* Weşanên Wardozê bi navê “Seta Folklora Kovaran” hemû nivîsên folklorîk ên kovara Hawar, Ronahî û Roja Nûyê tesnîf û çap kirin. Set jî sê pirtûkan pêk tê. Edîtor û xwediyê Weşanxaneyê Wardozê Bahoz Baran da zanîn ku nivîsên folklorîk ên Hawar, Ronahî û Roja Nûyê rêya wan ronî dikin û bi tesnîfkirinê şewqek li folklora roja îroyîn zêde kirine.
* Serokê Giştî yê Dev Yapi- Îş'ê Ozgur Karabulut ku ji ber neheqiya li karkeran hat kirin şermezar kir hat girtin û piştî 3 mehan şûnde hat berdan, diyar kir ku bo tolê ji wan hilînin hatine girtin û wiha got: "Ji bo tolê ji berxwedêran hilînin em girtin. Em dê xwe bi xwe xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin."
* Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, bal kişand ser zextên di demên dawî de zêde bûne û got: “Birêz Ocalan çi dema biaxive, dengê wî yê ji bo aştî, demokrasî û azadiyê bilind dibe. Ji bo ku civak vî dengê nebihîse, tecrîdê girantir dikin. Lê ger dîrokek wan a zilamê hebe, a me jî dîroka me ya berxwedanê heye.”
* Piştî Sîsê Bîngola 85 salî rakiribûn nexweşxaneyê hatibû gotin wê 15 roj şûnde rapora wê bê amadekirin, lê belê hîn jî rapor nehatiye amadekirin û her diçe rewşa Bîngolê xirabtir dibe. Parêzer Gulşen Ozbek, destnîşan kir ku çawa rapor bê ew ê ji bo berdana Sîsê Bîngol serîlêdanê pêk bînin.
* Di îdianameya doza Licê de her çend aşkere bû eleqeya Mehmet Emîn Ozkan ê 80 salî bi kuştina Fermandar Bahtiyar Aydin re tune ye, dîsa jî nayê berdan. Ozkan 22 sal in di girtîgehê de ye, lê belê bersûcê dozê hat beraatkirin.
* Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê didome. Wê HDP sibê li Desteya Giştî ya Meclîsê di hevdîtinên ji bo budçeyê de çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê hat destpêkirin bike rojeva xwe ya sereke.
* Parlementerê Partiya Saadetê yê Stenbolê Cîhangîr Îslam, anî ziman ku cezakirina HDP'iyan nayê qebûlkirin û li Tirkiyeyê êdî normên hiqûqê naxebitin.
* Parlementerê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û rewşa gritiyên nexweş û got: "Li girtîgehan polîtîkaya dijminahiyê tê birêvebirin. Polîtîkaya 'min ew girt û ew dijiminê min e.' Lê belê ev muameleyên kirêt bi tu awayî nayên qebûlkirin."
* Wê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî tev li kongreyên navçeyên Stenbolê Sancaktepe û Kartalê bibe. (12.00 - 13.00)
* Pisporê îstîhdamê Sînan Ok ê ji ÎŞKÛR'ê hat îxrackirin, diyar kir ku îktîdara siyasî bi zanebûn artêşa bêkaran ava dikin û wiha got: "Bi zanebûn jinan ji kar dûr dixin. Debar çareser dibe, lê betali mayinde ye."