AMED – Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Selçuk Mizrakli bêdengiya hikumetê ya li hember çalakiya Leyla Guven şermezar kir û got: “Bêdengiya hikumetê dê qêrîna me xûrt bike. Dawiya dawî jî wê hikumet neçar bimîne bersiv bide vê daxawzê.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê yê Colemêrgê Leyla Guven a bi boneya şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 30’emîn de ye. Tevî ku çalakiya Guven berbelavî gelek bajar û heta Meclîsê bû jî ji bo bidawîkirina tecrîdê hêj gavek nehatiye avêtivin.
Yek ji parlamentere ji bo piştgiriya Guven 3 rojan li Amedê ket çalakiya greva birçîbûnê Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Selçuk Mizrakli bal kişand ser çalakiya Guven û bêdengiya hikumetê ya li hember çalakiyê rexne kir.
‘EM TEVLÎ ÎTÎRAZA GUVEN BÛN’
Mizrakli got çalakiya Guven da destpêkirin di eslê xwe de îtîraza li dijî hemû qewimandinên li Tirkiyeyê ye. Mizrakli anî ziman ku li welêt bêhiqûqiyek temamî diqewime û tecrîda di hiqûqê de jî cihê wê nîne dixwazin Ocalan temam ji holê rabike. Mizrakli diyar kir ku ji bilî edaletê hemû zilma tê kirin li dijî herîkina asayî ya jiyanê ye û got: “Em jî ji bo beşdarî îtîraz û daxwaza Leyla Guven bibin beşdarî çalakiya dibin.”
HIKUMET Û MEDYAYA WÊ REXNE KIR
Mizrakli li ser bêdengiya medya tirk a li hember tecrîdkirina Ocalan û çalakiya Leyla Guven jî rawestiya û got: “Hikumet û medya xwe bi hev re bêdengiya xwe diparêz e. Bêdengiya wan dê qêrîna me ya ji bo Leyla Guven hin bêtir xûrtir bike. Helbet wê hikumet neçar bimîne bersivê bide vê qêrîn û daxwazê. Jiyan wê vê yekê bispêre hikumetê. Em ê di vê arîfeya hilbijartinê de tecrîdê bixin rojeva her derdorê. Ev daxwaza azadiya mifteya çareseriyê ye. Heta demokrasiyek rasteqîn neyê welêt, dê rojên reş dewam bikin. Lê heke em bi milyonan li dijî rejîmê derkevin dê rojên azadî û ronî nêz bin.”
Mizrakli da zanîn ku çalakiyên bi armanca piştgiriya Leyla Guven mafê wan ê demokratîk û rewa ye û ji bo bidawîkirina tecrîd û pêkanîna aştiyê dê bênavber çalakiyên xwe dewam bikin û têbikoşin.
‘REWŞA KRÎTÎK DEST PÊ DIKE’
Mizrakli destnîşan kir ku çalakiya Guven bi gihîştina roja 30’emîn dê bikeve astek krîtîk û got: “Her roj rîsk zêde dibe. Rîska ji niha şûn ve tenduristiya wê nebaş bibe. Birêz Guven bi armanc û çalakiyê xwe zindî digire. Tevî her tiştî jî tenduristiya Leyla Guven tenduristiya me ye.”
‘BÊHIQÛQÎ BILA BI DAWÎ BIBE’
Mizrakli anî ziman ku tenduristiya Guven di bin berpirsyariya Wezareta Edaletê de ye û divê tenduristiya Guven bi her awayî baş bê şopandin. Mizrakli xwest zexta û zilma li ser civakê, bêhiqûqî û tecrîdkirina Ocalan dmeildest bê bidawîkirin.