ÎZMÎR - Di danişîna 14'an a doza Licê de der barê bersûc Fermandar Alaya Cendirmeyan a Amedê ya wê demê Eşref Hatîpoglû de biryara beraatê da.
Li Licê ya Amedê di 22'yê Cotmeha 1993'yan de piştî kuştina Fermandarê Cendirmeyan Bahtiyar Aydin leşker û polîsan li navenda navçeyê 16 sivîl kuştin û 36 kes jî birîndar kirin. Danişîna 14'an a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Îzmîrê pêk hat. Di dozê de Fermandar Tûnay Yanardag û Fermandarê Alaya Cendirmeyan ê Amedê yê wê demê Albay Eşref Hatîpoglû dihatin darizandin. Lê ji ber Yanardag mir, Hatîpoglû tenê dihat darizandin. Dadgehê der barê Hatîpoglû de biryara beraatê da û biryara da ku Yanardag ji dosyeyê bê derxistin.
Di danişînê de ewilî mexdûrên bûyera li Licê hatin guhdarkirin û mexdûran doza edaletê kir. Paşê parêzerên mexdûran der barê mutaalayê de beyanên xwe bilêv kirin. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin jî di parêziya xwe de bal kişand ser dozê ku ji Amedê birine Eskîşehîrê û ji wir jî birine Îzmîr û Parêzer Yûnûs Mûratkan jî bal kişand ser nakokiyên di dema lêpirsînê de.
SEROKÊ BAROYA ÎZMÎRÊ: GER CEZAYÊ NEYÊ BIRÎN WÊ MIROV CAREKE DIN BIMIRIN
Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel jî, destnîşan kir ku hevpîşeyê wî Mûratkan di 7 saetan de ancax naveroka dosyeyê qedandiye lê belê dozger dozger di mutaalayê de 20 rêzik nivîsandine. Yucel, bilêv kir ku di mutaalayê de beyanên şahidan tune ne û got: "Di vê dosyeyê de beyanên xizmên kesên mirine tune ne. Di darizandinê de wijdan divê. Mirov tenê bi guleyan namirin. Ger di vê dozê de ceza neyê birîn wê mirov careke din bimirin."
'KESÊ EV QAS MIROV KUŞTIBIN LI CEM ME RÊXISTINA TERORÎ YE'
Parêzer Sîdar Avşar jî destnîşan kir ku dosye hem ji bo kesên mirine hem jî ji bo mexdûrên li Licê pir girîng e û ji ber vê bi hezaran mirov ji Licê koçber bûne. Avşar got: "Mutaalaya dozger ne di vî warî de ye. Eşref Hatîpoglû rêxistineke di nav JÎTEM'ê de ye. Tiliya wî di gelek cinayetên kiryar nediyar de ye. Li gor me kesekî ev qas mirov kuştibin rêxistina terorî ye. Divê kesekî wisa neyê beraatkirin. Beraatkirin kesekî wisa wê wijdanê raya giştî û hiqûqê tev de nerihet bike. Em dixwazin bersûc bê cezakirin."
Parêzer Kezban Yilmaz jî diyar kir ku roja bûyerê li Licê endamekî rêxistinê jî tune bûye û got: "MAdem li navçeya Licê êrîş hebûye, nexwe çima di girtekê de tune ye. Tu endamekî rêxistinê jiyana xwe ji dest endaye. Biryara bê dayîn ji bo gel û raya giştî girîng e. Ger bersûcên bûyerên bi vî rengî bihatana cezakirin wê Roboskî pêk nehatana. Sûcê bersûc aşkere ye û em dixwazin bê cezakirin."
'TAHÎR ELÇÎ MAFDAR BÛ'
Parêzer Halîl Donmez jî, diyar kir ku li vî welatî hiqûq esas nayê girtin û daraz jî xwe li ker û lalîtiyê datîne. Donmez, bilêv kir ku heyeta dadgehê dosye nexwendiye û got: "Ger bihatana xwendin wê daxwaz bihatana qebûlkirin. Tahîr Elçî digot 'ne bawer im der barê vê danişînê de biryareke edlî derkeve.' Ev mutaala mafdariya Tahir Elçî nîşan dide."
Parêzerê bersûc Eşref Hatîpoglû jî got: "Em beyanan qebûl nakin. Li gorî me PKK'ê bûyera li Licê kir. Muwekîlê min nerihet dibe beraata wî dixwazim."
Piştî navberê heyeta dadgehê biryara xwe daxuyand. Heyetê diyar kir ku ji ber Fermandar Tûnay Yanardag miriye divê ji dosyeyê bê derxistin û der barê Fermandar Eşref Hatîpoglû de jî biryara beraatê da.