Temellî: Em ê Tirkiyeyê ji feraseta qeyûman rizgar bikin

img

STENBOL – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî di kongreya HDP'a Sancaktepeyê de axivî. Temellî bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê û got: "Dengê Guvem li dijî faşîzmê û şer e." Her wiha Temellî bal kişand ser hilbijartina herêmî jî û got: "Em ê Tirkiyeyê ji feraseta qeyûman rizgar bikin." 

Hevserokê HDP'ê yê Giştî Sezaî Temellî tev li kongreya asayî ya 3'yemîn a HDP'a Sancaktepe ya Stenbolê bû. Dayikên Şemiyê, rêveberên Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), aktivîst û rêveberên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de gelek kes tev li kongreyê bûn. Piştî rêzgirtinê kongre dest pê kir û Temellî axivî û ji bo şert û mercên heyî got, 'faşîzm' e û diyar kir, ew ê bi hev re têbikoşin û dawiya dawî faşîzmê têk bibin.
 
'DENGÊ GUVENÊ LI DIJÎ FAŞÎZMÊ Û ŞER E'
 
Temellî got, heta ku aştî pêk were wê têkoşîna wan bidome û wiha dewam kir: "Leyla Guven ku 32 roj in di greva birçîbûnê de ye, rê li ber me dixe. Ev îrade li refên herî pêş dimeşe û rêya me vedike. Divê her kes hurmetê nîşanî vê îradeyê bide. Dem dema ku dengê Leyla Guven bê bihîstin. Lewma divê kes li benda tiştekî nemîne. Bû 32 roj, lê belê hîn beşeke mezin a raya giştî Leyla Guven ji nedîtî ve tê. Parlamento Leyla Guven ji nedîtî ve tê, weke ku Leyla Guven nîne bêxem e. Leyla Guven heye, dengê wê heye, îradeya wê heye. Bivê nevê hûnê vî dengî bibihîzin, ji ber ku dengê Leyla Guven dengê rastiyê ye. Dengê li dijî faşîzm, zext, zilm û şer e.
 
Kî vî dengî bilind dike, kî alîgirê aştî, demokrasî û îradeya paşeroja hevpar e, dibe hedefa rejîma Erdogan. Dewlet êrîşî wan dike. Mîna Sirri Sureyya Onder ku bi berpirsyariya aştî û demokrasiyê rabû. Sirri Sureyya Onder xistin girtîgehê. Ne ku ji ber ceza kiriye, lê ji ber alîgirê aştiyê ye, bû hedefa êrîşa dewletê. Bi hêrsa tolhildanê zilmê li hevrêyên me dikin. Bi hezaran hevalên me girtî ne, bi hezaran hevalên me neçar man welêt biterikînin. Van hevalên me aştî xwestin, demokrasî xwestin û gotin, 'werin em li welatekî hevpar di nava komara demokratîk de bi hev re bin'. Ya ku li dijî vê daxwaza wan hate kirin ev e.
 
Ev dewlet aştiyê naxwaze, demokrasiyê naxwaze, şer dixwaze. Ev dewlet dixwaze bi desthilatdariyeke ku xwe ji dijminatiya li kurdan xwedî dike bimeşe. Em jî dibêjin, 'Em ê dawî li vê dijminatiyê, li vî şerî û li vê zilmê bînin'. Ji ber ku em xwedî îrade ne, xwedî rêxistinbûneke xurt in. Li pişt van hemûyan jî nêrîneke me ya qewîn heye... Silav ji xwediyê vê nêrînê re, silav ji Îmraliyê re, silav ji Ocalan re."
 
DIVÊ TECRÎD WERE RAKIRIN
 
Temellî diyar kir ku divê tecrîd bê rakirin û got: "Eger tecrîd neqede ev welat wê bikeve nava felaketê, wê ber bi hilweşînê ve biçe. Ne tenê ev welat, Rojhilata Navîn jî ber bi felaketê ve diçe. Rojhilata Navîn bûye qada şer. Li her derê çete hene, zeytûnan talan dikin, bi rengekî namerdî êrîşê dibin ser Efrînê. Niha Rojava dikin hedef. Bi çeteyên li Îdlibê re hevkariyê dikin. Ji ber ku derdê wan ew e ku bi kurdan re jiyaneke hevpar neyê afirandin.
 
Halbûkî gelên qewîm ên vê erdnîgariyê îradeya xwe ya ji bo jiyana bi hev re nîşan da. Ji bo ev îrade neyê dîtin, tecrîdê ferz dikin. Lewma divê tecrîd biqede. Gelên Tirkiyeyê, kedkar, jin û her kesên li vê erdnîgariyê ne, divê xwedî li îradeya aştiyê ya gelan derkevin. Ev yek jî bi têkoşîna hevpar, bi xwedîderketina li dengê Leyla Guven dibe."
 
