Xizmên windayan: Daraz faîlan diparêze

  • rojane
  • 14:55 8 Kanûn 2018
  • |
img
AMED / ÊLIH - Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê û xizmên windayan bi daxwaza "Bila winda bên dîtin, bila faîl bên darizandin" carak din aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer bên dîtin û darizandin. Di çalakiyê de Yuksel Aslan Acar ê ÎHD'î bal kişand ser doza Liceyê û wiha got: "Li Tirkiye hêj darazê li hemberî heqîqetê guh û çavê xwe girtiye. Hêj bersûc û failan diparêze." 
 
Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê, bi daxwaza "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" çalakiyên xwe di hefteya 513'an de berdewam kirin. Li Amedê piştî Walitiya Amedê çalakiyên li derve qedexekirin, Şaxa ÎHD'ê û xizmên windayan çalakiya xwe li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê berdewam dikin. Xizmên windayan, vê hefteyê jî çalakiya xwe li avahiya ÎHD'ê berdewam kirin û pankartên wêneyên windayan li ser vekirin û qurnefîl danîn ser pankartê. Di çalakiyê de Sekretera Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Yuksel Aslan Acer, daxuyanî da û wiha got: "Em biryara Walîtiyê şermezar dikin. Her çend qedexe bikin jî, nikarin ser rastiyan veşêrin."  
 
'DARAZ BI BÊSÛCDARIYÊ KUJERAN DIPARÊZE' 
 
Acar, anî ziman ku hêzên dewletê gelek kes revandin û windakirin û gelek kes jî li ber çavan ji kolanan revandin û winda kirin û wiha got: "Em revandina ji malan û kolanan a ku hêzên dewletê aşkere dike şermezar dikin. "Di salên 90'an de bi agahî û fermana rayedarên îktîdarê mirov hatin revandin û hatin qetilkirin. Wê deyê yên cenazeyê xwe dîtin û defin kirin bi şens hatin dîtin. Ji ber ku gelek cenaze nehatin dîtin. Hêj bi sedan dayik li ser vê axê li cenazeyên zarok û xizmên xwe digerin. Ev hêj berdewam dike. Rayedar bersûc û kujeran bi zixrê bêcezakirinê diparêze." 
 
'XWESTIN SER BÛYERÊ VEŞÊRIN'
 
Acar bal kişand ser encama doza Lice ku duh li Îzmîrê hat dîtin û wiha got: "Encama polîtîkaya bêcezakirinê herî dawî duh li Îzmirê pêk hat. Duh danişîna kuştina 16 kesên li Lîcê li Îzmîrê hat dîtin. Bersûc hat beraet kirin. Ev pergala darazê ku çawa tev digere nîşan dide. Pergala darazê hêj bi polîtîkayên bêcezakirinê bersûc û kujeran diparêze.  Di sala 93'an de li Navçeya Liceyê 16 welatî hatin kuştin. Gelek xanî û kargerî hatin xerakirin û şewitandin. Xwestin ser bûyerê veşêrin, lê nekarîbûn veşêrin. Mixabin encam bi beraeta bersûcan bi dawî bû. Darizandina bûyerê piştî bûyerê 21 sal şûnde di 16'ê Çileya 2015'an de dest pê kir. Li gorî îdîanameyê rayedarên PKK'ê bûyer pêk neanîye. Li gorî belgeyan bersûc û berpirsyar Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Amedê Albay Eşref Hatipoglu û Tegmenê jor Tunay Yanardag bû û der barê wan de doz hatin vekirin. Lê bersûc nehatin girtin. Me carek din dît ku daraz ne serbixwe ye û bi bêcezakirinê bersûcan diparêze. Li Tirkiye pergala darazê li hemberî heqî û heqîqetê çav û guhê xwe girtiye. Em wekî parazvanên mafên mirovan dê lêgerina heq û edaletê berdewam bikin. 
Her çend bixwazin ser rastiyan veşêrin jî dê nikaribin ser rastiyan veşêrin." 
 
ÇÎROKA  MEHMET ACAR XWENDIN
 
Piştî axaftina Acer, Endamê Komîsyana Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Hasan Yalçın, çîroka Mehmet Acar ê di sala 1994'an de li Mezraya Zûra ya Gundê Dîrseklî ya Cizîra Şirnexê hat revandin û windakirin xwend. 
Yalçin, anî ziman ku gelek caran Acar rastî gefan hat û wiha got: "Ji ber ku Acra rastî gefan hat koçî Bursayê kir. Lê pişttî demekê tevî malbata xwe vegeriya gund. Acar di 1994'an de ji aliyê îtîrafkar Adem Yakin û Abdulhakim Guven û çend kesên sivîl ên bi bêtêlan hat revandin. Piştî kesên nas ketin navberê hat berdan. Lê piştî hat berdan 2 roj şûnde dîsa ji aliyê heman kesan ve hat binçavkirin û revandin. Birayê Mehmet Acar Reşit Acar bû şahid ku li cihê bûyerê Abdulhakim Guven Adem Yakin (Bedran) bi zorê Mehmet Acar xistin maşînê. Piştî wê rojê carek din agahî ji Mehmet Acar nehat girtin. Hemû hewldanên malbata Acra bê encam man."
 
Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû. 
 
ÊLIH 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî bi heman armancê çalakî pêk anîn. Xizmên windayan, Rêveberên ÎHD'ê û hiqûqnas di hefteya 419’an de li avahiya ÎHD'ê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" vekirin. Xizmên windayan di çalakiyê de wêneyên windayan hilgirtin. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Fahrettin Asutay, aqûbeta Alî Gunduz pirsî. Asûtay, ani ziman ku di 22'ê tebaxa 1998'an de li ser rêya Êlîh û Kerçewsê Alî Gunduz hat windakirin û carek din agahî jê nehat girtin. Asûtay, anî ziman ku Mustafa Kaya, kurê wî Fatih Kaya û Alî Gunduz bi hevre hatin binçavkirin û windakirin û wiha got: "Piştî bûyerê kurê Gunduz serî li şaxa ÎHD'ê dan. Kurê Gunduz, pişti serî li ÎHD'ê da diyar kir ku piştî bavê wî nehat malê serî li hemû sazî û dezgehan dan. Lê piştre tu kesî agahî neda. Me serî li her derê da Lê hemû serlêdanên me bê encam man. Piştî bavê min hat windakirin 3 kesên din jî hat windakirin. Heta niha tu agahî ji wan nehatiye girtin." 
 
Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû. 
 
 
 
 
 

