MÊRSÎN –Endamê Meclîsa HDP'ê Abdulselam Demîrkiran, di kogreya Rêxistina HDP'ê ya Mezîtlî ya Mêrsînê de bal kişand ser armanca çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyên PKK-PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin û wiha got: "Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyên PKK-PAJK'ê li dijî tecrîdê didome. Daxwazên wan daxwazên me ne. Divê tercîd bi dawî bibe."
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mezitlî ya Mêrsînê 2'emîn Kongreya xwe ya Awarte li avahiya navçeyê pêk anî. Di kongreyê de endamên Rêveberiya HDP'ê ya Navendî, Mehmet Yurek, Endamê Meclîsa HDP'ê Nazim Kok û Abdulselam Demirkiran û gelek kesên din amade bûn. Kongre bi hilbijartina dîwanê û rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê HDP'ê yê Mêrsînê Mustafa Işik, bal kişand ser pêvajoya siyasî û anî ziman ku ew dê li dijî zext û zordariyan têkoşîna xwe bêtir bilind bikin.
DAXWAZÊN LEYLA YÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ DAXWAZÊN ME NE
Endamê Meclisa HDP'ê Abdulselam Demîrkiran jî bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Girityên PKK-PAJK'ê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Birêz Leyla li dijî tecrîdê 31 rojin di çalakiyê de ye. Ji bo tecrîd bi dawî bibe ketiye çalakiyê. Daxwazên Guven daxwazên me ne. Em dixwazin demek berî demekê daxwazên Guven ên li dijî tecridê pêk bên. Hilbijartin jî nêzîk dibe û em dê mal bi mal bigerin. Em dê hesabê vîna meya hatiye xezp kirin bipirsin.
Piştî xwendina raporan û hilbijartinê ji bo Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Mezitliyê Neriman Ergun û Hacı Aydemîr hatin hilbijartin.