ENQERE – Korkmaz Tedîk di Komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Tedîk têkildarî sînorkirina lêpirsîna komkujiyê û binpêkirina mafê jiyanê de serî li AYM’ê da. AYM’ê jî serlêdanê ji piştekê bêpar dît.
Korkmaz Tedîk di Komkujiya 10’ê Cotmehê ya li Gara Enqereyê jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Tedîk serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû û ev serlêdan gihîşt biryarê. Piştî komkujiyê der barê biryara dadgehê ya sînorkirinê dabû îtîraz kir û di 10’ê Mijara 2015’an de serî li AYM’ê da. AYM’ê cih da agahiyên der barê tiştên roja komkujiyê qewimî, biryara dadgehê ya sînorkirinê û lêpirsîna der barê peywîrdarên cemaweriyê de ku ji dosyeyê hatiye veqetandin biryar da.
Malbatê bi rêya parêzeran serî hat lêdan. Di serlêdanê de mînakên biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) hatin nîşandan. Di serlêdanê de bal kişandin ser binpêkirina mafê jiyanê û sînorkirina dosyeyê ya ji raya giştî hatiye veşartin.
MALBAT: LÊPIRSÎN NE SERBIXWE BÛ
Malbatê der barê serlêdanê de got roja bûyerê peywîrdarên cemaweriyê tedbîr negirtine û ji bo lêpirsînek serbixwe û bi bandor xebat nehatiye kirin û gumanê wan ji vê lêpirsînê hene.
AYM’Ê RED KIR
AYM’ê biryara îdiayên têkildarî bipêkirina mafê jiyanê ji piştekê bêpar e da û bi pirjimariya dengan serlêdanê red kir.