AMED – Hat diyarkirin li Licê welatiyên xwestin ji bo zivistanê zexîreyên kirîne bibin malên xwe leşkeran destaniye ser zexîreyên wan û îmha kirine.
Li gund û mezrikên navçeya Licê ya Amedê ji meha Gulanê ve hema bêje tim qedexeya derketina derve hat îlankirin û operasyonên leşkerî tên lidarxistin. Qedexe û operasyon bi her awayî tesîreke neyînî li welatiyên herêmê dike. Bi piranî operasyonên li herêma Peşekevir, Koçeran, Ber Çîya, Speynî û Çemê Elika tên kirin. Ji ber vê welatiyên herêmê ne dikarin sewalvaniyê ne jî çandiniyê bikin.
'DEST DATÎNIN SER ZEXÎREYÊN LI MALAN'
Bi îlankirina qedexeya derketina derve re tevî leşkeran rayedarên Şîrketa Anonîm a Belvakirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) diçin malan û bi hinceta "ceryana qaçax" di navbera hezar û 500 lîre û 10 hezarî de ceza dibirin. Lê belê gelê herêmê diyar dikin ku ev ceza bi awayekî kêfî tên birîn. Li têketin û derketina herêmên hatine qedexekirin leşkeran noqteyên kontrolkirinê çêkirine û bi vî awayî welatiyan mexdûr dikin. Ji ber zivistanê welatiyên zexîre ji xwe re dikirin û dixwazin bibin malên xwe li noqteyên kontrolê ji aliyê leşkeran ve tên desteserkirin. Tê gotin ew zexîreyên tê diyarkirin di dema operasyonên leşkerî de li hêwirgehan hatine dîtin û bi raya giştî re tên parvekirin piranî jê yên welatiyan e ku leşker li malan dest datînin ser wan.
'ZEXÎRE TÊN ÎMHAKIRIN'
Welatiyên li herêmê, diyar kirin ku piştî qedexe tên îlnakirin noqteyên lêgerînê jî tên çêkirin û li van noqteyan leşker wesayîtên wan sehî dikin û wexta di wesayîtên wan de zêde zexîre hebe leşker dest datînin ser wan. Welatiya got: "Ji ber zivistan e em ji bo heta biharê zexîre dikirin û dibin malê. Lê belê wexta zexîre zêde bin leşker dest datînin ser wan." Welatiyan, bilêv kir ku leşker dest datînin ser arvan, rûn, şekir, bulxur û tûpan û gotin: "Mesela em 4 torbe arvan dibin. Ji me re dibêjin 'ji bo çi hûn 4 torbe arvan dibin.' Destûra torbeyekî an jî du torbeyan didin û dest datînin ser ên din û wan îmha dikin."
'DIXWAZIN HERÊMÊ JI MIROVAN XALÎ BIKIN'
Gundiyan bi bîr xist di salên 90'î de ji bo zexîreyên zivistanê fîş digirtin û wê çaxê 40 rojê carekî wan kîsek arvan dikirî û gotin: "Ji bo malbateke 10 kulfetî 50 kîlo arvan didan. Pêkanînên niha wekî yên salên 90'î ne. Em dixwazin ji bo heta biharê têra me bike erzaq bibin malê, lê nahêlin. Lê tiştên niha tên kirin yên 90'î derbas kirine." Gundiyan, diyar kir ku leşkerên di dema operasyonan de tên gundan dest datînin ser xwarin û vexwarinên gundiyên havînan tên gundan û zivistanê diçin navenda navçeyê û tiştên tên desteserkirin tên îmhakirin. Gundiyan destnîşan kir ku bi van pêkanînan tê xwestin ku herêm ji mirovan bê xalîkirin û nerazîbûna xwe nîşan dan.
MA / Mehmet Şah Oruç