* Serokê Şaxa ÎHD'a Edeneyê Parêzer Îlhan Ongor, destnîşan kir ku di warê mafên mirovan de karneya Tirkiyeyê di "biniya sifirê" de ye.
* Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can ku di dema 12'ê Îlonê de 19 salan di girtîgehê de ma û di 7'ê Sibata 2018'an de careke din hat girtin û piştî 5 mehan hat berdan got: "Şert û mercên salên 1980'yî hovane bûn lê belê civakîyîbûneke germ hebû, lê niha tenêtî heye."
* Girtiyê nexweş Abdullah Kalay ku ji Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Kandirayê nameyek şand, diyar kir ku 24 saetan bi kamerayan tên şopandin û ji ber nameyên nivîsandine der barê wan de doz hatine vekirin û bi wesayîtên yekkesî yên wekî "goran" sewqî nexweşxaneyê tên kirin.
* Alî Riza Arslan, bavê Hakan Arslanê li Sûrê jiyana xwe ji dest da û tê gotin cenazeyê wî li kêleka Mizgefta Hasirliyê hatiye definkirin, ji bo cenazeyê kurê xwe bigire 19 caran hat Amedê lê belê hîn jî cenazeyê kurê xwe negirtiye. Malbata Arlan dixwaze destûr bê dayîn ku ew li cihê tê diyarkirin cenaze kurê xwe derxînin.
* Qeyûm Cûmalî Atîlla yê tayînî Şaredariya Mezin a Amedê hat kirin, piştî ji bo hilbijartina herêmî bû namzetê AKP'ê diviya ji peywira xwe îstifa bikirana, lê belê avahiya şaredariyê veguherandine ofîsa xwe ya xebatên ji bo hilbijartinê. Rêverbirê HDP'î Edîp Bînbîr, destnîşan kir ku divê qeyûm îstifa bike û nekeve avahiya şaredariyê.
* Karkerên Real Marketê ku ji bo parastina mafê ked û xwîdana xwe 17 mehin di çalakiyê de ne, diyar kirin ku wan 17 mehin di çalakiyê de ne, lê heta niha muxatabek nedîtine. Karker Ahmet Bagci, diyar kir ku ew 10 salin bi şev û roj kar dikin û niha heqê xwîdana xwe dixwazin.
* Girtiyê nexweş Kemal Ozelmalê yê nexweşîna Wernîcke Korsakoffê lê peyda bûye 73 roj in di greva birçîbûnê de ye. Ozelamlê bi rêya wasiyê xwe bang li raya giştî kir û got: "Ger bi greva birçîbûnê encamek dernekeve çend roj şûnde ez ê daxwaznemyê bidim û dest bi rojiya mirinê bikim."
* Hat îdiakirin ku qeyûmê Şaredariya Cizîrê beriya hilbijartinê xwe amade dike ku hundirê şaredariyê vala bike. Hat zanîn ku dê Navenda Çanda Jinan a Sitiya Zîn a ji aliyê jinên AKP’yî ve tê bikaranîn û Navenda Zanistê ya hêj tê çêkirin û hin milkên din dewerî Îdareya Bajêr a Taybet bê kirin.
* Xizmên Windayan û parêzvanên mafên mirovan, dê li Amed û Êlihê çalakiya rûniştinê li dar bixin. (12.00)
* Dayikên Şemiyê bi armanca winda bên dîtin û faîl bên darizandin, dê di hefteya 715’an de li Qada Galatasarayê kom bibin û daxuyaniyê bidin çapemeniye. (12.00)
* Komîsyona Girtîyan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewaş girtiyên nexweş, dê cara 350'an li Qada Galatasarayê "Rûniştina F" pêk bîne. (13.30)
*Rêxistina HDP'ê ya Wan, dê li Salona Konferansa Platgorma Şaxa KESK'ê ya Wanê panele "Krîz û Kapîtalîzm" li dar bixe. (13.30)
* Platforma Piştevaniya Karkerên Balafirgeha 3'yemîn, dê bi karkerên di 5'ê Kanûnê de hatin berdan re li Şaxa Hejmara 6 a Egîtîm Sen a Stenbolê re bên gelhev. (14.30)
* Koma Banga Demokrasiyê, dê di çarçoveya hevdîtina demokrasiya herêmî de, li Salona Dawetê ya Yagmûr a Kuçukçekmece bi gel re bên gel hev. (13.00-17.00)
* Meclîsa Tenduristiyê ya HDK'ê, dê bi sernavê "Li dijî Bajarên Kapitalizmê Alternatîfên me hene" li navenda xwe ya giştî ya Taksîmê komcivînê li darbixe û komcivîn dê 2 rojan berdewam bike. (10.00-18.00)
* Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê ji bo aqûbeta windayan bipirsin û rewşa girtiyên nexweş bînin ziman dê di hefteya 459’an de çalakiya xwe berdewam bikin. (13.00)