ENQERE –10 parlamenterên HDP'ê duh li Meclîsê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdê û li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dengê xwe bilind bikin ketin grevê. Parlamenteran diyar kirin ku ew li dijî tecrîdê bêdeng namînin û dê bibin dengê çalakiya Leyla Guven.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kiriye ket roja 28'an. Piştgiriya Çalakiya Leyla Guven û çalakiyên li dijî tecrîdê her ku diçe belav dibe. Piştî li hemû girtîgehan girtiyên siyasî jî bi dorvegera 10 rojan û bêdawî kom bi kom dest bi çalakiyê kirin, niha jî wekîl û rêveberên HDP'ê jî ketin grevê. Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê di 2'ê Kanûnê de li avahiya HDP'ê dest bi çalakiyê kir û didomîne. Li Mêrsînê di roja ewil de 10 çalekger hatibûn binçavkirin û hêj di bin çavan de ne. Duh jî Mêrdîn, Şirnex, Wan, Êlih, Stenbol Amed Riha û Enqereyê parlamenter ketin greva birçîbûnê. Li Enqere Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî di navde 10 parlamenteran dest bi grevê kirin.
Wekîlên di grevê de ji Ajansa Mezopotamya re axivîn.
SANCAR: MEDYA Û MECLÎSA AKP'Ê NABÎNE
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mithat Sancar ku li meclîsê ket grevê diyar kir ku îktîdara AKP'ê û medya AKP'ê çalakiyên wan tune dihesibîne û nabîne. Sancar, da zanîn ku armanca Guven aştî û demokratîkbûna Tirkiye ye u wiha got: "Ji bo em tecrîdkirina Ocalan şermezar bikin û tecrîdê bikin rojeva meclîsê me dest bi çalakiyê kir. Lê mixabin îktidar û medya AKP'ê vê çalakiyê û tecridê nabine. Polîsan li dijî hevalên me operasyon pêk anîn. Bi armanca em bikin rojev û piştgiriye bidin çalakiya Leyla Guven me li Meclîsê dest bi çalakiyê kir. Tecrîd li dijî, têkoşîna aştî û demokrasiya Tirkiye ye. Divê li dijî tecrîdê şewirmendiyek xurt hebe. Divê em vê tecrîdê rakin. Tecrîd li pêş aştî û aramiya Tirkiye astengiyek gelek mezin e."
KEMALBAY: EM DÊ BIBIN DENGÊ ÇALAKIYA LEYLA
Parlamentera HDP'ê ya Îzmirê Serpil Kemalbay ji anî ziman ku wekîla HDP'ê u Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dîl hatiye girtin û wiha got: Leyla Guven li dijî faşîzma ku li Tirkiye bûye sazî û şerê kûr dibe ketiye çalakiyê. Polîtikayên ku hebûna xwe bi şer berdewam dikin li Îmraliyê li ser Birêz Abdullah Ocalan tecrîdê dimeşînin. Ji ber ku çi cara pêwiste ji bo aştî, muzakere û çareseriyê gav bên avêtin hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pêwist tê dîtin.
Wê demê jî zextên li ser Ocalan zêde dikin. Kengî dixwazin şer kûr bikin jî dîsa zextên li ser Ocalan kûr dikin. Divê tu kes di bin tecrida mutlaq de neyê girtin. Em li hemberî vê tabloyê nikarin bêdeng bimînin. Em dê bibin d8engê Leylayê."
AYDEMÎR: ME XWEST BALA MECLÎSÊ BIKIŞÎNIN SER TECRÎDÊ
Parlamenterê HDP'ê yê Çewlikê Erdal Aydemir jî anî ziman ku Leyla Guven bi vîna gel hatiye hilbijartin, lê niha vîna gel dîl hatiye girtin û wiha got: "Mixabin Serokê Meclîsê heta niha der barê girtina Leyla Guven de tiştek negotiye. Me xwest bi vê çalakiyê balê bikişînin ser çalakiya Leyla Guven û daxwazên wê yên li dijî tecrîdê."
OZTURK: DIVÊ HER KES LI VAN ÇALAKIYAN XWEDÎ DERKEVIN
Hevserokê KCD'ê û Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk jî xwest her kes li çalakî û daxwazên Leyla Guven xwedî derkevin û wiha got: "Tenê daxwazek Leyla Guven heye. Ew jî rakirina tecrîda Birêz Abdullah Ocalan e. Birêz Leyla anî ziman ku ev çalakiya wê ya grevê li dijî tecrîrdê ya li hemberî aştî û demokrasiyê ye. Em dibêjin çareseri li meclisê ye. Divê meclîs pirsgirêkan niqaş bikin û çareser bikin. Lê meclîs tecrîdê naxe rojeva xwe û kûr dike.
TAŞDEMîR: ÇALAKIYÊN ME DÊ LI MECLÎSÊ BI SÎNOR NEMÎNIN
Parlamentera HDP'ê û Berdevka Meclîsa Jinan Dilan Dirayet Taşdemîr jî êrîşa polisan a li dijî çalakiya Mêrsîne şermezar kir û wiha got: "Em li dijî van êrîşan gavan paşve navêjin. Em dê li daxwazên Leyla Guven ên mafar xwedî derkevin. Li gel ku Guven wekîl e îro dîl hatiye girtin. Ji ber vê yekê me xwest dengê wê li meclîsê bînin ziman. Me xwest meclîs rol û mîsyona xwe pêk bîne. Em mîsyona meclîsê bînin bîra wan.
Bê guman çalakiyên me dê li meclîsê bi sînor nemînin. Çalakî û berxwedanên me dê li cihên din û bi rêbazên din berdewam bikin. "
COŞKÛN: TECRÎDKIRINA OCALAN LI CIVAKÊ BELAV DIBE
Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevin Coşkun jî anî ziman ku li şuna Leyla Guven li meclîsê be, li girtîgehê dîl hatiye girtin. Coşkun, destnîşan kir ku ew rewş û daxwaza Guven têxin rojeva meclîsê û wiha got: "Tecrida li ser Birêz Ocalan dest pê kir, li ser hemu gelê Kurd belav dibe. Ji ber vê yekê divê her kes li van çalakiyan xwedî derkevin."
MA / Diren Yurtsever