EUTCC'ê xwest hikûmeta AKP'ê tecrîdkirina Ocalan rake

  • rojane
  • 15:13 7 Kanûn 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Encamnameya Konferansa 15'emîn a Kurd ku 5-6'ê Kanûnê li Parlamenta Ewropayê hate lidarxistin, diyar bû. Di encamnameyê de ji DYA, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî hate xwestin ku ji bo azadiya Ocalan zextê li Tirkiyeyê bikin.
 
15'emîn  Konferansa Kurd a "Yekîtiya Ewropa, Tirkiye û Kurd" rojên 5 û 6'ê Kanûnê li Parlamenta Ewropayê pêk hat bi dawî bû. Di konferansê de 30 beşdar, li 5 panelan axivîn. Komîsyona Welatiyên Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) konferans amade kir. Çepa Yekbûyî ya Ewropayê - Kesk Çepa Skandînavyayê (GUE/NGL), Tifaqa Ewropa ya Kesk-Azad û Tifaqa Demokratan û Sosyalîstên Pêşverû yên Ewropayê piştî dan konferansê.
Rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê, tecrîdkirina Ocalan, krîza li Rojhilata Navîn, dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakurê Sûriyeyê, çareseriyên demokratîk ên ku Kurd ji bo aştî û aramiyê pêşkêş dikin, mijarên sereke yên konferansa îsal bûn.
 
EUTCC'ê di encamnameya konferansê de diyar kir, ew piştgiriyê didin wê yekê ku gelê Kurd ji bo xurtkirina aramiya li Rojhilata Navîn bibe aktorekî siyasî û piştgiriya ji bo hesreta Kurdan a aştî û aramiya li Rojhilata navîn wê aştiya global jî xurt bike. Di danezanê de hate gotin, "Şerê li herêmê xwedî dûvik taybetmendiyên karekterîstîk ên global in."
 
EUTCC diyar kir, girîng e perspektîfên siyasî yên aktorên Ewropî û global ên li ser Kurdan tavilê bên guhertin û ji van hêzan xwest ku Kurdan weke alî û aktorekî mezin ê li Rojhilata Navîn nas bikin. Di encamnameyê de ji bo Kurdan hate gotin, aktorekî bê dewlet ê ji bo aştî û aramiyê têdikoşe.
 
Daxwazên beşdarên konferansê jî bi 12 xalan hatin ragihandin:
 
EUTCC bang li saziyên Ewropayê, dewletên Yekîtiya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî, Papa Francîs û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dike ku ji bo berdana Ocalan zextê li hikumeta Tirk bikin.
 
EUTCC, der barê tecrîdkirina Abdullah Ocalan de bang li Konseya Ewropayê dike ku tedbîrên dîplomatîk, siyasî û hiqûqî bigire ji bo Tirkiye neçar bimîne ku li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere. Ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) dixwaze, ji bo dîtina Ocalan tavilê heyetekê bişîne Îmraliyê.
 
EUTCC ji hikumeta Tirk dixwaze, dawî li tecrîdkirina Abdullah Ocalan bîne, Birêz Ocalan weke dîlekî siyasî bibîne û di navbera dewleta Tirk û nûnerên gelê Kurd de danûstandinên aştiyê ji nû ve bide destpêkirin.
 
EUTCC silav û piştgiriyê dide Leyla Guven û hemû kesên din ên li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê.
 
EUTCC, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya ji bo tavilê berdana Selahattîn Demîrtaş û banga Konseya Ewropayê ya di vî warî de nas dike (...) Di wê baweriyê de ye ku divê der barê Fîgen Yuksekdag û girtiyên din ên siyasî tedbîrên bi heman rengî bigire.
 
EUTCC biryara Dîwana Edaletê ya Ewropayê bi kêfxweşî pêşwazî dike ku gotibû, divê biryara hiştina navê PKK'ê li nava lîsteya 'rêxistinên terorîst' bê betalkirin. EUTCC bang li Yekîtiya Ewropayê dike ku PKK ji lîsteyê derxîne.
 
EUTCC bang li Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropa, DYA, Federasyona Rûsyayê û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê ava bûye dike, ku dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve weke binpêkirina normên navneteweyî û xaka Sûriyeyê bibînin, guhertina demografîk a Efrînê û deverên din ên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin şermezar bikin û ji Tirkiyeyê bixwazin ku tavilê ji van herêman vekişe.
 
EUTCC bang li dewletên Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî dike, weke gava destpêkê ya çareseriya siyasî ya şerê li Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin.
 
Ji hikumeta Tirk dixwaze, hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2019'an di nava şert û mercên azad û wekhev de pêk bîne û bang li Konseya Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî dike ku ji bo Tirkiye li gorî şertên hiqûqî yên navneteweyî tevbigere, beriya hilbijartinê heyetan bişînin.
 
