 Karkerê ceryan pê girt mir
11:48 Komên duyem çalakiya greva birçîbûnê dewr girtin
11:27 Polîs û cerdevanan 643 milyon lîre pere anîn ser navê xwe
10:29 Li maleke xwendekaran bijîşkek hat kuştin
09:20 Ok ê ji ÎŞKUR'ê hat îxrackirin: Bi zanebûn jinan ji kar qut dikin
09:19 Gergerlîoglû: Li girtîgehan polîtîkaya dijminahiyê tê birêvebirin
09:18 Îslam: Li Tirkiyeyê êdî normên hiqûqê naxebitin
09:18 Di hevdîtinên ji bo budçeyê de wê rojeva sereke ya HDP'ê Leyla Guven be
09:17 Bersûc beraat kir, lê belê Ozkanê eleqeya wî bi bûyerê tune ye 22 sal in girtî ye
09:16 Mehek derbas bû lê hîn jî rapora Sîsê Bîngolê nehatiye amadekirin
09:15 Ozturk: Ger dîroka wan a zilmê hebe, a me jî dîroka me ya berxwedanê heye
09:14 Serokê Dev Yapi-Îş'ê Karabulut: Ji bo tolhildanê em girtin
09:13 Nivîsên folklorîk ên kovara Hawar, Ronahî û Roja Nû hatin tesnîfkirin
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2018'AN
08/12/2018
20:52 Wesayîta leşkeran qelibî, 3 leşker birîndar bûn
17:16 Çalakiya ‘Êlek Zeran’ belavî Holland û Belçîka jî bûn
16:48 Rêvebera HDP’a Mêrsînê hat binçavkirin
16:24 Çalakgerê ku TRT’ê protesto kir mohra xwe li rojê da
16:19 Girtiyên li Sîweregê: Heta tecrîd bidome çalakî jî dê bidomin
15:47 Platforma Şaxan a KESK'ê: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:33 Greva birçîbûnê li girtîgehan belav dibe
15:28 Girtiyê nexweş Yavûzel: Ger wisan dewam bike ezê bimirim
14:55 Xizmên windayan: Daraz faîlan diparêze
14:09 Girtiyê nexweş Mahmût Aktaş berdin
13:46 Komxebata Tenduristiyê ya HDK’ê: Alternatîfa me heye
13:33 ‘Ji 9 saliya xwe heta niha qurnefilan datînim Qada Galatasarayê'
13:27 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
12:54 Demîrkıran: Daxwaza Guven a li dijî tecrîdê daxwaza me ye
12:43 Kolanên Fransa bi zer xemilîn
12:29 Rojnameger Berîvan Bîla hat girtin
11:56 Lêpirsîna Efrînê ji bo endamên Hewldana Hemwelatiyan vekirin
10:11 NÇM bi slogana ‘Bi hev re’ rêwîtiya 27 salan pîroz dike
09:42 Demîrtaş ji Le Monde re nivîsdan: Em li benda piştevaniya we ne
09:41 17 mehin di çalakiyan de ne: Em heqê xwînana xwe dixwazin
09:40 Beriya hilbijartinê qeyûmê Cizîrê milkê şaredariyê dewr dike gelo?
09:06 Kemal Ozelamli: Ez ê dest bi rojiya mirinê bikim
09:05 Namzetê AKP'ê qeyûm Atîlla avahiya şaredariyê veguherand ofîsa hilbijartinê
09:05 Ji bo cenazeyê kurê xwe yê li Sûrê bigire 19 car in tê Amedê
09:05 Girtiyê nexweş Kalay bal kişand ser nexweşîna xwe
09:04 Can: Di 1980'an de civakiyîbûneke germ hebû, lê niha tenêtî heye
09:04 'Karneya Tirkiyeyê ya mafê mirovan di biniya sifirê de ye'
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2018'AN
07/12/2018
22:30 7 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Serayê hat birîn
21:06 Der barê bersûcê doza Licê Eşref Hatîpoglû de biryara beraatê
20:51 Otobêsa rêwiyan qeza kir, 5 kes mirin
20:42 Hevşaredarên Qoserê nehatin berdan
20:25 Hevserokê HDP'a Kepezê hat girtin
16:37 Li Amedê jinek hat kuştin
16:12 HDP'ê li Rihayê binçavkirin şermezar kir: Em ê bi ser bikevin
16:11 12 kurtefîlm li Stenbolê tên pêşandan
15:58 'Dewama girtina endamê me Demîrtaş bêhiqûqî ye’
15:22 Çalakiya Guven di roja 30’yemîn de ye: Rewşa krîtîk dest pê kir
15:13 EUTCC'ê xwest hikûmeta AKP'ê tecrîdkirina Ocalan rake
15:02 Bavê ku kêlika kurê xwe çêkiribû hat berdan
14:44 Parêzer: Delîlên kuştina Karakan hatin reşkirin
14:38 KESK’ê banga beşdariya mitîngê kir
13:41 AYM’ê biryara sînorkirina lêpirsîna komkujiyê mafdar dît
13:17 HDP li Stenbol, Îzmir, Edene û Mêrsînê amadekariyên namzetên bi îdîa dike
12:54 Li Beyoglu şewat deret: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:46 Endamê Koma Aştiyê Turgut hat binçavkirin
12:40 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:02 ‘Pêşbirka Xwendina’ edebiyata kurdî tê lidarxistin