EDENE - Serokê Şaxa ÎHD'a Edeneyê Parêzer Îlhan Ongor, destnîşan kir ku di warê mafên mirovan de karneya Tirkiyeyê di "biniya sifirê" de ye.
Di demên dawî de di hemû raporên rêxistinên navnetewî de tê diyarkirin ku di warê mafên mirovan de karneya Tirkiyeyê xirab e. Bi taybetî jî piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê bi îlankirina Rewşa Awarte re mafên mirovan hema bêje bi temamî hatin binpêkirin. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê Parêzer Îlhan Ongor, 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan û Danezana Mafên Mirovan a Tirkiye ew îmze kiriye nirxand.
Ongor, destnîşan kir ku her çend Tirkiye Danezana Mafên Mirovan îmze kiribe jî, dîsa maf tên binpêkirin û Tirkiye di warê mafê jiyanê, azadiya fikr û ramanê, azadiya ol û wijdanê, darizandineke wekhev û adil de pir li paş danezanê ye. Ongor, bilêv kir ku pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê, jiyana sivîl a demokratîk dûrî civakîyîbûnê û sazîbûyînê ye û got: "Îro jî li hemberî binpêkirinên li dijî mafên jiyanê polîtîkya dewletê ya 'hiqûqa necezakirinê' didome."
'DI BINIYA SIFIRÊ DE YE'
Ongor, diyar kir ku li gel karneya Tirkiyeyê ya di warê mafên mirovan de di warê siyasî de jî rejîmeke ku nayê tarîfkirin heye û ji ber vê ji bo sibê fikr û plansaziyeke civakê tune ye. Obgor got: "Niha Tirkiye ji rewşa nîzameke mueses derketiye. Bi hiqûq, aborî û siyaseteke pêşiya xwe nabîne tê birêvebirin. Loma wexta em di 70'yemîn salvegera Danezana Mafên Mirovan a Gerûdûnî de di warê mafên mirovan de li karneya Tirkiyeyê dinerin, em dibînin di biniya sifirê de ye."
‘ÇARESERÎ HÊSAN E'
Ongor got: "Ne tenê niha berê jî Tirkiye di warê binpêkirina mafên mirovan de di rêzên ewil de cih digirt. Niha jî wisa ye. Em nikarin vê dîmena neyînî bi pênaseyên wekî 'qeder, fitrat, erdnîgarî' rave bikin. Ev pirsgirêk pirsgirêka nebirêvebirinê ye. An jî bi zanebûnî tezahura feraset îktîdarbûyînê ye ku dixwazê yê li hemberî xwe tune bike. Kûrbûnkirin berberîbûnê wekî amûra domandina îktîdarê tê dîtin. Ji bo çareserkirina vê krîz tim û tim reçeteyek heye û hêsan e. Em parêzvanên mafên mirovan ji duh û heta niha tim diyar dikin wê ev bi avakirina jiyaneke sivîl a demokratîk ku xwe dispêre maf û azadiyên sereke pêk bê. Loma ne bi gotinê, lê ji bo mafên mirovan û pêkanîna wan emel divê. Ev bi xwe reçeteya vê yekê ye."
MA / Hamdullah Kesen