MÊRDÎN - Siyasetmedarê kurd û Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyûm tayînî şuna wî hatibû kirin, ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bû bernamzet. Turk, piştî serlêdan kir got "Ev ji bo me rovanş e. Em de cara duyemîn dijberê xwe têk bibin."
Siyasetmedarê kurd ê bi salan di nava siyasetê de Ahmet Turk ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê bû û qeyûm taşînî şûna wî hat kirin, ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdîne bû bernamzetê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Turk serê sibê hat avahiya HDP'ê ya Mêrdînê û jibo bernamzetiyê serlêdan kir. Turk, belgeyên xwe yên serlêdanê teslîmî komîsyonê kir. Turk piştî serlêdan kir ji ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Turk, anî ziman ku namzetiya dawî ya teqez dê partiya wan diyar bike û wiha got: "Ev ji bo me rovanş e. Di vê serdema ku vîna gel hatiye desteserkirin, divê li dijî vê desteserkirinê em bi hemû hêza xwe têbikoşin. Divê em polîtîkayên li dijî xwe bi her awayî vebêjin. Divê em li dijî hêzên ku vîna gel xesp kiriye hêza yekîtiya demokratik ava bikin. Ev hilbijartin ji bo gelême ezmûn e. Ji bo me jî rovanş e. Li dijî kesên ku qemûm tayîn kirin û vîna gel tune hesibandin têkoşînek e."
Turk, piştî daxuyanî da bi endamên komîsyonê re wêne kişandin. Turk, piştî serlêdanê çû parlamenterên HDP'ê yên di grevê dene Tuma Çelîk û Ebru Gunay ziyaret kirin û wi wan re sohbet kirin.
Ahmet Turk di hilbijartina 2014'an de li gel Hevşaredara Mêrdînê Februniye Akyol bûbûn hevşaredar. Hevşaredar Turk, di 16'ê Mijdara 2016’an de ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve ji peywirê hatibû girtin.