Gergerlioglu: Ji bo maf û azadiyan divê rêxistinên civaka sivîl bên cem hev

img

EDENE – Endamê Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê ya HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû, der barê Hefteya Mafên Mirovan de axivî û got, maf û azadî tên binpêkirin û demildest divê rêxistinên civaka sivîl nêrînên xwe yên siyasî deynên hêlekê û ji bo vê bên cem hevdu. 

Piştî Neteweyên Yekbûyî (NY) Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan qebûl kir, 7-10'ê Kanûnê wekî "Hefteya Mafên Mirovan" hat îlankirin. Di vî warî de li Tirkiyeyê her diçe binpêkirinên mafan û hiqûqê zêdetir dibin. Parlementerê HDP'ê yê Kocaeliyê û Endamê Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê ya HDP'ê Omer Farûk Berberlîoglû bi boneya Hefteya Mafên Mirovan ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) bal kişand ser rewşa li Tirkiyeyê. Li gorî Gergerlîoglû serdema herî xirab a dîroka Komara Tirkiyeyê ev serdem e. 
 
Gergerlîoglû destnîşan kir ku Tirkiye di warê maf û azadiyan de li cîhanê di rewşeke pir xirab de ye. Gergerlîoglû bal kişand ser xirabûna pergala edalet û dariazê û kapasîteya li girtîgehan jî û got: "Niha em li Tirkiyeyeke noq bûye temaşe dikin. Em li rewşeke cihê şermê ye temaşe dikin. Em li Tirkiyeyeke hemû destkeftî hatine tunekirin temaşe dikin." 
 
Gergerlîoglû got: "Li welat cudahiya hêzan hatiye tunekirin. Daraz, qanûnçêkirin û birêvebirin di destê yekkesî de ye û ev kes li gorî daxwaza xwe şikil dide vê yekê. Hiqûq bi temamî daxilî siyasetê hatiye kirin. Bi vê re têgîna hiqûqê jî ji holê radibe. Ên karê wan zehmet e hiqûqnas in. Mixabin edalet hatiye xirabkirin. Ji bo dewleta hiqûqê ji holê bê rakirin bi awayekî dijwar êrîşî hiqûqnasan dikin." 
 
RÊYEKE DIN
 
Gergerlîoglû, destnîşan kir ku mekanîzmaya dewletê ya heyî ji dêvla vê rewşa neyînî ji holê rabike bi rêya "tepisandin, serîtewandin û çewisandinê" dixwaze encamê bigire. Gergerlîoglû bilêv kir ku ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin û li hemberî vê yekê bal kişand ser girîngiya muxalefeta demokratîk. 
 
Gergerlîoglû, diyar kir ku di pêvajoyeke aştiya civakî hatiye windakirin de ew ji bo mafên mirovan têdikoşin û got: "Di vê hefteyê de jî dewlet şerm nake û pîrozbahiyan dike. Her wiha saziyeke bi navê Mafên Mirovan û Wekheviyê heye. Beyanên serokê vê saziyê hene. Pir aşkere ye, ev beyan dijî mafên mirovan e. Feraseteke wisa anîne ser desteyên mafên mirovan. Ev cihê xemgîniyê ne. Lê belê bi salan e em vê yekê di mekanîzmanyên dewletê de dibînin." 
 
'HELBET WÊ KIRYAR LÊPIRSÎNA BINPÊKIRINA KESAN NEKIN' 
 
Gergerlîoglû, diyar kir ku tiştên li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan diqewimin wî xemgîn dike û got: "Karê me yê ewil ew bû, em li hemberî serokê komîsyonê bitêkoşin. Çimkî ew sedema binpêkirina ne. Li hemberî binpêkirinan xwe li nedîtinê datînin û li gor wan binpêkirin guncan in. Ev rewş cihê xeyalşikestineke mezin e. Lê belê li ber vê em me serî netewand û em têdikoşin. Ji bo Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan bixebite em têdikoşin. Baş tê zanîn divê li Tirkiyeyê têkoşîna di warê mafên mirovan de ji dewletê re neyê hiştin. Divê civaka sivîl xwedî lê derkeve. Em mecbûr in her mekanîzmayê jî bi kar bînin. Helbet kiryarên binpêkirinan wê nexwazin lêpirsîna binpêkirinan bikin. Lê di vî warî de çi ji destê me tê em dikin." 
 
