EDENE - Girtiyê nexweş Kemal Ozelmalê yê nexweşîna Wernîcke Korsakoffê lê peyda bûye 73 roj in di greva birçîbûnê de ye. Ozelamlê bi rêya wasiyê xwe bang li raya giştî kir û got: "Ger bi greva birçîbûnê encamek dernekeve çend roj şûnde ez ê daxwaznemyê bidim û dest bi rojiya mirinê bikim."
Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê girtiyê nexweş Kemal Ozelmali yê nexweşîna Wernîcke Korsakoffê lê peyda bûye û rapora wî ya "nikare di girtîgehê de bimîne" heye ji bo bê berdan 73 roj in di greva birçîbûnê de ye. Her diçe rewşa Ozelmalê xirabtir dibe. Parêzer Ramazan Ceylan di 3'yê Kanûnê de hevdîtin bi Ozelamli rê çêkir û got rewşa muwekîlê wî nebaş e.
‘HEVALÊN MIN ALÎKARIYA MIN KIR'
Ceylan, diyar kir ku di dema hevdîtinê de Ozelamli gotiye: "Dixwazin vîna min bişikînin. Ji min re dibêjin 'dev ji greva birçîbûnê berde, em ê te tedawî bikin.' 15 roj berê min birin nexweşxaneyê. Ji bişîjkan re dibêjim ez nexweş im, lê bawer nakin. Raporên sixte çêdikin û dîsa min dişînin girtîgehê. Li girtîgehê nikarim bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bînim. Hevalên min alîkariya min dikin. A rast ev çalakiya min a greva birçîbûnê ne ji bo berdana min e. Ji ber ez bi awayekî bêhiqûqî di girtîgehê de me. Dibêjin qey ew ê min ji têkoşînê dûr bixin. A rast diviya ez di dema efûya Rahşan Ecevît de derketama. Bi rapor û îdianameyên sixte li vir têm girtin. Ger çalakiya min a greva birçîbûnê tu encamê nede çend roj şûn de ez ê daxwaznameyê bidim û dest bi rojiya mirinê bikim."
'REWŞA WÎ XIRAB E'
Parêzer Ceylan, destnîşan kir ku rewşa Ozelmali pir xirab e û got: "Bi zorê min nas kir. Pir lawaz bûye. Kîloyên wî di navbera 38-40'î de ne. Hîn jî rapora wî ya desteya tenduristiyê derneketiye. Peyvekê du sê caran dubare dike. Hêdî diaxive. Rewşa wî xirab e. Bi sedyeyê wî anîn û wî bi heman awayî jî birin. Kesên xwedî wijdan divê ji bo vê tev bigerin ûd ivê bê berdan. Bila rayedar tenê çend saetan xwe têxin şûna Kemal. Di odeyekê de ye, bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Em naxwazin tabûta kemal ji girtîgehê derkeve."
MA / Hamdullah Kesen