EUTCC jinên Kurd pîroz dike, ji ber ku weke modela demokratîkbûna Rojhilata Navîn li qadên civakî, siyasî, rêveberî û aboriyê ji bo avakirina aştî û demokrasiyê bi roleke aktîf û xweser radibin.
 
EUTCC bang li Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropayê dike ku ji bo qedandina dagirkerî û êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li herêma Kurdistana Iraqê, ku binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye, zextê li dewleta Tirk bikin.
 
EUTCC, ji ber biryara ji nişka û kêfî ya ku axaftina Zubeyîr Aydar a li Parlamenta Ewropayê ya di konferansa me de asteng kir, xemgîn e û vê biryarê şermezar dike. Ev hewldana cihê xemgîniyê, înkarkirina lêgerîna li demokrasî, aştî û azadiya îfadeyê ye.
 

Sernavên din

10/12/2018
18:19 Binçavkirina aktîvîstên TJA'ê bi tundî şermezar kirin: Dayika 80 salî pêxwaz binçav kirin
17:12 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girt: 25 aktîvîstên TJA’yê binçav kirin
Aktîvîstên TJA'yê bi tilîlîyan bersîv da polîsan
17:07 Buldan: Tişta ku parlamentoyê nekir, Guven dike
16:43 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê de girt
16:24 Şaxên ÎHD'ê: Mafê Jiyanê di bin talûyeke mezin de ye
15:27 Jinan li ber Girtîgeha Bakirkoyê xwestin daxwazên Guven bên qebûl kirin
15:23 KCDP: Di 19 mehên dayî de 652 jin hatin kuştin
14:42 Ozturk: Ji bo şikandina tecrîd divê em xwedî çalakiya Guven derbikevin
14:33 Esnafên Ceylan Karavîlê yên dikan girtin: Gefan li me dixwin
14:20 Di doza Nisêbînê de peyama piştgiriyê ji bo çalakiya Guven hat dayîn
14:18 30 kes dubare binçav kirin
13:58 Li Sîlîvrî grev bi koma 2'yemîn didome
13:25 Ocalan: Polîsan bi kîjan heqî bi ser avahiya HDP'ê de girtin
13:19 Karkerên ÎZBAN: Grev di wateyekê de bê kariye
13:09 Ji KESK’iyan banga tevlêbûna mîtînga Edeneyê
12:25 Aktîvîstên TJA dest bi greva birçîbûnê kirin
11:56 Ji bo Amedê hişyariya firtûnê hat kirin
11:54 Li Giresûnê grev di roja 14'an de bi koma 2'emîn didome
11:15 2 girtî ji Rihayê sewqî Xerpêtê kirin
11:12 Dadgehê ceza li wekilên HDP’ê yên berê Baydemir û Bîrlîk birîn
10:35 Der barê Rojnameger Kirkaya de biryara binçavkirinê dan
09:33 ‘Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye'
09:28 Ahmet Turk: Ev destpêk e
09:07 Dayika kurê wê li girtîgehê di grevê de: Em li pişt daxwazên wan in
09:05 'Ji bo cîhanek azad û wekhev divê tifaqa jinan ava bibe'
09:05 Meclîsa Ciwanan a HDP: Tenê rojeva me şikandina tecrîdê ye
09:04 Rojeva HDP'ê Tecrît e
09:03 Cenazeyan nadan malbatan
09:01 'Divê Erdogan pêşî posterên xwe rabike'
09:01 Gergerlioglu: Ji bo maf û azadiyan divê rêxistinên civaka sivîl bên cem hev
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2018'AN
07:00 NÇM'ê sala xwe ya 27'emîn pîroz kir
09/12/2018
17:13 Jin dest bi greva birçîbûnê dikin
16:39 Li meclîsê binçavkirina HDP'iyên destek dan grev birçîbûnê hat pirsîn
16:07 Temellî: Em ê Tirkiyeyê ji feraseta qeyûman rizgar bikin
14:59 '31'ê Adarê ji bo me firsend e'
14:14 Karneya 'binpêkirinên mafan ên îktîdara AKP'ê' hat amadekirin
13:50 Wê dengbêj ji bo Nesrîn Şêrwanê bistrên
12:00 Karkerê ceryan pê girt mir
11:48 Komên duyem çalakiya greva birçîbûnê dewr girtin
11:27 Polîs û cerdevanan 643 milyon lîre pere anîn ser navê xwe
10:29 Li maleke xwendekaran bijîşkek hat kuştin
09:20 Ok ê ji ÎŞKUR'ê hat îxrackirin: Bi zanebûn jinan ji kar qut dikin
09:19 Gergerlîoglû: Li girtîgehan polîtîkaya dijminahiyê tê birêvebirin
