RIHA - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Siwêregê ya Rihayê da zanîn ku heta ku tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe dê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bidomînin.
Di 27’ê mijdarê de li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya bi daxuyaniyekê aşkera kiribû ku dê li hemû girtîgehan ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger bikin. Piştî daxuyaniya Denîz Kaya girtiyên siyasî dest bi grevê kirin. Çalakiya grevê bi koma duyemîn berdewam dike. Girtiyên Girtîgeha Tîpa T ya Siwêregê ya Rihayê, bal kişandin ser çalakiyan. Girtî Remzî Bayram bi rêya malbata xwe der barê çalakiyê de agahî dan. Bayram da zanîn ku rayedarên girtîgehê zextan li çalakgerên greva birçîbûnê dikin ku çalakiya wan bişikîne û her wiha gefan li wan dixwe. Bayram destnîşan kir ku rayedarên girtîgehê gefa "Heke hûn çalakiya xwe bidomînin, em ê we biavêjin hucreya yekkesî" li wan xwariye û wiha got: "Rêveberiya girtîgehê bi zextên cuda dixwaze vîna me teslîm bigirin. Tu hêz nikare çalakiya me bişikîne û hemû hevalên me jî bi biryar in ku tecrîda li Îmraliyê bişikînin.
Bayram bang li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û saziyên têkildar kir ku li hemberî tecrîdê û zextên li dijî wan bêdeng nemînin.