AMED - Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farsioglullari ku duh li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gel 3 parlementerên HDP'ê yê Amedê ket greva birçîbûnê hikûmet hişyar kir û got: "Divê îktîdar guh bide daxwazên gel. Ger ku di tecrîdê de israr bikin dê gel bedelên giran bide.
Çalakiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo piştevaniya çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven her ku diçe belav dibe. Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li Girtîgeha tîpa E ya Amedê di roja 27'an de berdewam dike. Çalakiya girtiyên siyasî yên PKK û PAJK'ê jî di roja 8'an de berdewam dike. Duh li Amedê 4 parlamenterên HDP'ê, li Wanê Parlamenterek û li Mêrsînê jî 3 parlamenterên HDP'ê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven û li dijî tecrîdkirina Ocalan dengê xwe bilind bikin ji bo 3 rojan ketin grevê. Îro jî Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan jî di navde 10 parlamenter dê li Meclîsê 2 rojan têkevin greva birçîbûnê. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari, ji ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û diyar kir ku li dijî tecrîdkirina Ocalan ketine greva birçîbûnê û wiha got: "Rêberê PKK'ê Ocalan 20 salin di bin tecridê de ye. Di 3 salin tecrid mutlaq buye. Hem partiya me û hem jî rêxistinên demokratîk bang li hikûmetê û dewletê dikin ku dawî li vê tecrîdê bînin. Lê Hikûmeta AKP'ê bêdeng e. Tecrîdkirina mutlaq a li dijî Ocalan dê bi xwe re komkujiya civakî bîne. Komploya navneteweyî îro hêj berdewam dike. Dixwaze gelê Rojhilata Navîn bê nefes û bê derfet bihêlin. Dixwazin per û baskê wan bişkînin. Dixqazin gelan bê rêber bihêle. Ji ber vê yekê dixwazin di serî de Ocalan bê nefes bihêlin.
TÊKOŞÎNA ME DÊ BIDOME
Farisogullari, destnîşan kir ku çalakiyên li dijî tecrîdê her ku diçe bêtir çivakî dibin û wiha got: "Ev çalakiyên grevê ji bo hikûmetê û dewletê hişyar bikin tên kirin. Li gel van hişyariyan dîsa tecrîd didome. Ger ku di tecrîdê de israr bê kirin dê zerarên mezin çê bibin. Hevî dikim ku AKP dawî li van astengî û tecrîdê bîne. Ji bo çareseriyê gavan bavêje. Ger ku gavan neavêje û di tecrîdê de israr bike, dê bedelên mezin bên dayîn. Gelê kurd ne bê çare ye. Ne bê alternatîf e. Kurdan heta niha bedelên giran dane û dê ji bo azadiya Ocalan bedelên mezintir jî bide. Ev tecrîd û ev bêdengî qet nayê qebûlkirin. Em dê têkoşîna xwe ya demokratîk li her qadê berdewam bikin."
‘EM BI TALÛKEYÊN MEZIN RE RÛ BI RÛ NE'
Farisogullari, herî dawî destnîşan kir ku Kurd evîndarên azadiyê ne û hewce be ji bo azadiya xwe xwe feda dike û wiha bi dawî kir: "Jiyana kurdan li ser felsefeya azadiyê pêş dikeve. Bê betel azadî nayê bi destxistin. Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina gelê Kurd û hemû gelê Tirk e. Ger ku tecrîd bidome dê talûkeyên mezin pêş bikevin. Ji bo em hişyarî û baldariyê ava bikin me wekî wekîlan dest bi vê çalakiyê kir."