ÊLIH - Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran ku ket greva birçîbûnê, diyar kir ku divê xwedî li daxwaza Leyla Guvenê bê derketin û got: "Divê herkes xwedî li têkoşîna wê derkeve. Baweriya me bi vê têkoşînê heye û em wisa difikirin wê bi ser bikeve."
Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 28'an de ye. Tevî vê çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo piştevaniyê li girtgîgehan û li derve ji aliyê parlementer, siyasetmedaran û gel ve hatin destpêkirin jî didomin. Li Êlihê jî parlementerên HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Mehmet Ruştu Tiryakî jî ji bo 3 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
‘JI BO RAYA GIŞTÎ BIBIHÎSE'
Parlementerê HDP'ê Mehmet Ruştu Tiryakî jî, anî ziman ku çalakî li hemû bajaran didomin û got: "Ji bo em destekê bidin çalakiya Leyla Guvenê û daxwaza wê ji aliyê raya giştî ve bê bihîstin me dest bi greva birçîbûnê kir." Tiryakî, destnîşan kir ku li tu deverê cîhanê tecrîdeke wekî ya Ocalan pê tê tecrîdkirin tune ye û got: "Belkî tenê Rêberê Tevgera Şoreşger a Rêya Ronahiyê Manuel Rubén Abimael Guzmán Reynoso bi vî awayî hatibe tecrîdkirin. Lê belê dîsa jî parêzerên wî dikaribûn pê re hevdîtinê çêbikin. Ji roja tecrîd dest pê kiriye heta niha li vî welatî tu tişt baş nebûye û divê êdî dawî lê bê." Tiryakî anî ziman ku gel eleqeyeke mezin nîşanî çalakiya wan dide û got: "Gel çalakiya me di cî de û rast dibîne. Em dizanin her diçe berbelav dibe."
‘EM Ê BI SER BIKEVIN'
Parlementera HDP'ê Ayşe Acar Başaran jî destnîşan kir ku divê herkes xwedî li daxwazên Leyla Guvenê derkevin û got: "Tenê ne kurd divê tirk, lazî çerkez herkes xwedî li daxwaza Guvenêd erkeve û bîne ziman. Guven tenê ne parlementera Colemêrgê ye, parlementera gelan e. Loma divê herkes xwedî li têkoşîna wê derkeve. Baweriya me bi vê têkoşînê heye û em wisa difikirim wê ev têkoşîn bi ser bikeve."
'DAXWAZA MILYONA YE'
Başaran destnîşan kir ku Ocalan muzakerevanê sereke ye û bang li îktîdarê kir: "Divê dawî li tecrîdê bê." Başaran got: "Tenê ne Ocalan hemû gel tên tecrîdkirin. Niha belkî Guven an jî em bedena xwe ber bi birçîbûnê ve rê dikin, lê ev daxwaza a milyona ye."