AMED - Qeyûm Cûmalî Atîlla yê tayînî Şaredariya Mezin a Amedê hat kirin, piştî ji bo hilbijartina herêmî bû namzetê AKP'ê diviya ji peywira xwe îstifa bikirana, lê belê avahiya şaredariyê veguherandine ofîsa xwe ya xebatên ji bo hilbijartinê. Rêverbirê HDP'î Edîp Bînbîr, destnîşan kir ku divê qeyûm îstifa bike û nekeve avahiya şaredariyê.
Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) diyar kiribû ku kesên ji bo hilbijartina herêmî ya 31'ê Adara 2019'an bibin namzet divê herî dawî di 1'ê Kanûnê de ji peywira xwe ya heyî îstifa bikin. Ev yek ji bo qeyûmên tayînî şaredariyên DBP'î hatin kirin jî derbasdar e. Lê belê qeyûm Cûmalî Atîlla yê tayînî Şaredariya Mezin a Amedê hat kirin û ji bo hilbijartina herêmî bû namzetê AKP'ê hîn jî îstifa nekiriye. Her wiha xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê jî li avahiya şaredariyê bi rê ve dibe.
ŞAREDARIYÊ BI KAR TÎNE
Komeleyên nêzî AKP'ê û qeymeqamên navçeyan di demên dawî de pir serdana Atîlla dikin û Atîlla wan li avahiya Şaredariya Mezin a Amedê pêşwazî dike. Her wiha qeyûm wêneyên van serdanan jî di malpera fermî ya şaredariyê de parve dike.
SERDANA QEYÛMAN
Herî dawî qeyûmê Şaredariya Licê Abdulkadîr Çelîk, qeyûmê Şaredariya Peyasê Unal Koç, qeyûmê Şaredariya Sûrê Abdullah Çîftçî, qeyûmê Şaredariya Hênê Tûran Sogûkolûk, qeyûmê Şaredariya Gêlê Kurşad Atak, qeyûmê Şaredariya Bismilê Kerem Suleyman Yuksel, qeyûmê Şaredariya Karazê Yûsûf Tûrhan, qeyûm Şaredariya Farqînê Adem Çelîk, qeyûmê Hawêla Sêrtê Mehmet Tûnç, qeyûmê Qubîna Êlihê Mûstafa Maslak û qeyûmê Kercewsê ya Êlihê Mevlut Şekercî serdana qeyûm Atîlla kirin.
'DIVÊ QEYÛM NEKEVE AVAHIYA ŞAREDARIYÊ'
Rêvebirê HDP'a Amedê Edîp Bînbîr ku 34 salan li edliyayan xebitiye, da zanîn ku qeyûm Cûmalî Atîlla girêdayî madeya 657'an a karmenda ye û wexta ji partiyeke siyasî bibe namzet divê di 1'ê Kanûnê de ji peywira xwe îstifa bike. Bînbîr got: "Divê ji niha û pêve nekeve avahiya şaredariyê. Çimkî namzetê partiyeke siyasî ye. Namzetê partiya siyasî nikare tu sazî, wesayît û nifûseke dewletê bi kar bîne û pê siyasetê bike. Ev yek li gorî Qanûna Bingehîn sûc e."
Bînbîr, destnîşan kir ku ev yek di rojeva Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê de ye.