NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên herêmê û rovajayê Tirkiyeyê parlamenterên HDP'ê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di daxuyaniyên destpêkirina çalakiyan de hat xwestin daxwaza çalakiya Leyla Guven daxwaza wan û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan demildest bê bidawîkirin.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtî ye, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 27 roj e di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Piştevaniya ji bo çalakiya Guven her roj pêl bi pêl berbelav dibe. Îro li gelek navendan parlamenterên HDP'ê ji bo piştgiriya Guven dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
MÊRDÎN
Li Mêrdînê jî Parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê Ebru Gunay û Tuma Çelîk bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven û li dijî tecrîde dengê xwe bilind bikin li avahiya HDP'ê ya Mêrdînê dest bi çalakiya greva birçêbûnê kirin. Beriya çalakiya grevê dest pê bike polîsan avahiya HDP'ê ya Mêrdînê dorpêç kir. Li gel vê yekê gelek endam û rêveberên HDP'ê avahiya HDP'ê ziyaret kirin û piştgirî dan çalakiyê. Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Sincar, diyar kir ku armanca wan li dijî tercîdê dengê xwe bilind bikin û piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û wiha got: "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Em li dijî tecrîdê ne. Em li dijî tecrîdê dikevin grevê. Em dibêjin dê tecrîd bişkê û berxwedan bi ser bikeve. Greva me ya birçîbîbûnê dest pê dike."
ÇELÎK: SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk jî axivî û wiha got: "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Em li dijî tecrîdê ne. Em li dijî tecrîdê dikevin grevê. Me berê ev çalakî plan kiribû. Me berê li Amed, Riha û Colemêrgê çalakî pêk anî. Du roj berê bi ser avahiya HDP'ê ya Mêrsînê de girtin. Ji ber mudaxaleya li dijî çalakiyan zêde bû em niha dikevin grevê. Wekîla me ya Colemêrgê Leyla Guven 27 rojin li dijî tecrîdê ketiye grevê. Tecrîd li dijî mirovahiyê ye. Sûcê mirovahiyê ye. Em ji wekî Wekilê HDP'ê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya grevê em dikevin grevê. Bi ser avahiya ye ya Mêrsînê de girtin û 10 hevalên me binçav kirin. Em bi armanca li dijî vê zilm û zextan dengê xwe bilind bikin vê çalakiyê pêk bînin. Faşîzma AKP MHP'ê ku niha li îktîdarê ye li dijî vê çalakiya me derket. 10 hevalên me binçav kirin. Em li dijî vê neheqî û zextan li hemû bajarên Tirkiye wekî wekilên HDP'ê dikevin grevê. Di cîhanê de çalakiya herî demokratîk û rewa ye. Em dixwazin bêjin ku çalakiyaherî demokratîk û aştiyane pêk tînin. Em dixwazin Tirkiye demokratîk bibe. Em dixwazin aştî û wekheviya dinavbera gelan pêş bikeve. Em çalakiyên herî rewa û demokratîk pêk tînin."
Parlamendtera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Guney jî axaftinek kurt kir û wiha got: "Leyla Guven li dijî tecrîda Birêz Ocalan ket grevê. Ew li girtîgehê li ber xwe dide. Em jî dixwazin li derve piştgiryê bidin çalakiya wê. Li dijî tecrîda ku Faşîzma AKP'ê pêş dixe bişkîne vê çalakiyê pêk tînin. Em li gelek bajaran çalakiya grevê didin destpêkirin. Em bang li her kesî dikin ku hestiyar tev bigerin û li qadan bertekên xwe bînin ziman.
Piştî çalakiyê rêxistinên HDP'ê yên Şemrex, Qoser, Dêrikê hatin avahiya HDP'ê û piştgirî dan çalakgeran.
RIHA
Li Rihayê jî parlamenterên HDP’ê yên bajêr Ayşe Surucu û Omer Ocalan li avahiya HDP’a Rihayê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin. Parlamenter Nusrettîn Maçîn, rêveberên rêxistinên bajêr û navçeyan û Dayikên Aştiyê destek dan çalakiyê.
Omer Ocalan diyar kir ku çalakiya Leyla Guven da destpêkirin hatiye astek krîtîk û got: “Tecrîda girankirî berdewama komploya navdewletî ye. Daxwaza Leyla Guven daxwaza me û gelê me ye. Divê demildest tecrîd bi dawî bibe.”
ÊLIH
Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Mehmet Ruştu Tirkyakî û Ayşe Acar Başaran jî li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Êlihê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Dayikên Aştiyê û rêveber û endamên HDP’ê destek dan. Di çalakiyê de Tirkyakî axivî û got: “Me li ser daxwaza çalakiya Leyla Guven dest bi çalakiyê kir. Ji bo tecrîda mutleq rabe em têdikoşin.”
AMED
Çalakiya 6 parlamenterên HDP’ê yên Amedê jî ya duh dest pê kiribûn li avahiya HDP’ê didome. Rêxistinên HDP’ê yên Licê, Farqîn, Erxenî hatin serdana parlamenteran û desteka xwe aşkere kirin. Di serdanê de stran hatin gotin.
Rêveberên rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Amedê jî çalakiyê ziyaret kirin û piştevaniya xwe aşkere kirin. Serokê ESP’a Amedê Ramazan Karakaya axivî û banga piştevaniya çalakiyê li her kesî kir.
ŞIRNEX
Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz li avahiya HDP’a Şirnexê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Rêveberên HDP’ê yên Şirnex û navçeyan û Dayikên Aştiyê û gelek welatiyan piştevaniyê da çalakiyê. Parlamenter Îmîr axivî û got tecrîdkirina Ocalan li ser tevahiya gelê kurd û gelên din pêk tê û heta tecrîd bi dawî bibe dê têkoşîna xwe dewam bikin.
Parlamenter Ozguneş jî da zanîn ku tecrîdkirina Ocalan astengiya herî mezin a li pêşiya aştiyê ye û daxwaza Guven daxwaza wan e û xwest demildest tecrîd bê rakirin.
Parlamenter Huseyîn Kaçmaz jî diyar kir ku mifteya aştiyê li Îmraliyê ye û divê gelên Tirkiyeyê li dijî polîtîkaya tecrîdê ya şer kûr dike derkevin.
MÊRSÎN
Çalakiya greva birçîbûnê ya parlamenterên HDP’ê Fatma Kurtulan, Tulay Hatîmogullari û Ridvan Turan a duh li Mêrsînê dabûn destpêkirin didome. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê jî çalakiyê ziyaret kirin û peyama piştevaniya çalakiyê dan. Kurtulan di çalakiyê de axivî û got: “Em soza li ber xwe danê didin. Em ê bi her awayî li dijî zextan û tecrîdê li ber xwe bidin.”
Rêveberên HDP’a Mêrsînê xwestin li dijî tecrîd û binçavkirina rêveber û endamên xwe li ber avahiya xwe daxuyanî bidin. Polîsan li ser daxwaza Walîtiya Mêrsînê destûr neda daxuyaniyê.