'EM Ê TIRKIYEYÊ JI FERASETA QEYÛMAN RIZGAR BIKIN'
 
Temellî bal kişand ser desteserkirina şaredariyan ên bi polîtîkayên qeyûmî hatin desteserkirin û hilbijartina herêmî jî û got: "Ji 102 şaredariyên me qeyûm tayînî 96 şaredariyan hatin kirin. Em ê van şaredariyên xwe ji feraseta qeyûman safî bikin û bsitînin. Tenê ne 102 şaredarî, em ê bêtir şaredariyan bi dets bixin. Her wiha eger em bi tena serê xwe bikaribin ji derheqê îktîdarê derkevin, ji bo em ji vê îtifaqa cumhûr ya li ser asasên feraseta yekzilamî ye xelas bibin em ê li hemû deverên Tirkiyeyê mil bidin milên hêzên demokrasiyê. Em ê Tirkiyeyê ji feraseta qeyûmî rizgar bikin." 
 
Temellî piştî axaftina xwe ji Sancaktepeyê berê xwe da Kartalê û tev li kongreya HDP'a Kartalê bû. 

Sernavên din

10/12/2018
18:19 Binçavkirina aktîvîstên TJA'ê bi tundî şermezar kirin: Dayika 80 salî pêxwaz binçav kirin
17:12 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girt: 25 aktîvîstên TJA’yê binçav kirin
Aktîvîstên TJA'yê bi tilîlîyan bersîv da polîsan
17:07 Buldan: Tişta ku parlamentoyê nekir, Guven dike
16:43 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê de girt
16:24 Şaxên ÎHD'ê: Mafê Jiyanê di bin talûyeke mezin de ye
15:27 Jinan li ber Girtîgeha Bakirkoyê xwestin daxwazên Guven bên qebûl kirin
15:23 KCDP: Di 19 mehên dayî de 652 jin hatin kuştin
14:42 Ozturk: Ji bo şikandina tecrîd divê em xwedî çalakiya Guven derbikevin
14:33 Esnafên Ceylan Karavîlê yên dikan girtin: Gefan li me dixwin
14:20 Di doza Nisêbînê de peyama piştgiriyê ji bo çalakiya Guven hat dayîn
14:18 30 kes dubare binçav kirin
13:58 Li Sîlîvrî grev bi koma 2'yemîn didome
13:25 Ocalan: Polîsan bi kîjan heqî bi ser avahiya HDP'ê de girtin
13:19 Karkerên ÎZBAN: Grev di wateyekê de bê kariye
13:09 Ji KESK’iyan banga tevlêbûna mîtînga Edeneyê
12:25 Aktîvîstên TJA dest bi greva birçîbûnê kirin
11:56 Ji bo Amedê hişyariya firtûnê hat kirin
11:54 Li Giresûnê grev di roja 14'an de bi koma 2'emîn didome
11:15 2 girtî ji Rihayê sewqî Xerpêtê kirin
11:12 Dadgehê ceza li wekilên HDP’ê yên berê Baydemir û Bîrlîk birîn
10:35 Der barê Rojnameger Kirkaya de biryara binçavkirinê dan
09:33 ‘Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye'
09:28 Ahmet Turk: Ev destpêk e
09:07 Dayika kurê wê li girtîgehê di grevê de: Em li pişt daxwazên wan in
09:05 'Ji bo cîhanek azad û wekhev divê tifaqa jinan ava bibe'
09:05 Meclîsa Ciwanan a HDP: Tenê rojeva me şikandina tecrîdê ye
09:04 Rojeva HDP'ê Tecrît e
09:03 Cenazeyan nadan malbatan
09:01 'Divê Erdogan pêşî posterên xwe rabike'
09:01 Gergerlioglu: Ji bo maf û azadiyan divê rêxistinên civaka sivîl bên cem hev
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2018'AN
07:00 NÇM'ê sala xwe ya 27'emîn pîroz kir
09/12/2018
17:13 Jin dest bi greva birçîbûnê dikin
16:39 Li meclîsê binçavkirina HDP'iyên destek dan grev birçîbûnê hat pirsîn
16:07 Temellî: Em ê Tirkiyeyê ji feraseta qeyûman rizgar bikin
14:59 '31'ê Adarê ji bo me firsend e'
14:14 Karneya 'binpêkirinên mafan ên îktîdara AKP'ê' hat amadekirin
13:50 Wê dengbêj ji bo Nesrîn Şêrwanê bistrên
12:00 Karkerê ceryan pê girt mir
11:48 Komên duyem çalakiya greva birçîbûnê dewr girtin
11:27 Polîs û cerdevanan 643 milyon lîre pere anîn ser navê xwe
10:29 Li maleke xwendekaran bijîşkek hat kuştin
09:20 Ok ê ji ÎŞKUR'ê hat îxrackirin: Bi zanebûn jinan ji kar qut dikin
09:19 Gergerlîoglû: Li girtîgehan polîtîkaya dijminahiyê tê birêvebirin
