MÊRDÎN - Hevşaredarên Qoserê Leyla Asî û Leyla Salman di danişîna 10'an de jî nehatin berdan.
Hevşaredarên Qosera Mêrdînê Leyla Salman û Îsmaîl Asî jî di nav de 7 kesên di 2'yê Kanûna 2016'an de bi îdiaya "endmatiya rêxistinê" doz li wan hat kirin û ji 7 kesan 4 kes hatin girtin îro cara 10'an derketin pêşberî dadger. Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Mêrdînê pêk hat. Mıdürö Şaxa Marsû, Midûrê Karn Fenê uê Şaredariya Qoserê Halît Karaboga û Midûrê Karên Paqijiyê yê Şaredarya Qoserê Abdurrahîm Aslan ku bi awayekî negirtî tên darizandin tev li danişînê bûn û hevşaredar Îsmaîl Asî jî ji Girtîgeha Jimare 2'yan a Şakranê bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî dnaişînê bû. Hevşaredra Leyla Salman tev li danişînê nebû.
Piştî tespîta agahiyên nasnameyan meqama îdiaya mutaalaya xwe ya berê dubare kir û xwest kesên navên wan di dosyeyê de derbas dibin bi îdiayên "endamtiya rêxistinê" û "alîkariya rêxistinê" bên cezakirin.
Hevşaredar Îsmaîl Asî jî diyar kir ku ew nû hîn dibin dozgerê dosyeyê guheriye, lê belê hîn jî mutaala neketiye destê wan. Asî xwest ew li eywana danişînê bin û divê heyeta dadgehê beyanên şahidên nepen zelal bike.
Paşê parêzeran parêzî kir û destnîşan kirin ku ew mutaalayê qebûl nakin û divê îdianame bê îadekirin. Piştî parêziya parêzeran heyeta dadgehê biryara berdewama girtina hevşaredaran da û dnaişîn taloqî 1'ê Sibata 2019'an kir.