Gergerlîoglû: Li girtîgehan polîtîkaya dijminahiyê tê birêvebirin

  • rojane
  • 09:19 9 Kanûn 2018
  • |
img

EDENE – Parlementerê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û rewşa gritiyên nexweş û got: "Li girtîgehan polîtîkaya dijminahiyê tê birêvebirin. Polîtîkaya 'min ew girt û ew dijiminê min e.' Lê belê ev muameleyên kirêt bi tu awayî nayên qebûlkirin." 

Parlementerê HDP'ê yê Kocaeliyê û Endamê Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê Omer Farûk Gergerlîoglû bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û helwesta dewletê ya li hemberî girtiyên nexweş. 
 
Gergerlîoglû, destnîşan kir ku her diçe hejmara girtiyên nexweş zêde dibe. Her wiha Gergerlîoglû bal kişand ser kêmbûna bijîşkên li girtîgehan jî û got: "Li girtîgehên Tirkiyeyê hejmara girtiyan 260 hezar e. Lê belê tenê 8 bijîşkên aîdî kadroya Wezaretaa Dadê hene. Yên mayî jî aliyê Wezareta Tenduristiyê ve bi usûla ava milan tên temînkirin. Ji ber em baş dizanin bi ava milan aş nagere, em fêm dikin xizmeta tenduristiyê ya ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve tê temînkirin bê çi qasî kêm û bêkêr e. Ji 471 bijîşkî 463 jê ji derve tên temînkirin. Tenê 8 jê aîdî kadroya Wezareta Dadê ne. Kêmasiya di warê tenduristiyê de zêde ye. Jixwe pir aşkere ye ku girtiyên nexweş di warê tenduristiyê de xwedî dezavantaj in. Her wiha bi ser de jî bi muameleyeke nebaş re rû bi rû dimînin." 
 
MAFÊ TENDURISTIYÊ TÊ BINPÊKIRIN 
 
Gergerlîoglû destnîşan kir ku girtiyên nexweş bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Gergerlîoglû, diyar kir ku li girtîgehan mirovên felcî û nikarin biaxivin hene û got: "Em behsa Tirkiyeyeke ku xaltîkên extiyar, pîra Sîsê, apên extiyar, kesên mîna Koçer Ozdal û gelek kesên din ên niha nikarim navên wan bihejmêrim tên girtin hene. Ev mirov piştî di merheleyên zor û zehmet re derbas dibin ancax tên berdan. Bi rastî jî di girtîgehan de ji ber burokrasiya giran giran bi rê ve diçe ew mirov an di warê tenduristiyê de bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin an jî dimirin. Gelek bûyerên bi vî rengî hene." 
 
Gergerlîoglû, bilêv kir ku dewlet bi çavekî dijminane li girtiyên nexweş dinere û bi feraseteke cezakirinê nêzî wan dibe. Gergerlîoglû diyar kir ku di binheşiya dewletê de "Divê ev mirov bên tunekirin. Divê bên îmhakirin. Jixwe tu mehsûla xizmeta kêm tune ye" heye. Gergerlîoglû destnîşan kir ku wexta mafê jiyanê tê binpêkirin dewlet xwe diparêze û tişta skandal jî ew e wexta girtiyên jiyana xwe ji dest didin piştî mirinê bi 45 rojan dewlet wekî girtî jiyana xwe ji dest nedabe daxuyaniyê dide. Gergerlîoglû got: "Mixabin feraseteke ev qas xemsar heye. Em bi feraseteke ku pêkanînên xwe qebûl nake re rû bi rû dimînin. Ev feraset feraseteke xirab e." 
 
ASTENGÎ PIR IN 
 
Gergerlîoglû, diyar kir ku girtiyên nexweş di warê nexweşxane, bijîşk, prosedur û razandinê de jî bi astegiyan re rû bi rû dimînin û got: "Girtiyên nexweş di warê mafê tendurstiyê de bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Hûn mecbûr in vana ji A'yê heta Z'yê biguherînin. Jixwe di ser kapasîteyê re mirov hene. Xizmeta tenduristiyê pir kêm e. Ji ber qawîşa mehkûman tune ye wexta mirov diçin nexweşxaneyê ji xizmeta tenduristiyê bêpar dimînin. Hûn bi awayekî ji girtîgehê diçin nexweşxaneyê. Wexta hûn diçin nexweşxaneyê vê carê jî hûn bi astengiya nebûna qawîşa mehkûman re rû bi rû dimînin. Divê hûn emeliyat bibin. Bijîşk heye. Lê belê tê gotin 'Qawîşa me ya mehkûman tune ye. Em nikarin te emeliyat bikin. Divê dîsa tu biçî girtîgehê.' Çend roj berê bi mînakeke ecêb re rû i rû mam. Nexweşekî divê di nav 2-3 rojan de deildest ji çavê xwe emeliyat bibe, lê ancax piştî 2 meh û nîvan şûnde emeliyat dibe. Ji ber vê çavê bêtir texrîb bû. Çimkî biçe nexweşxaneya kîjan zanîngehê qawîşa mehkûman tune ye. Ji ber vê nexweş bi binpêkirinên mafan ên mezin re rû bi rû ma. Hin girtî hene nêzî 3 sal in 20 diranên wan diêşin. Lê nayên tedawîkirin. Girtiyên ji ber ziravê xwe nerihet in demeke dirêj tên sekinandin lê dîsa jî nayên emeliyatkirin. Carinan jî, mixabin hin bijîşk bi egerên bîrdoziyî nêz dibin." 
 