09:18 Îslam: Li Tirkiyeyê êdî normên hiqûqê naxebitin
09:18 Di hevdîtinên ji bo budçeyê de wê rojeva sereke ya HDP'ê Leyla Guven be
09:17 Bersûc beraat kir, lê belê Ozkanê eleqeya wî bi bûyerê tune ye 22 sal in girtî ye
09:16 Mehek derbas bû lê hîn jî rapora Sîsê Bîngolê nehatiye amadekirin
09:15 Ozturk: Ger dîroka wan a zilmê hebe, a me jî dîroka me ya berxwedanê heye
09:14 Serokê Dev Yapi-Îş'ê Karabulut: Ji bo tolhildanê em girtin
09:13 Nivîsên folklorîk ên kovara Hawar, Ronahî û Roja Nû hatin tesnîfkirin
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2018'AN
08/12/2018
20:52 Wesayîta leşkeran qelibî, 3 leşker birîndar bûn
17:16 Çalakiya ‘Êlek Zeran’ belavî Holland û Belçîka jî bûn
16:48 Rêvebera HDP’a Mêrsînê hat binçavkirin
16:24 Çalakgerê ku TRT’ê protesto kir mohra xwe li rojê da
16:19 Girtiyên li Sîweregê: Heta tecrîd bidome çalakî jî dê bidomin
15:47 Platforma Şaxan a KESK'ê: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:33 Greva birçîbûnê li girtîgehan belav dibe
15:28 Girtiyê nexweş Yavûzel: Ger wisan dewam bike ezê bimirim
14:55 Xizmên windayan: Daraz faîlan diparêze
14:09 Girtiyê nexweş Mahmût Aktaş berdin
13:46 Komxebata Tenduristiyê ya HDK’ê: Alternatîfa me heye
13:33 ‘Ji 9 saliya xwe heta niha qurnefilan datînim Qada Galatasarayê'
13:27 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
12:54 Demîrkıran: Daxwaza Guven a li dijî tecrîdê daxwaza me ye
12:43 Kolanên Fransa bi zer xemilîn
12:29 Rojnameger Berîvan Bîla hat girtin
11:56 Lêpirsîna Efrînê ji bo endamên Hewldana Hemwelatiyan vekirin
10:11 NÇM bi slogana ‘Bi hev re’ rêwîtiya 27 salan pîroz dike
09:42 Demîrtaş ji Le Monde re nivîsdan: Em li benda piştevaniya we ne
09:41 17 mehin di çalakiyan de ne: Em heqê xwînana xwe dixwazin
09:40 Beriya hilbijartinê qeyûmê Cizîrê milkê şaredariyê dewr dike gelo?
09:06 Kemal Ozelamli: Ez ê dest bi rojiya mirinê bikim
09:05 Namzetê AKP'ê qeyûm Atîlla avahiya şaredariyê veguherand ofîsa hilbijartinê
09:05 Ji bo cenazeyê kurê xwe yê li Sûrê bigire 19 car in tê Amedê
09:05 Girtiyê nexweş Kalay bal kişand ser nexweşîna xwe
09:04 Can: Di 1980'an de civakiyîbûneke germ hebû, lê niha tenêtî heye
09:04 'Karneya Tirkiyeyê ya mafê mirovan di biniya sifirê de ye'
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2018'AN
07/12/2018
22:30 7 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Serayê hat birîn
21:06 Der barê bersûcê doza Licê Eşref Hatîpoglû de biryara beraatê
20:51 Otobêsa rêwiyan qeza kir, 5 kes mirin
20:42 Hevşaredarên Qoserê nehatin berdan
20:25 Hevserokê HDP'a Kepezê hat girtin
16:37 Li Amedê jinek hat kuştin
16:12 HDP'ê li Rihayê binçavkirin şermezar kir: Em ê bi ser bikevin
16:11 12 kurtefîlm li Stenbolê tên pêşandan
15:58 'Dewama girtina endamê me Demîrtaş bêhiqûqî ye’
15:22 Çalakiya Guven di roja 30’yemîn de ye: Rewşa krîtîk dest pê kir
15:13 EUTCC'ê xwest hikûmeta AKP'ê tecrîdkirina Ocalan rake
15:02 Bavê ku kêlika kurê xwe çêkiribû hat berdan
14:44 Parêzer: Delîlên kuştina Karakan hatin reşkirin
14:38 KESK’ê banga beşdariya mitîngê kir
13:41 AYM’ê biryara sînorkirina lêpirsîna komkujiyê mafdar dît
13:17 HDP li Stenbol, Îzmir, Edene û Mêrsînê amadekariyên namzetên bi îdîa dike
12:54 Li Beyoglu şewat deret: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:46 Endamê Koma Aştiyê Turgut hat binçavkirin
12:40 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:02 ‘Pêşbirka Xwendina’ edebiyata kurdî tê lidarxistin