AMED – Alîkara Serokê Baroya Amedê Gzal Bayram Koluman di çalakiya ji bo Tahîr Elçî de axivî û got: “Dewama girtina Selahattîn Demîrtaş kirasê bêhiqûqiyê ye.”
Baroya Amedê di hefteya 153’yemîn de Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê li navçeya Sûrê ya Amedê hat kuştin bibîr anî û xwest bûyer bê ronîkirin. Endamên Baroyê beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Em te jî bîr nakin” hildan. Alîkara Serokê Baroya Amedê di daxuyaniyê de axivî û got tevî kus ê sal di ser bûyerê re derbas bû jî hêj tu pêşketinek di dosyeya lêpirsînê pêk nehatiye.
'PEYWÎRA XWE BIKIN’
Koluman anî ziman ku ew ê nehêlin cînayeta Elçî bi bêcezakirinê bi encam bibe û got: “Em carek din li perpirsan dikin, peywîrdariya xwe ya pêwîst bikin û kujeran derxin.”
'BAWERIYA ME YA HIQÛQÊ ŞEWŞ BÛYE’
Mijara vê hefteyê ya Platforma Mafên Mirova ya Tahîr Elçî jî cezakirina Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bû. Koluman diyar kir ku tevî DMME’yê biryara berdana Demîrtaş da jî lê piştî gotinên Erdogan erêkirina ceza ne tesadufî ye û got: “Piştî van biryaran êdî baweriya me ya ji bo hiqûqê şewş bûye. Rêgezên hiqûq û edaletê nemane. Dewama girtina Selahattîn Demîrtaş ê ku di heman demê de endamê baroya me ye kirasê bêhiqûqiyê ye.”
Piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan çalakiya bîranînê bi dawî bû.