STENBOL – Dadgehê der barê 3 xebatkarên Çapxaneya Gun de yên girtî biryara berdanê da.
Danişîna duyem a doza xebatkarên Çapxaneya Gun li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Xwediyê Îmtiyazê Kasim Zengîn jî di nav de 12 jê girtî 21 xebatkar tên darizandin. Di danişîna piştî nîvro dewam kir de hin xebatkarên parastina xwe kirin. Parêzeran jî parastina miwekîlên xwe kirin û daxwaza berdana wan kirin.
Piştî parastinan dozger mutalaya xwe aşkere kir û xwest xebatkar bên cezakirin. Dozger daxwaza parêzeran a berdana miwekîlan red kir. Heyeta dadgehê biryara navberê aşkere kir û biryara berdana xebatkarên girtî Mursel Demîr, Polat Arslan û Kazim Goçer da.
Heyetê biryara dewama girtina xebatkarên din da. Heyetê her wiha biryar da ku Ugur Selman Kelekçîler ê girtiyê nexweş jî bişînin Saziya Tiba Edlî.
Danişîna bê taloqî 14’ê Çileya 2019’an hat kirin.