‘DIJMINÊ MIN E' 
 
Herî dawî Gergerlîoglû got: "Beriya her tiştî divê li Tirkiyeyê edalet hebe. Divê bi mebesta cezakirinê girtîgeh bi mirovan neyên tijekirin. Ger di girtîgehê de mirov hebin divê ji bo wan xizmeteke mirovî jî hebe. Herkes dizane komeke dezavantajî heye. Divê xizmeteke azamî hebe. Dibe mirovek bê girtin. Dibe ji ber hin sûcan hatibe girtin. Lê belê dîsa jî divê dewlet lê binere. Divê ev yek pêk bê. Wexta feraseteke bi vî rengî hebe wê kêmasiyên di warê tenduristiyê de ji holê rabin. Polîtîkayeke dijminahiyê heye. Polîtîkaya 'min ew girt û ew dijiminê min e.' Belê dibe her dewlet biryarên wisa bide. Lê belê muameleya kirêt a li hemberî van mirovan bi tu awayî nayê qebûlkirin." 
 
MA / Hamdullah Kesen
 
 
 
 

Sernavên din

10/12/2018
18:19 Binçavkirina aktîvîstên TJA'ê bi tundî şermezar kirin: Dayika 80 salî pêxwaz binçav kirin
17:12 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girt: 25 aktîvîstên TJA’yê binçav kirin
Aktîvîstên TJA'yê bi tilîlîyan bersîv da polîsan
17:07 Buldan: Tişta ku parlamentoyê nekir, Guven dike
16:43 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê de girt
16:24 Şaxên ÎHD'ê: Mafê Jiyanê di bin talûyeke mezin de ye
15:27 Jinan li ber Girtîgeha Bakirkoyê xwestin daxwazên Guven bên qebûl kirin
15:23 KCDP: Di 19 mehên dayî de 652 jin hatin kuştin
14:42 Ozturk: Ji bo şikandina tecrîd divê em xwedî çalakiya Guven derbikevin
14:33 Esnafên Ceylan Karavîlê yên dikan girtin: Gefan li me dixwin
14:20 Di doza Nisêbînê de peyama piştgiriyê ji bo çalakiya Guven hat dayîn
14:18 30 kes dubare binçav kirin
13:58 Li Sîlîvrî grev bi koma 2'yemîn didome
13:25 Ocalan: Polîsan bi kîjan heqî bi ser avahiya HDP'ê de girtin
13:19 Karkerên ÎZBAN: Grev di wateyekê de bê kariye
13:09 Ji KESK’iyan banga tevlêbûna mîtînga Edeneyê
12:25 Aktîvîstên TJA dest bi greva birçîbûnê kirin
11:56 Ji bo Amedê hişyariya firtûnê hat kirin
11:54 Li Giresûnê grev di roja 14'an de bi koma 2'emîn didome
11:15 2 girtî ji Rihayê sewqî Xerpêtê kirin
11:12 Dadgehê ceza li wekilên HDP’ê yên berê Baydemir û Bîrlîk birîn
10:35 Der barê Rojnameger Kirkaya de biryara binçavkirinê dan
09:33 ‘Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye'
09:28 Ahmet Turk: Ev destpêk e
09:07 Dayika kurê wê li girtîgehê di grevê de: Em li pişt daxwazên wan in
09:05 'Ji bo cîhanek azad û wekhev divê tifaqa jinan ava bibe'
09:05 Meclîsa Ciwanan a HDP: Tenê rojeva me şikandina tecrîdê ye
09:04 Rojeva HDP'ê Tecrît e
09:03 Cenazeyan nadan malbatan
09:01 'Divê Erdogan pêşî posterên xwe rabike'
09:01 Gergerlioglu: Ji bo maf û azadiyan divê rêxistinên civaka sivîl bên cem hev
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2018'AN
07:00 NÇM'ê sala xwe ya 27'emîn pîroz kir
09/12/2018
17:13 Jin dest bi greva birçîbûnê dikin
16:39 Li meclîsê binçavkirina HDP'iyên destek dan grev birçîbûnê hat pirsîn
16:07 Temellî: Em ê Tirkiyeyê ji feraseta qeyûman rizgar bikin
14:59 '31'ê Adarê ji bo me firsend e'
14:14 Karneya 'binpêkirinên mafan ên îktîdara AKP'ê' hat amadekirin
13:50 Wê dengbêj ji bo Nesrîn Şêrwanê bistrên
12:00 Karkerê ceryan pê girt mir
11:48 Komên duyem çalakiya greva birçîbûnê dewr girtin
11:27 Polîs û cerdevanan 643 milyon lîre pere anîn ser navê xwe
10:29 Li maleke xwendekaran bijîşkek hat kuştin
09:20 Ok ê ji ÎŞKUR'ê hat îxrackirin: Bi zanebûn jinan ji kar qut dikin
09:19 Gergerlîoglû: Li girtîgehan polîtîkaya dijminahiyê tê birêvebirin
