AMED – Hat ragihandin ku der barê 10 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê dest bi greva birçîbûnê kirin e lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 29’an de ye. Bi heman daxwazê li girtîgehên bajarên Tirkiyeyê û herêmê jî girtî di çalakiya greva birçîbûnê de ne.
Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê 10 girtiyan ji bo piştgiriya Guven dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Girtiyan bi rêya telefonê ji malbatê xwe re ragihandin ku rêveberiya girtîgehê der barê 10 girtiyên dest bi çalakiyê kirin e lêpirsîn daye destpêkirin. Malbatan diyar kir ku girtiyan gotiye heke tecrîda li Îmraliyê ranebe dê li hemû girtîgehan hemû girtî dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin.