WAN - Danişîna doza Rojnameger Îdris Yilmaz ku girtî tê darizandin hat dîtin. Yilmaz nehat berdan.
Yekemîn danişîna doza Rojnameger Îdrîs Yilmaz ku bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" tê darizandin li 5'eimîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat dîtin. Yilmaz, li Girtîgeha Hêjmar 1 a Ewlehiya Bilind a Xerpêtê, bi rêya Pergala Bi Deng û Dîmen ( SEGBİS) tev li danişînê bû. Yilmaz parastin kir û diyar kir ku bi salan e rojnameger e û ji ber rojnamegerî kiriye hatiye cezakirin. Yilmaz, anî ziman ku ji ber rojnamegeriyê dike û nûçe çêkirin gelek caran rastî lêdanê û gefan hat. Yilmaz, anî ziman ku di 22'ê Çileya 2018'an de ji ber li ser medya civakî agahi parve kir hat girtin û wiha got: 'Hekîmê ku ez girtim ji min re got 'Tu welatiyekî ji rêzê bûya min tu nedigirt. Ji ber ku tu rojnamegerî ez te digirim' û ez girtim. Piştre ez şandim Girtîgeha Tîpa 1 a Xerpêtê. Îdîayên der barê min de bê kok in û ne rast in." Piştî Yilmaz parêzerê Yilmaz jî parastin kir. Dozger jî mutala xwend û xwest Yilmaz bê cezakirin.
Heyetê ji bo daxwazê binirxîne doza Rojnameger Yilmaz taloqî 3'ê Çileya 2019'an kir.