09:18 Îslam: Li Tirkiyeyê êdî normên hiqûqê naxebitin
09:18 Di hevdîtinên ji bo budçeyê de wê rojeva sereke ya HDP'ê Leyla Guven be
09:17 Bersûc beraat kir, lê belê Ozkanê eleqeya wî bi bûyerê tune ye 22 sal in girtî ye
09:16 Mehek derbas bû lê hîn jî rapora Sîsê Bîngolê nehatiye amadekirin
09:15 Ozturk: Ger dîroka wan a zilmê hebe, a me jî dîroka me ya berxwedanê heye
09:14 Serokê Dev Yapi-Îş'ê Karabulut: Ji bo tolhildanê em girtin
09:13 Nivîsên folklorîk ên kovara Hawar, Ronahî û Roja Nû hatin tesnîfkirin
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2018'AN
08/12/2018
20:52 Wesayîta leşkeran qelibî, 3 leşker birîndar bûn
17:16 Çalakiya ‘Êlek Zeran’ belavî Holland û Belçîka jî bûn
16:48 Rêvebera HDP’a Mêrsînê hat binçavkirin
16:24 Çalakgerê ku TRT’ê protesto kir mohra xwe li rojê da
16:19 Girtiyên li Sîweregê: Heta tecrîd bidome çalakî jî dê bidomin
15:47 Platforma Şaxan a KESK'ê: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:33 Greva birçîbûnê li girtîgehan belav dibe
15:28 Girtiyê nexweş Yavûzel: Ger wisan dewam bike ezê bimirim
14:55 Xizmên windayan: Daraz faîlan diparêze
14:09 Girtiyê nexweş Mahmût Aktaş berdin
13:46 Komxebata Tenduristiyê ya HDK’ê: Alternatîfa me heye
13:33 ‘Ji 9 saliya xwe heta niha qurnefilan datînim Qada Galatasarayê'
13:27 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
12:54 Demîrkıran: Daxwaza Guven a li dijî tecrîdê daxwaza me ye
12:43 Kolanên Fransa bi zer xemilîn
12:29 Rojnameger Berîvan Bîla hat girtin
11:56 Lêpirsîna Efrînê ji bo endamên Hewldana Hemwelatiyan vekirin
10:11 NÇM bi slogana ‘Bi hev re’ rêwîtiya 27 salan pîroz dike
09:42 Demîrtaş ji Le Monde re nivîsdan: Em li benda piştevaniya we ne
09:41 17 mehin di çalakiyan de ne: Em heqê xwînana xwe dixwazin
09:40 Beriya hilbijartinê qeyûmê Cizîrê milkê şaredariyê dewr dike gelo?
09:06 Kemal Ozelamli: Ez ê dest bi rojiya mirinê bikim
09:05 Namzetê AKP'ê qeyûm Atîlla avahiya şaredariyê veguherand ofîsa hilbijartinê
09:05 Ji bo cenazeyê kurê xwe yê li Sûrê bigire 19 car in tê Amedê
09:05 Girtiyê nexweş Kalay bal kişand ser nexweşîna xwe
09:04 Can: Di 1980'an de civakiyîbûneke germ hebû, lê niha tenêtî heye
09:04 'Karneya Tirkiyeyê ya mafê mirovan di biniya sifirê de ye'
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2018'AN
07/12/2018
22:30 7 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Serayê hat birîn
21:06 Der barê bersûcê doza Licê Eşref Hatîpoglû de biryara beraatê
20:51 Otobêsa rêwiyan qeza kir, 5 kes mirin
20:42 Hevşaredarên Qoserê nehatin berdan
20:25 Hevserokê HDP'a Kepezê hat girtin
16:37 Li Amedê jinek hat kuştin
16:12 HDP'ê li Rihayê binçavkirin şermezar kir: Em ê bi ser bikevin
16:11 12 kurtefîlm li Stenbolê tên pêşandan
15:58 'Dewama girtina endamê me Demîrtaş bêhiqûqî ye’
15:22 Çalakiya Guven di roja 30’yemîn de ye: Rewşa krîtîk dest pê kir
15:13 EUTCC'ê xwest hikûmeta AKP'ê tecrîdkirina Ocalan rake
15:02 Bavê ku kêlika kurê xwe çêkiribû hat berdan
14:44 Parêzer: Delîlên kuştina Karakan hatin reşkirin
14:38 KESK’ê banga beşdariya mitîngê kir
13:41 AYM’ê biryara sînorkirina lêpirsîna komkujiyê mafdar dît
13:17 HDP li Stenbol, Îzmir, Edene û Mêrsînê amadekariyên namzetên bi îdîa dike
12:54 Li Beyoglu şewat deret: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:46 Endamê Koma Aştiyê Turgut hat binçavkirin
12:40 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:02 ‘Pêşbirka Xwendina’ edebiyata kurdî tê lidarxistin