AMED - Alî Riza Arslan, bavê Hakan Arslanê li Sûrê jiyana xwe ji dest da û tê gotin cenazeyê wî li kêleka Mizgefta Hasirliyê hatiye definkirin, ji bo cenazeyê kurê xwe bigire 19 caran hat Amedê lê belê hîn jî cenazeyê kurê xwe negirtiye. Malbata Arlan dixwaze destûr bê dayîn ku ew li cihê tê diyarkirin cenaze kurê xwe derxînin.
Li Sûrê di dema "qedexeya derketina derve" ya di 2'yê Kanûna 2015'an de hat îlankirin Hakan Arslan di 22'yê Çileya 2016'an di pevçûnên li navçeyê de jiyana xwe ji dest da û ji ber qedexeya li navçeyê li Sûrê hat definkirin. Lê belê nêzî 3 sal in hîn jî cenazeyê Arslan nehatiye dîtin. Malbata Arslan ku li gundê Çavûşkoy ê Qereyaziya Erziromê rûdinê ji bo cenazeyê kurê xwe bibînin û wergirin 19 caran hat Amedê. Malbatê ji bo derxistina cenaze bi rêya parêzerên xwe serî li Walîtiya Amedê û Serdozgeriya Komarê ya Amedê da, lê belê dîsa jî destûr nehat dayîn. Malbat bi rêya parêzeran hevdîtin bi kesên hatin girtin re çêkir û hat hînbûn ku di dema pevçûnan de cenaze li Taxa Hasirliyê li kêleka Mizgefta Hasirliyê hatiye definkirin. Piştî vê malbatê serî li dozgeriyê da, lê belê dozgeriyê bi hinceta "cihê hatiye diyarkirin berê hatiye kolandin û tu cenaze nehatine dîtin" serlêdana malbatê red kir. Her wiha bav Alî Riza Arslan ji bo derxistina cenaze serî li Wezareta Karên Navxweyî jî da, lê belê wezaretê jî bi heman hincetê serlêdan red kir. Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo cenazeyê Rozerîn Çûkûr û Ramazan Ogut jî heman bersiv dabû, lê belê li ser israra malbatan deverên hatinbûn diyarkirin dîsa hatin kolandin û cenazeyê Çûkûr û Ogut hatibûn dîtin.
MALBAT DOZA CENAZE DIKE
Malbata Arslan destnîşan kir ku ew cenazeyên xwe dixwazin û dixwazin ji bo ji cihê hatiye diyarkirin cenazeyên xwe derxin destûra wan bê dayîn.
Bav Arslan got: "Ez li benda cenazeyê kurê xwe me. Dewlet baş dizane cenazeyê kurê min li Sûrê ye. Heta niha 19 caran hatim Amedê. Min li kîjan deriyî xist dest vala vegeriyam. Ma min çi kiriye? Tenê dilê min dişewite. Her roj diêşim. Li wir xweşikî tu tişt nehatiye kirin û dibêjin 'cenaze tune ye.' Baş dizanim cenazeyê kurê min li Sûrê ye. Madem cenazeyê kurê min dernaxin qet nebe bila destûrê bidin me, em ê bi derfetên xwe biçin Sûrê û derxin."
Bav Arslan ji bo cenazeyê kurê xwe bang li rayedarên dewlet û hikûmetê kir û got: "Li cihê ku kurê min lê mir niha înşeatan çêdikin. Vîla tên çêkirin. Dibêjin me ew der xweşik kiriye. Daxwaza me tenê ew e, gorekî kurê me hebe. Lê ev jî li ber çavê wan tê. Ji ber gorek wî tune ye, em her roj diêşin. Hîn me şîna wî jî daneniye."
MA / Lezgin Akdeniz