09:18 Îslam: Li Tirkiyeyê êdî normên hiqûqê naxebitin
09:18 Di hevdîtinên ji bo budçeyê de wê rojeva sereke ya HDP'ê Leyla Guven be
09:17 Bersûc beraat kir, lê belê Ozkanê eleqeya wî bi bûyerê tune ye 22 sal in girtî ye
09:16 Mehek derbas bû lê hîn jî rapora Sîsê Bîngolê nehatiye amadekirin
09:15 Ozturk: Ger dîroka wan a zilmê hebe, a me jî dîroka me ya berxwedanê heye
09:14 Serokê Dev Yapi-Îş'ê Karabulut: Ji bo tolhildanê em girtin
09:13 Nivîsên folklorîk ên kovara Hawar, Ronahî û Roja Nû hatin tesnîfkirin
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2018'AN
08/12/2018
20:52 Wesayîta leşkeran qelibî, 3 leşker birîndar bûn
17:16 Çalakiya ‘Êlek Zeran’ belavî Holland û Belçîka jî bûn
16:48 Rêvebera HDP’a Mêrsînê hat binçavkirin
16:24 Çalakgerê ku TRT’ê protesto kir mohra xwe li rojê da
16:19 Girtiyên li Sîweregê: Heta tecrîd bidome çalakî jî dê bidomin
15:47 Platforma Şaxan a KESK'ê: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:33 Greva birçîbûnê li girtîgehan belav dibe
15:28 Girtiyê nexweş Yavûzel: Ger wisan dewam bike ezê bimirim
14:55 Xizmên windayan: Daraz faîlan diparêze
14:09 Girtiyê nexweş Mahmût Aktaş berdin
13:46 Komxebata Tenduristiyê ya HDK’ê: Alternatîfa me heye
13:33 ‘Ji 9 saliya xwe heta niha qurnefilan datînim Qada Galatasarayê'
13:27 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
12:54 Demîrkıran: Daxwaza Guven a li dijî tecrîdê daxwaza me ye
12:43 Kolanên Fransa bi zer xemilîn
12:29 Rojnameger Berîvan Bîla hat girtin
11:56 Lêpirsîna Efrînê ji bo endamên Hewldana Hemwelatiyan vekirin
10:11 NÇM bi slogana ‘Bi hev re’ rêwîtiya 27 salan pîroz dike
09:42 Demîrtaş ji Le Monde re nivîsdan: Em li benda piştevaniya we ne
09:41 17 mehin di çalakiyan de ne: Em heqê xwînana xwe dixwazin
09:40 Beriya hilbijartinê qeyûmê Cizîrê milkê şaredariyê dewr dike gelo?
09:06 Kemal Ozelamli: Ez ê dest bi rojiya mirinê bikim
09:05 Namzetê AKP'ê qeyûm Atîlla avahiya şaredariyê veguherand ofîsa hilbijartinê
09:05 Ji bo cenazeyê kurê xwe yê li Sûrê bigire 19 car in tê Amedê
09:05 Girtiyê nexweş Kalay bal kişand ser nexweşîna xwe
09:04 Can: Di 1980'an de civakiyîbûneke germ hebû, lê niha tenêtî heye
09:04 'Karneya Tirkiyeyê ya mafê mirovan di biniya sifirê de ye'
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2018'AN
07/12/2018
22:30 7 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Serayê hat birîn
21:06 Der barê bersûcê doza Licê Eşref Hatîpoglû de biryara beraatê
20:51 Otobêsa rêwiyan qeza kir, 5 kes mirin
20:42 Hevşaredarên Qoserê nehatin berdan
20:25 Hevserokê HDP'a Kepezê hat girtin
16:37 Li Amedê jinek hat kuştin
16:12 HDP'ê li Rihayê binçavkirin şermezar kir: Em ê bi ser bikevin
16:11 12 kurtefîlm li Stenbolê tên pêşandan
15:58 'Dewama girtina endamê me Demîrtaş bêhiqûqî ye’
15:22 Çalakiya Guven di roja 30’yemîn de ye: Rewşa krîtîk dest pê kir
15:13 EUTCC'ê xwest hikûmeta AKP'ê tecrîdkirina Ocalan rake
15:02 Bavê ku kêlika kurê xwe çêkiribû hat berdan
14:44 Parêzer: Delîlên kuştina Karakan hatin reşkirin
14:38 KESK’ê banga beşdariya mitîngê kir
13:41 AYM’ê biryara sînorkirina lêpirsîna komkujiyê mafdar dît
13:17 HDP li Stenbol, Îzmir, Edene û Mêrsînê amadekariyên namzetên bi îdîa dike
12:54 Li Beyoglu şewat deret: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:46 Endamê Koma Aştiyê Turgut hat binçavkirin
12:40 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:02 ‘Pêşbirka Xwendina’ edebiyata kurdî tê lidarxistin