Gergerlîoglû, destnîşan kir ku ji bo dawî li vê rewşê bê, demildest divê rêxistinên civaka sivîl nêrînên xwe yên siyasî deynin hêlekê û ji bo maf û azadiyan bên cem hevdu. Gergerlîoglû got: "Ancax wê bi vî awayî mafên mirovan xurt bibin. Divê her derdor bê û careke din vê yekê pêk bîne. Wekî din tu rê tune ne." 
 
MA / Hamdullah Kesen
 
 

Sernavên din

10/12/2018
18:19 Binçavkirina aktîvîstên TJA'ê bi tundî şermezar kirin: Dayika 80 salî pêxwaz binçav kirin
17:12 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girt: 25 aktîvîstên TJA’yê binçav kirin
Aktîvîstên TJA'yê bi tilîlîyan bersîv da polîsan
17:07 Buldan: Tişta ku parlamentoyê nekir, Guven dike
16:43 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê de girt
16:24 Şaxên ÎHD'ê: Mafê Jiyanê di bin talûyeke mezin de ye
15:27 Jinan li ber Girtîgeha Bakirkoyê xwestin daxwazên Guven bên qebûl kirin
15:23 KCDP: Di 19 mehên dayî de 652 jin hatin kuştin
14:42 Ozturk: Ji bo şikandina tecrîd divê em xwedî çalakiya Guven derbikevin
14:33 Esnafên Ceylan Karavîlê yên dikan girtin: Gefan li me dixwin
14:20 Di doza Nisêbînê de peyama piştgiriyê ji bo çalakiya Guven hat dayîn
14:18 30 kes dubare binçav kirin
13:58 Li Sîlîvrî grev bi koma 2'yemîn didome
13:25 Ocalan: Polîsan bi kîjan heqî bi ser avahiya HDP'ê de girtin
13:19 Karkerên ÎZBAN: Grev di wateyekê de bê kariye
13:09 Ji KESK’iyan banga tevlêbûna mîtînga Edeneyê
12:25 Aktîvîstên TJA dest bi greva birçîbûnê kirin
11:56 Ji bo Amedê hişyariya firtûnê hat kirin
11:54 Li Giresûnê grev di roja 14'an de bi koma 2'emîn didome
11:15 2 girtî ji Rihayê sewqî Xerpêtê kirin
11:12 Dadgehê ceza li wekilên HDP’ê yên berê Baydemir û Bîrlîk birîn
10:35 Der barê Rojnameger Kirkaya de biryara binçavkirinê dan
09:33 ‘Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye'
09:28 Ahmet Turk: Ev destpêk e
09:07 Dayika kurê wê li girtîgehê di grevê de: Em li pişt daxwazên wan in
09:05 'Ji bo cîhanek azad û wekhev divê tifaqa jinan ava bibe'
09:05 Meclîsa Ciwanan a HDP: Tenê rojeva me şikandina tecrîdê ye
09:04 Rojeva HDP'ê Tecrît e
09:03 Cenazeyan nadan malbatan
09:01 'Divê Erdogan pêşî posterên xwe rabike'
09:01 Gergerlioglu: Ji bo maf û azadiyan divê rêxistinên civaka sivîl bên cem hev
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2018'AN
07:00 NÇM'ê sala xwe ya 27'emîn pîroz kir
09/12/2018
17:13 Jin dest bi greva birçîbûnê dikin
16:39 Li meclîsê binçavkirina HDP'iyên destek dan grev birçîbûnê hat pirsîn
16:07 Temellî: Em ê Tirkiyeyê ji feraseta qeyûman rizgar bikin
14:59 '31'ê Adarê ji bo me firsend e'
14:14 Karneya 'binpêkirinên mafan ên îktîdara AKP'ê' hat amadekirin
13:50 Wê dengbêj ji bo Nesrîn Şêrwanê bistrên
12:00 Karkerê ceryan pê girt mir
11:48 Komên duyem çalakiya greva birçîbûnê dewr girtin
11:27 Polîs û cerdevanan 643 milyon lîre pere anîn ser navê xwe
10:29 Li maleke xwendekaran bijîşkek hat kuştin
09:20 Ok ê ji ÎŞKUR'ê hat îxrackirin: Bi zanebûn jinan ji kar qut dikin
09:19 Gergerlîoglû: Li girtîgehan polîtîkaya dijminahiyê tê birêvebirin
09:18 Îslam: Li Tirkiyeyê êdî normên hiqûqê naxebitin
09:18 Di hevdîtinên ji bo budçeyê de wê rojeva sereke ya HDP'ê Leyla Guven be
09:17 Bersûc beraat kir, lê belê Ozkanê eleqeya wî bi bûyerê tune ye 22 sal in girtî ye
