STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo dîtina xizmên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, xwişka wî Fatma Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo çûyîna Îmraliyê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan jî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
SERLÊDANA 770'Î JÎ NEHAT QEBÛLKIRIN
Parêzerên Ocalan Cengîz Çîçek, Faîk Ozgur Erol û Abdulmecît Yildirim ji bo dîtina muwekîlê xwe doh serî li dozgeriyê dabûn, lê serlêdana wan nehatibû qebûlkirin.
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve parêzeran 770'ê carî ji bo dîtina Ocalan serî li dozgeriyê dan, lê bi hin bahaneyan nehate qebûlkirin. Herî dawî Mehmet Ocalan jî di 11'ê îlona 2016'an de hevdîtin kiribû û ji wê demê heta niha malbat bi tu awayi agahiyê ji Ocalan nastînin.