ERZIROM - Hevseroke HDP'ê Muammer Duman jî di navde 4 kesên di 4'ê Kanûnê de li Erziromê hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Polîsan di 4'ê Kanûnê de bi ser mala Hevserokê HDP'ê yê Erziromê Muammer Duman û rêveberên HDP'ê de girtin û Duman jî di navde 4 kes binçav kiribûn. Polîsan di ser mala Hevserokê HDP'ê yê Erziromê Muammer Duman, rêveberê HDP'ê Şahap Karakuş, Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Sinan Durmaz û Beytullah Çelîk de girt û 4 kes binçav kiribûn. Polîsan 4 HDP’iyên binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Erziromê û ji wir jî sewqî dadgehê kirin. Piştî 4 rêveberên HDP’ê li dadgehê îfade dan serbest hatin berdan.