09:16 Mehek derbas bû lê hîn jî rapora Sîsê Bîngolê nehatiye amadekirin
09:15 Ozturk: Ger dîroka wan a zilmê hebe, a me jî dîroka me ya berxwedanê heye
09:14 Serokê Dev Yapi-Îş'ê Karabulut: Ji bo tolhildanê em girtin
09:13 Nivîsên folklorîk ên kovara Hawar, Ronahî û Roja Nû hatin tesnîfkirin
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2018'AN
08/12/2018
20:52 Wesayîta leşkeran qelibî, 3 leşker birîndar bûn
17:16 Çalakiya ‘Êlek Zeran’ belavî Holland û Belçîka jî bûn
16:48 Rêvebera HDP’a Mêrsînê hat binçavkirin
16:24 Çalakgerê ku TRT’ê protesto kir mohra xwe li rojê da
16:19 Girtiyên li Sîweregê: Heta tecrîd bidome çalakî jî dê bidomin
15:47 Platforma Şaxan a KESK'ê: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:33 Greva birçîbûnê li girtîgehan belav dibe
15:28 Girtiyê nexweş Yavûzel: Ger wisan dewam bike ezê bimirim
14:55 Xizmên windayan: Daraz faîlan diparêze
14:09 Girtiyê nexweş Mahmût Aktaş berdin
13:46 Komxebata Tenduristiyê ya HDK’ê: Alternatîfa me heye
13:33 ‘Ji 9 saliya xwe heta niha qurnefilan datînim Qada Galatasarayê'
13:27 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
12:54 Demîrkıran: Daxwaza Guven a li dijî tecrîdê daxwaza me ye
12:43 Kolanên Fransa bi zer xemilîn
12:29 Rojnameger Berîvan Bîla hat girtin
11:56 Lêpirsîna Efrînê ji bo endamên Hewldana Hemwelatiyan vekirin
10:11 NÇM bi slogana ‘Bi hev re’ rêwîtiya 27 salan pîroz dike
09:42 Demîrtaş ji Le Monde re nivîsdan: Em li benda piştevaniya we ne
09:41 17 mehin di çalakiyan de ne: Em heqê xwînana xwe dixwazin
09:40 Beriya hilbijartinê qeyûmê Cizîrê milkê şaredariyê dewr dike gelo?
09:06 Kemal Ozelamli: Ez ê dest bi rojiya mirinê bikim
09:05 Namzetê AKP'ê qeyûm Atîlla avahiya şaredariyê veguherand ofîsa hilbijartinê
09:05 Ji bo cenazeyê kurê xwe yê li Sûrê bigire 19 car in tê Amedê
09:05 Girtiyê nexweş Kalay bal kişand ser nexweşîna xwe
09:04 Can: Di 1980'an de civakiyîbûneke germ hebû, lê niha tenêtî heye
09:04 'Karneya Tirkiyeyê ya mafê mirovan di biniya sifirê de ye'
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2018'AN
07/12/2018
22:30 7 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Serayê hat birîn
21:06 Der barê bersûcê doza Licê Eşref Hatîpoglû de biryara beraatê
20:51 Otobêsa rêwiyan qeza kir, 5 kes mirin
20:42 Hevşaredarên Qoserê nehatin berdan
20:25 Hevserokê HDP'a Kepezê hat girtin
16:37 Li Amedê jinek hat kuştin
16:12 HDP'ê li Rihayê binçavkirin şermezar kir: Em ê bi ser bikevin
16:11 12 kurtefîlm li Stenbolê tên pêşandan
15:58 'Dewama girtina endamê me Demîrtaş bêhiqûqî ye’
15:22 Çalakiya Guven di roja 30’yemîn de ye: Rewşa krîtîk dest pê kir
15:13 EUTCC'ê xwest hikûmeta AKP'ê tecrîdkirina Ocalan rake
15:02 Bavê ku kêlika kurê xwe çêkiribû hat berdan
14:44 Parêzer: Delîlên kuştina Karakan hatin reşkirin
14:38 KESK’ê banga beşdariya mitîngê kir
13:41 AYM’ê biryara sînorkirina lêpirsîna komkujiyê mafdar dît
13:17 HDP li Stenbol, Îzmir, Edene û Mêrsînê amadekariyên namzetên bi îdîa dike
12:54 Li Beyoglu şewat deret: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:46 Endamê Koma Aştiyê Turgut hat binçavkirin
12:40 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:02 ‘Pêşbirka Xwendina’ edebiyata kurdî tê lidarxistin