WAN - 7 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Serayê Abdulakadîr Çalişkan hat birîn.
Îro li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Wanê danişîna biryaradayînê ya Hevşaredarê Seraya Wanê Abdulkadîr Çalişkan ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û di 20'ê Adara 2017'an de hat binçavkirin û paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin pêk hat. Çalişkan û kesên pê re hatin girtin tev li danişînê bûn. Çalişkan û kesên tevî wî hatin girtin parêziya xwe ya berê kiribûn dubare kirin. Piştî wan parêzeran jî parêzî kir û xwestin muwekîlên wan bên berdan. Lê belê dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh ceza li Çalişkan birî. Her wiha dadgehê 4 sal û 2 meh li Baran Çalişkan, 3 sal û meh û 15 roj ceza li Ekrem Yucel, Fûlya Şen û Mehmet Dundar birî û der barê Mehmet Zakîr Denîz, Necla Ûmaz, Şadiye Ûçak, Yilmaz Şahîn û Zafer Keleş de jî biryara beraatê da.