STENBOL - Karkerên Real Marketê ku ji bo parastina mafê ked û xwîdana xwe 17 mehin di çalakiyê de ne, diyar kirin ku wan 17 mehin di çalakiyê de ne, lê heta niha muxatabek nedîtine. Karker Ahmet Bagci, diyar kir ku ew 10 salin bi şev û roj kar dikin û niha heqê xwîdana xwe dixwazin.
Karkerên Marketa Real yên bi sedema ku mafê wan hat binpêkirin û keda wan hat xwarin 17 mehin di çalakiyê de ne, dixwazin keda wan bê dayîn û tazmînata wan bê dayîn. Karkerê marketê hefteyê 3 rojan li pêş Metro Marketê kom dibin û çalakiyê pêk tînin. Karkerên Uyum Macro Market jî piştgiriyê didin çalakiya karkerên Real Marketê. Karkeran anîn ziman ku 17 mehin çalakiyê pêk tînin, lê heta niha mu muxatab nedîtine. Karker heta niha bi daxuyaniyên runiştinê û nobetan çalakiyên xwe berdewam dikin. Karker niha tevi hewaya sar dîsa çalakiya xwe berdewam dikin. Karker ji ber ku li aliyekî heqê wan hatiye xwarin û li aliyê din ji ber ku nikarin debara xwe bikin bi hawar û gazinç in.
500-600 KARKER MEXDÛR BÛN
Karkerê Real Marketê Ahmet Bagci yê 10 salin kar dike diyar kir ku bi sedema îflasê karker ji kar derxistine û wiha got: "Em dixwazin heqê keda me û tazmînata me bidin me. Piştî Real Hipermarket firotin Şîrketa Begendikê nêzî 500-600 karker hatin mexdûr kirin. Em 18 mehin di çalakiyê de ne. Em dixwazin ev binpêkirina mafan bi dawî bibe. 10 salin li vir kedê didim. Me tu alîkari û piştgirî ji aliyê Sendîkaya Tez-Kopê ve nedît. Armanca sendîkabûnê rêxistinbûn e. Lê me ev yek ji sendîka xwe nedit. Me pirsgirêk û daxwazên xwe ji Sendîka Nakliyat İşê re vegot. 17 meh berê me li ber Maxaza Guneşli Metro dest bi çalakiyan kir. Armanca me têkoşîna çîna karker û parastina mafan e. Hem keda me hatiye xwarin û hem jî em pirsgirêkên aborî dijîn. Em li vir mafê xwe dixwazin. Wekî din em tiştekî din naxwazin."
Karkerê Marketa Uyum Macro Hasan Mercanoglu jî diyar kir ku 14 salin dixebite û wiha got: “Marketa Macro yekem fîrmaya ku di sala 2017'an de konkordato îan kiriye ye. Niha bi hezaran fîrma konkordato îlan kirine. Biryar dan ku firmayê biçûk bikin. Lê bedena wê em didin. Piştî fîrma firotin diyar kirin ku dê tazminatên me bidin. lê her dem taloq kirin. Em xwe nagînin rayedarên fîrmayê. Em muxataban nabînin. Karsazan çav berdaye keda karkeran. Me di milê aborî de pirsgirêkên mezin dît. Tekoşîna me ya ji bo parastina mafê me dê bidome.
Pisporê Rêxistinbûna Sendika Mehrali Yucedag jî diyar kir ku 13-14 salin Sendîkaya Tez-Kopê li şûna bi karkeran re têbikoşe bêtir bi bi karsazan re tev geriya û wiha got: "Em li gel Nakliyat İşê ji bo bibin piştgiriya karkeran em di çalakiyan de ne. "Piştî îflasê dewlet dê 10 milyon tl deynê xwe bistîne. Karker dê 30 milyon tl deyn. Bi tevahî deyn 200 milyon tl ye. Lê piştî îflasê 10 milyon pere di qazeyê de heye. Dewlet dê 10 milyon tl deynê xwe bistîne û piştre tiştek ji karkeran re nabîne. Karker 17 mehin ji bo mafê xwe têdikoşin. Lê heta niha tu muxatab nedîtine. Daxwazên karkeran pir zelal e. Divê daxwazên karkeran bidin wan.
MA / Necla Demir