STENBOL - Girtiyê nexweş Abdullah Kalay ku ji Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Kandirayê nameyek şand, diyar kir ku 24 saetan bi kamerayan tên şopandin û ji ber nameyên nivîsandine der barê wan de doz hatine vekirin û bi wesayîtên yekkesî yên wekî "goran" sewqî nexweşxaneyê tên kirin.
Girtiyê nexweş Abdullah Kalay ku nexweşîna Wernîcke Korsakoffê lê peyda bûye û dilê wî ji sedî 30 dixebite ji Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Kandirayê ya Kocaeliyê nameyek şand û di nameya xwe de bal kişand ser binpêkirinên mafan. Li bin nameya Kalay navê 6 girtiyên bi hev re dimînin heye.
‘GIRTÎ LI ERDÊ RADIKEVIN'
Kalay, destnîşan kir ku girtiyên nexweş bi wesayîtên yekkesî yên wekî "goran" sewqî nexweşxaneyê tên kirin û bi vê yekê dixwazin girtiyan bikujin. Kalay got: "Piştî hewldana darbeyê hejmara girtiyan zêde bû. Êdî cihê razanê nemaye. Gelek kes li erdê li ser betonê radikevin. Di vî warî de em gelek tev geriyan lê belê dîsa jî ji bo ranza, straforê daxwazên me esas nehatin girtin. Her wiha di sala 2016'an de perçeyeke straforê bi 30 lîreyî dane wan. Der barê mijarê de me serî li Wezareta Dadê da lê belê hat gotin wê di nav pênc salan de girtîgehên nû bên çêkirin û ser mijarê bi vî awayî hat girtin. Li girtîgehê mirov li ser erda tazî radikevin. Ev binpêkirina mafan e. Ev yek di warê tenduristiyê de dibe sedema pirsgirêkan û îşkence ye."
'EM 24 SAETAN TÊN ŞOPANDIN'
Kalay, diyar kir ku di bin navê "lêgerînê" de tim davêjin ser qawîşên wan û got: "Ji xeynî lêgerînên rûtîn ên mehane tim davêjin ser qawîşan, emaûrên taybet davêjin erdê, dest datînin ser lênûskan. Wexta em îtiraz dikin cezayê dîsîplînê dibirin. Kamera li hewadariyan hatine bicihkirin û bi van kamerayan em tên şopandin. Cihê em lê dimînin 24 saetan tê şopandin û em tên tacîzkirin. Ev yek tesîrê li derûniya mirov dike û di heman demê de îşkence ye jî."
Kalay, destnîşan kir ku nameyên ew ji derve re jî dinivîsînin bi hinceta "bi fikare ne" nayên şandin û ji ber van nameyan bi hinceta "heqareta li serkomar" û "endamtiya rêxistinê" doz li wan tên vekirin û cezayê dîsîplînê li wan tên birîn.
Kalay di nameyê de bal kişand ser rewşa tenduristiya xwe jî û got: "Ez girtiyekî nexweş im û nexweşîna min jî giran e. Di 2012'an de li girtîgehê min qeyrana dil derbas kir. Îdareya girtîgehê 2 saet û nîvan ez bi dernegî xistim û paşê min bir nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê saet û nîvekê anjiyo bûm. Demara sereke ya xitimîbû hat vekirin. Hema bêje hindik mabû bimirim. Lê belê ji ber dereng hat mudaxilekirin ev yek di dilê min de bû sedema hin texrîbatan. Çar nexweşxaneyên cuda rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' dan min lê belê hîn jî têm mexdûrkirin. 6 mehan carekê divê li nexweşxaneyê bêm kontrolkirin. Bijîşk dibêjin 'nexweşîna te giran de rîska wê zêde ye, lê belê tiştek ji destê me nayê mecbûrî dermanên xwe bi kar bînî.' Di dema sewqkirina nexweşxaneyê de jî me bi wesayîtên yekkesî yên wekî 'goran' sewq dikin."