MÊRSÎN – Rêvebera Rêxistina HDP’a Mêrsînê Havva Tekîn di serdegirtina malê de hat binçavkirin.
Rêvebera Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Mêrsînê Havva Tekîn di serdegirtina mala xwe de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Piştî kontrola tenduristiyê Tekîn birin Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê.
Hat zanîn ku Tekîn bi hêceta beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya piştgiriya Leyla Guven bûye hat binçavkirin.