STENBOL – Danişîna edîtora ETHA’yê Semîha Şahîn û nuçegihana wê Pinar Gayip jî di nav de ya 4 kesan hat dîtin. Şahîn û Gayip nehatin tahliyekirin û 2 girtiyên din hatin berdan.
Danişîna duyemîn a doza edîtora Ajansa Nûçeya (ETHA) a Etkîn Semîha Şahîn û nûçegihana ETHA’yê Pinar Gayip jî di nav de ya 4 kesan li 23’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Gelek kesan doz şopand. Rojnameger Şahîn û Gayip berdana xwe daxwaz kirin.
Piştî parastina rojnamegeran parêzeran jî parastina miwekîlên xwe kirin û daxwaza berdana wan kirin. Heyeta Dadgehê biryara dewama girtina rojnamegeran da û Ferhat Harun Pehlîvan û Gulsen Îmre yên ji heman dozê dihatin darizandin tahliye kir. Danişînek din taloqî 30’ê çileya 2019’an hat kirin.