ANTALYA - Ji 8 HDP'iyên li Antalyayê hatin binçaavkirin Hevserokê HDP'a Navçeya Kepezê Şukru Ebînç bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.
Li Antalyayê di 4'ê Kanûnê de hevserokên HDP'a Navçeya Kepezê Şukru Ebînç û Şengul Kaçar jî di nav de 8 HDP'î hatin binçavkirin. HDP'iyên hatin binçavkirin piştî îfadeyên li Midûriyeta Emniyeta Antalyayê sewqî Edliyeya Antalyayê hatin kirin. Li dozgeriyê 2 HDP'î hatin binçavkirin û 6 jê jî bi îdiaya "endmatiya rêxistinê" sewqî dadgeriya lêpirsînê hatin kirin. Dadgeriyê der barê 5 HDP'iyan de biryara berdana bi şertê kontrolkirina edlî da û der barê Hevserokê HDP'a Kepezê Şukru Ebînç de jî biryara girtinê da.