Sernavên din

10/12/2018
18:19 Binçavkirina aktîvîstên TJA'ê bi tundî şermezar kirin: Dayika 80 salî pêxwaz binçav kirin
17:12 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girt: 25 aktîvîstên TJA’yê binçav kirin
Aktîvîstên TJA'yê bi tilîlîyan bersîv da polîsan
17:07 Buldan: Tişta ku parlamentoyê nekir, Guven dike
16:43 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê de girt
16:24 Şaxên ÎHD'ê: Mafê Jiyanê di bin talûyeke mezin de ye
15:27 Jinan li ber Girtîgeha Bakirkoyê xwestin daxwazên Guven bên qebûl kirin
15:23 KCDP: Di 19 mehên dayî de 652 jin hatin kuştin
14:42 Ozturk: Ji bo şikandina tecrîd divê em xwedî çalakiya Guven derbikevin
14:33 Esnafên Ceylan Karavîlê yên dikan girtin: Gefan li me dixwin
14:20 Di doza Nisêbînê de peyama piştgiriyê ji bo çalakiya Guven hat dayîn
14:18 30 kes dubare binçav kirin
13:58 Li Sîlîvrî grev bi koma 2'yemîn didome
13:25 Ocalan: Polîsan bi kîjan heqî bi ser avahiya HDP'ê de girtin
13:19 Karkerên ÎZBAN: Grev di wateyekê de bê kariye
13:09 Ji KESK’iyan banga tevlêbûna mîtînga Edeneyê
12:25 Aktîvîstên TJA dest bi greva birçîbûnê kirin
11:56 Ji bo Amedê hişyariya firtûnê hat kirin
11:54 Li Giresûnê grev di roja 14'an de bi koma 2'emîn didome
11:15 2 girtî ji Rihayê sewqî Xerpêtê kirin
11:12 Dadgehê ceza li wekilên HDP’ê yên berê Baydemir û Bîrlîk birîn
10:35 Der barê Rojnameger Kirkaya de biryara binçavkirinê dan
09:33 ‘Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye'
09:28 Ahmet Turk: Ev destpêk e
09:07 Dayika kurê wê li girtîgehê di grevê de: Em li pişt daxwazên wan in
09:05 'Ji bo cîhanek azad û wekhev divê tifaqa jinan ava bibe'
09:05 Meclîsa Ciwanan a HDP: Tenê rojeva me şikandina tecrîdê ye
09:04 Rojeva HDP'ê Tecrît e
09:03 Cenazeyan nadan malbatan
09:01 'Divê Erdogan pêşî posterên xwe rabike'
09:01 Gergerlioglu: Ji bo maf û azadiyan divê rêxistinên civaka sivîl bên cem hev
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2018'AN
07:00 NÇM'ê sala xwe ya 27'emîn pîroz kir
09/12/2018
17:13 Jin dest bi greva birçîbûnê dikin
16:39 Li meclîsê binçavkirina HDP'iyên destek dan grev birçîbûnê hat pirsîn
16:07 Temellî: Em ê Tirkiyeyê ji feraseta qeyûman rizgar bikin
14:59 '31'ê Adarê ji bo me firsend e'
14:14 Karneya 'binpêkirinên mafan ên îktîdara AKP'ê' hat amadekirin
13:50 Wê dengbêj ji bo Nesrîn Şêrwanê bistrên
12:00 Karkerê ceryan pê girt mir
11:48 Komên duyem çalakiya greva birçîbûnê dewr girtin
11:27 Polîs û cerdevanan 643 milyon lîre pere anîn ser navê xwe
10:29 Li maleke xwendekaran bijîşkek hat kuştin
09:20 Ok ê ji ÎŞKUR'ê hat îxrackirin: Bi zanebûn jinan ji kar qut dikin
09:19 Gergerlîoglû: Li girtîgehan polîtîkaya dijminahiyê tê birêvebirin
09:18 Îslam: Li Tirkiyeyê êdî normên hiqûqê naxebitin
09:18 Di hevdîtinên ji bo budçeyê de wê rojeva sereke ya HDP'ê Leyla Guven be
09:17 Bersûc beraat kir, lê belê Ozkanê eleqeya wî bi bûyerê tune ye 22 sal in girtî ye
09:16 Mehek derbas bû lê hîn jî rapora Sîsê Bîngolê nehatiye amadekirin
09:15 Ozturk: Ger dîroka wan a zilmê hebe, a me jî dîroka me ya berxwedanê heye
09:14 Serokê Dev Yapi-Îş'ê Karabulut: Ji bo tolhildanê em girtin
09:13 Nivîsên folklorîk ên kovara Hawar, Ronahî û Roja Nû hatin tesnîfkirin
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2018'AN
08/12/2018
20:52 Wesayîta leşkeran qelibî, 3 leşker birîndar bûn
17:16 Çalakiya ‘Êlek Zeran’ belavî Holland û Belçîka jî bûn
16:48 Rêvebera HDP’a Mêrsînê hat binçavkirin
16:24 Çalakgerê ku TRT’ê protesto kir mohra xwe li rojê da
16:19 Girtiyên li Sîweregê: Heta tecrîd bidome çalakî jî dê bidomin
15:47 Platforma Şaxan a KESK'ê: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:33 Greva birçîbûnê li girtîgehan belav dibe
15:28 Girtiyê nexweş Yavûzel: Ger wisan dewam bike ezê bimirim
14:55 Xizmên windayan: Daraz faîlan diparêze
14:09 Girtiyê nexweş Mahmût Aktaş berdin
13:46 Komxebata Tenduristiyê ya HDK’ê: Alternatîfa me heye
13:33 ‘Ji 9 saliya xwe heta niha qurnefilan datînim Qada Galatasarayê'
13:27 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
12:54 Demîrkıran: Daxwaza Guven a li dijî tecrîdê daxwaza me ye
12:43 Kolanên Fransa bi zer xemilîn
12:29 Rojnameger Berîvan Bîla hat girtin
11:56 Lêpirsîna Efrînê ji bo endamên Hewldana Hemwelatiyan vekirin
10:11 NÇM bi slogana ‘Bi hev re’ rêwîtiya 27 salan pîroz dike
09:42 Demîrtaş ji Le Monde re nivîsdan: Em li benda piştevaniya we ne
09:41 17 mehin di çalakiyan de ne: Em heqê xwînana xwe dixwazin
09:40 Beriya hilbijartinê qeyûmê Cizîrê milkê şaredariyê dewr dike gelo?
09:06 Kemal Ozelamli: Ez ê dest bi rojiya mirinê bikim
09:05 Namzetê AKP'ê qeyûm Atîlla avahiya şaredariyê veguherand ofîsa hilbijartinê
09:05 Ji bo cenazeyê kurê xwe yê li Sûrê bigire 19 car in tê Amedê
09:05 Girtiyê nexweş Kalay bal kişand ser nexweşîna xwe
09:04 Can: Di 1980'an de civakiyîbûneke germ hebû, lê niha tenêtî heye
09:04 'Karneya Tirkiyeyê ya mafê mirovan di biniya sifirê de ye'
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2018'AN
07/12/2018
22:30 7 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Serayê hat birîn
21:06 Der barê bersûcê doza Licê Eşref Hatîpoglû de biryara beraatê
20:51 Otobêsa rêwiyan qeza kir, 5 kes mirin
20:42 Hevşaredarên Qoserê nehatin berdan
20:25 Hevserokê HDP'a Kepezê hat girtin
16:37 Li Amedê jinek hat kuştin
16:12 HDP'ê li Rihayê binçavkirin şermezar kir: Em ê bi ser bikevin
16:11 12 kurtefîlm li Stenbolê tên pêşandan
15:58 'Dewama girtina endamê me Demîrtaş bêhiqûqî ye’
15:22 Çalakiya Guven di roja 30’yemîn de ye: Rewşa krîtîk dest pê kir
15:13 EUTCC'ê xwest hikûmeta AKP'ê tecrîdkirina Ocalan rake
15:02 Bavê ku kêlika kurê xwe çêkiribû hat berdan
14:44 Parêzer: Delîlên kuştina Karakan hatin reşkirin
14:38 KESK’ê banga beşdariya mitîngê kir
13:41 AYM’ê biryara sînorkirina lêpirsîna komkujiyê mafdar dît
13:17 HDP li Stenbol, Îzmir, Edene û Mêrsînê amadekariyên namzetên bi îdîa dike
12:54 Li Beyoglu şewat deret: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:46 Endamê Koma Aştiyê Turgut hat binçavkirin
12:40 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:02 ‘Pêşbirka Xwendina’ edebiyata kurdî tê lidarxistin