MÊRDÎN – Rêxistina CHP'ê ya Mêrdînê, serdana parlementerên HDP'ê Tûma Çelîk û Ebrû Gunayê yên ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê ketin greva birçîbûnê kir.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê dest bi greva birçîbûnê kir di roja 28'an de ye. Her wiha li gelek bajaran jî ji bo piştevaniyê parlementerên HDP'ê jî di nav de siyasetmedar dest bi çalakiyên greva birçîbûnê kirin. Li Mêrdînê jî parlementerên HDP'ê yên Mêrdînê Tûma Çelîk û Ebrû Gunay dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja duyemîn de didome. Rêveberên CHP'a Mêrdînê li avahiya HDP'a Mêrdînê serdana parlementerên HDP'î yên di greva birçîbûnê de ne kirin.
Koma CHP'ê ya Serokê CHP'a Mêrdînê Mahmût Dûyan jî di nav de ji aliyê parlementerên HDP'î ve hatin pêşwazîkirin. Di serdanê de der barê greva birçîbûnê de hat axaftin. Dûyan diyar kir ku ji bo Tirkiye bibe welatekî demokratîk ew têdikoşin û got: "Em ê ji bo demokrasî û mafên mirovan dev ji têkoşînê bernedin. Her çend em çalakiyên grevên birçîbûnê teswîp nekin jî daxwazên we daxwazên mafdar in. Polîtîkayên divê di dewleta hiqûqê de tune bin tên meşandin. Loma hûn di çalakiya xwe de mafdar in."