AMED – Girtiyê nexweş Omer Akbey ji malbata xwe re ragihand bêyî dermankirina wî ya li Amedê xelas bibe wî sewqî Girtîgeha Panosê kirin e û lêgerîna tazî lê ferz kirin e.
Girtiyê bi navê Omer Akbey ji bo dermankirina nexweşîna wî ya Hepatît B û kîsê di pişta wî de 6 meh berê ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê sewqî Girtîgeha Amedê kiribûn. Omer Akbey du roj berê bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û ji malbata xwe re da zanîn ku ku bêyî dermankirina wî biqede wî carek din sewqî Girtîgeha Tîpa L a Panosê kirin e.
Akbey ji malbata xwe re ragihandiye dema sewqkirinê de zext lê hatine kirin û di têketina Girtîgeha Panosê de lêgerîna tazî lê ferz kirin e. Akbey got girtîgehê wî li ser muameleya kêfî ji Amedê sewqkirin e. Akbey û komek hevalên xwe salek berê ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî Girtîgeha Tîpa L Panosê hatibûn kirin.